Navê pirtûkê: Êdî Navê Min Bêrîvan e
Navê nivîskar: Mahmut Baran
Cihê çapkirina pirtûkê:
Navê çapxaneyê: Aram
Sala çapê: 2013
Danasînek li ser pirtûka çîrokan a bi nave ‘’ÊDÎ NAVÊ MIN BÊRÎVAN E’’ ya nivîskar Mehmûd Baran.
Bi bernameya Danasîn vê carê jî bi xeleke nû pêşberî we ne. Bi vê xelekê em ê serê xwe bi ser pirtûkeke din de xwar bikin û ka bi hev re binêrin ew çi ji me xwîneran re dibêje. Pirtûk cîhana mirov a bêdeng e, pirtûk cîhaneke ku ji qir û cira dunayê dûr e. Ji bilî cîhana ku em tê de dijîn, cîhaneke din jî heye, ew jî xwendin e. Vê carê em ê pirtûka nivîskarê hêja Mehmûd Baran ya çîrokan bi navê ‘’Êdî Navê Min Bêrîvan e’’ bi we bidin naskirin.
Nivîskarê vê pirtûkê di sala 1972'an de li navçeya Çinar ya bakurê Kurdistanê hatiye dunyayê, nivîsên wî mîna kurteçîrok û bîranîn, gotar û lêkolînan bi zimanê Kurdî û Tirkî hatine nivîsandin.
Pirtûka Êdî Navê Min Bêrîvan e li zindanê hatiye nivîsandin.
Nivîskar bi rêya çîrokên di nava gel de hewil dide parçeyek ji jiyana rojane ya civaka kurd li pêş çavê xwendekaran raxe . Lewma gava hûn vê pirtûkên bixwînim em gelek rastî gelek dîmenên trajîdî,êş û azarên milet werin ku bi rêbazekî gelekî xweş û herikbar hûnandiye.
Di van çîrokan de pirsgirêkê jiyanî, civakî û kesayetî bi awayê zimanê rojane yê gel û hinekî jî bi devoka herêmî jî hatiye hûnandin.
Nivîskar dixwaze bi mijarên cûr bi cûr hişiyarbûna ji civaka kevinare û derbasbûna civaka nû ya têkoşer bide bihîstin.
Her wiha dixwaze tevlîbûna refên şervanan, hestên dîlên azadiyê û xizmên wan, pirsgirêkên kesayektî yên di dema dibistanê de, evîna di navbera kur û dayîkê de, zilma zilamtiyê ya li ser jinê û bertikiya li himberî bêxemiyê bide pênase kirin.
Xwendevan dikarin van babetan di nava çîrokan de bibînin û sûdê ji wan bigirin.
Di edebiyeta kurdî ya roja me de nivîsandin û xweanîna ser zimên a bi kurdî xwedî giringî ye.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
- Ji pirtûka bi nave Êdî nave min Bêrîvan e.
- Çavkaniya Wêneyê: Malpera pirtûka kurdî. [1]