Nav û Paşnav: Mahmud Bekar
Nasnav: Şiyar Qeremox
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik – Bav: Sena – Muhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: #12-02-2025# / Heftanîn
ŞIYAR QEREMOX
Hevrêyê me Şiyar li bajarê qedîm Kobanê ku bi berxwedana xwe û sekna xwe ya serhildêr navê xwe li hemû cîhanê da bihîstin, hate dinê. Hevrêyê me di nava malbateke welatparêz a xwedî zanebûna kûr a Kurdîtiyê de mezin bû. Di temenekî zû de derfet dît ku PKK’ê nas bike. Hevrêyê me qet neçû dibistanên sîstemê, ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karan de xebitî. Hevrêyê me zehmetiya bi kedê qezenckirinê zanî û karakterekî gihiştî qezenc kir. Li derdora malbatê bû kesekî ku gotina wî were guhdarkirin. Hevrêyê me ji milîtanên Apoyî yên dîtî pir bandor bû, îlhama destpêkê wergirt ku rojekî bibe şoreşger û ji bo gelê xwe têbikoşe. Gerîla di şert û mercên herî zehmet de destkeftiyên gelê me parast û bi berdêlên mezin, ji bo Kurdistaneke azad şer kir. Ev yek bû sedem ku di hevrêyê me Şiyar de lêpirsînên kûr û lêgerînên bi kok destpê bikin. Bandora azadiyê ya Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya ku 19’ê Tîrmeha 2012’an pêk hat, hîs kir. Zanî ku şerê li Kurdistanê rûmeta mirovahiyê temsîl dike û ji hemû gelên bindest re bûye îlham. Dît ku yekane cihê ji lêgerînên wî re bibe bersiv tevlîbûna refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye.
Hevrêyê me Şiyar sala 2013’an tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî perwerdeyan bû. Demek kurt perwerdeya xwe qedand û di xebatên şoreşê de cih girt. Tevî ku şervanekî nû bû, gihişt asteke ku berpirsyariyê bigire. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi kelecan, xebatên xwe bi eşq bi cih anî. Hevrêyê me di pêvajoya têkoşînê ya li Kobanê û Minbicê de birîndar bû, demek kurt tedawiya xwe temam kir û li cihê mayî têkoşîna xwe domand. Di pêngavên paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê de bi cesaret, sekin û fedakariya xwe ya di xebatên pratîk de tecrubeyên girîng bi dest xist. Hevrêyê me bi rengekî aktîf di pêvajoya Berxwedana Kobanê ya Destanî de cih girt. Ji bo parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û ji bo feraseta netewa demokratîk bixe pratîkê, kedek mezin da.
Hevrêyê me Şiyar dema dît ku berpirsê rast ê êrîşên li ser Rojava dewleta Tirk a dagirker e û her cure piştgiriyê dide komên çeteyan û êrîşî gelê me dike, biryar da ku derbasî çiyayên Kurdistanê bibe û tevlî nava refên PKK’ê bibe. Hevrêyê me di dilê xwe de her tim xerîbiya çiyayên Kurdistanê kir û bi rengekî bêsebir li benda wê rojê ma ku derbasî warê gerîla bibe. Hevrêyê me Şiyar di demek dîrokî de derbasî çiyayan bû û tevlî gerîla bû. Demek kurt motîveyî jiyana çiyê bû. Hevrêyê me tevlî xebatên pratîk ên li Heftanînê bû, bi tecrubeya xwe ya di taktîkên dema nû de û tecrubeya xwe ya şer, ji bo pêşketina hevrêyên xwe tevkarî kir. Bi sekna xwe ya bi biryar a di jiyanê de û ya tawîz nade, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Şiyar bi saya hevrêtiya xwe ya samîmî û xurt û bi saya pratîka xwe ya serketî, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Navê xwe bi rengekî ku ti carî neyê jêbirin, li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.
Hevrêyê me Şiyar di gelek kar û xebatên li Heftanînê de ked da û bû xwediyê jiyaneke fedayî. 12’ê Sibata 2025’an tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Şiyar weke şervanekî xwedî tecrûbe, berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi serketî bi cih anî. Em soz didin ku ala têkoşînê ya dewrî me kirî, bi serketinê bilind bikin.” [1]