=KTML_Bold=Danasîneke kurt li ser bêrî û Bêrîvaniyê di #çanda kurd# an de.=KTML_End=
#Aras Hiso#
Dengê çîrçîrokan bi yê keriyê pêz re dengê xwe bilind dikin. Heyv ji zû de ve ketiye xeweke şîrîn û bi hemû geşbûna xwe ve roj daye der, roj ji pişt çiyayên Kurdistanê, ber bi welatiyan ve tê, pê re Bêrîvan ji xewa şîrîn şiyar dibin û berê xwe didin tebîeta pak û rind.
Em ê vê care jî bi bernama danasîn li gund û gundewaran bigerin, em ê berê xeleka xwe biding cem bêrîvanan û ji wan hastên Bêrîvatiyê bi we re parve bikin.
Yek ji wan çandên kevin û giran buha ku bi keda jinê heta roja me ya îro n hatiye, bêrî û bêrîvanî ye. Bêrîvan her roj ji xewa şîrîn şiyar dibin û ber bi xwezayê ve darin. Sibê heya êvarê bi keriyê pez re mijûl dibin û berhemê gelekî pak û rind ji miletê re pêşkêş dikin.
Li Kurdistanê cihekî bê hempa ya bêrîvanan heye, bêrîvan di navbera dîrokê û roja me de bûne remzek û jiyana xwezayî û ya Kurdistanê heta roja me yî îro anîne. Li Kurdistanê hin çand û kevneşopî hene ku tenê li herêma xwe bi nav û deng in, an jî tenê li hin bajaran şopên wan çandan hene. Lê çanda bêrî û bêrîvanên kedkar, li her herêma Kurdistanê belav bûye û li hemû herêman jî gihîştiye roja me.
Kevneşopiya bêrîvanan ne tenê wekî çandekê ye, herwiha parçeyekî ji jiyana wan e. kurdan ewqas girîngî dane vê yekê ku bêrîvan û keda wan a bê hempa bûye mijara stran, dengbêjan, helbest û çîrokan.
Bêrîvan bi destê sibê re şiyar dibin û dest bi karê xwe dikin. Pê re darin avê didin keriyê xwe paşê karik an berxikan dibin ber pez, da ku şîr ji wan bidoşin. Wexta ku berxik têr dibin, bêrîvan yek bi yek dest bi dotina pezan dike.
Bi tena serê xwe dotina keriyek pez zehmete, divê ku şivanek an jî kesekî din alîkariya bêrîvanan bike. Wexta ku pez têne dotin, yek serê wan digrin, an jî mîhên ku hatine dotin ji yên din vedqetîne.
Mehên bihar û havînê ji bo çêrandina pez rojên herî xweş in. serê sibehê şivan keriyê dewêr didin pêşiya xwe û derdikev li ser çiya, zinar û newalan. Carcan bilûra şivan tev li bayekî hênik dibe û digere li deşt û newalan. Şivan di sateen esir de pezên xwe didin qada bêrîvaniyê û cihê bêriyê digeherînin. Bi taybetî koçer li zozanan ji xwe re qadeke dotina pez amede dikin. Kesên ku li gundan dijîn carnan pêdiviyê bi vê yekê nabînin, ji ber ku di hewşa wan de cihê pezê wan heye.
Piştî ku pez vedigerin cihê xwe dîsa bêrîvan ji bo dotinê avê didin pezan, heke li derdorê cihê ku pez li avê vexwe hebe, jixwe ava xwe vedixwin û paşê vedigerin malê, lê heke ku cihê wan tinebe li malê ava wan didin wan.
Berxik şîrê ku ji gelek gîha û keskahî çêkirine didin bêrîvanan. Dotina wan dibe ku bi saetan bidome, lê ev yek ji bo şivanan û bêrîvan ne wekî karekî ye, parçeyekî ji jiyana wan e. ev rewşa bêriyê li gorî demsalan diguhere, di mehên zivistanê de cihên ku pez lê biçêrin hindikin û hewa jî carnan pir sar e, ji ber vê yekê li malê tê xwedîkirin. Helbet ji ber ku nikarin biçêrin, şîrê wan kêm dibe û pez êdî nayê dotin, ji ber ku şîrê wan kême tevahî şîrê wan
Keda bêrîvanên kedkar tenê di nava malbatekê de namîne, li tevahiya welêt keda destên wan belav dibê. Di meha havîn û biharê de, di wextên ku şîrê pezan zêde ye, bi piranî penêr, mast, qerîş û qêmax tê çêkirin. Di mehên biharê de çavên hemû Kurdistanê li bêrîvanan e. heta hin welatî bi taybetî di mehên bihar û havînê û têra salekê penêr dikirin.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
- Ji qenala pelfilm, rengê welat, bêrî
- Ji rûpela wîkîpediya û çandname. [1]