کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  582,066
وێنە
  123,208
پەرتووک PDF
  22,020
فایلی پەیوەندیدار
  124,347
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,699
شوێنەکان 
17,016
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,520
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
879
وێنە و پێناس 
9,457
کارە هونەرییەکان 
1,399
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,919
نەخشەکان 
233
ناوی کوردی 
2,816
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,185
شوێنەوار و کۆنینە 
728
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,024
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,577
کورتەباس 
22,087
شەهیدان 
11,881
کۆمەڵکوژی 
11,361
بەڵگەنامەکان 
8,710
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
240
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,058
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,635
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
885
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
6
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   تێکڕا 
271,560
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Hewildanên Yusuf Kamil Bedirxan û Abdurrezak Bedirxan
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هەر وێنەیەک بەرامبەر سەدان وشەیە! تکایە پارێزگاری لە وێنە مێژووییەکان بکەن..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hewildanên Yusuf Kamil Bedirxan û Abdurrezak Bedirxan
کورتەباس

Hewildanên Yusuf Kamil Bedirxan û Abdurrezak Bedirxan
کورتەباس

Hewildanên Yusuf Kamil Bedirxan û Abdurrezak Bedirxan
Siddik BOZARSLAN

Wek min di nivîsareka dî da bi kurtî behs kiribû; berîya şerê cîhanî despêke, li herêma Bedlîsê Serhildana Mela Selîmê Zaza qewimîbû û di despêkirina şer da ew serhildan têk çûbû ku ev dibe babeteka taybet jibo nivîsareka dî. Lê balkêş e ku di eynê herêmê da piranîya şêxên Bedlîsê beşdarîya şerê #osmanî# kirine û di enîya şer da li dijî rûsan şer kirine.
Lê di despêka şer da hin herêmên kurdî li dijî şer bûne û nerazîbûna wan bi taybetî li dijî Hukmê Îttîhat- Terakkîyê hebûye, wek herêmên Musul, Dersîm, Botan û Xerzanê. Lê divê em qebûl bikin ku hukumet, di politika canbazîyê û xapandinê da zîrek bûye û jibo dilê wan kurdên herêmê nerm bikin û wan têxin şer; hukumetê jibo wan ”kurdên nerehet û bi problem” efû derxistine. Piştî derketina efûyê, hin kurdên ku li dijî osmanîyan şer dikirin, berê xwe dan şerê dijî rûsan û beşdarîya enîya şer kirin. Di wê demê da kurê Mîrê Botan Yusuf Kamil Bedirxan û nebîyê Mîrê Botan Abdurrezak Bedirxan, jibo doza kurdînîyê bi rûsan ra ketibûn nav hewildanên hevkarîyê.
Abdurrezak Bedirxan, di 1864an da li Stanbolê hatîye dinê û ew kurê Necîp Paşa ye ku yek ji wan kurê Mîrê Botan e. Wî li Fransayê xwend. Salên 1892- 1906an, jibo hukmê Abdulhamitê II. yemîn, hukmê teda û zulmê tê naskirin. Di wê demê da Abdurrezak rastê lêgerînên rêbirîya Stanbolê tê û jibo Ewrupa û Rûsyayê dibe surgûnî. Ew di 1904an da dizivire Stanbolê û di Sarayê da karek didin pê. Lê ji ber ku jê ditirsin, timî wî di bin kontrolê da dihêlin. Di 23yê adara 1906an da Ridwan Paşa tê kuştin ku ew 15 sal serokatîya Beledîya Stanbolê kiribû û Şehremînê Sultan bû. Ew bûyera kuştinê jibo Abdurrezak û hemî Bedirxanîyan, heta jibo hemî kurdên Stanbolê bûbû semedê teda û zulmeke nû. Di serî da Fermandarê Kişleya Selîmîyeyê kurê Mîrê Botan Alî Şamil Paşa û Abdurrezak Bedirxan û bi hezaran kesên dî hatin tewqîfkirin yan surgûnkirin bo Trablusgarp û Şamê ku ew ji malbata Bedirxanîyan û yên nêzîkî wan bûn. Divê bê gotin ku heta wê demê giranîya kurdan li taxên Üsküdarê û Kadiköyê hebûn, lê ew hatin belavkirin. Dîrokzan Lütfü Beg ku yek ji wan şahîdan e ku behsa wê zulmê kirîye, wî nivîsîye ku Ridvan Paşa jiber semedên şexsî hatîye kuştin û hukumetê wê bûyerê wek sîyasî nîşan daye. Lütfü Beg weha dibêje:
”Em bêjin ku Abdurrezak qatil e, Alî Şamil Beg şirîkê wî yê sucdarîyê ye; lê sucên Mîthat, Murat, Hasan û Abdurrahman Begê çi ne? Mesela em bêjın ku bi Bedrî Begê nayê bawerkirin ku li Stanbolê dijî, lê Kamil Begê ku li Hayfayê dijî, Mahmut û Alî Begê li Beyrutê ne, Huseyîn Paşa û Emîn Begê li Yozgatê ne, hûn wan bi çi sucdar dikin ku bûne semedê heyîrmayînê, gunehên wan çi ne? Zarûkên çaxa mektebê ku hê emrên wan nebûne 12 salî, cezayê zindana malê digirin û jinên ku ji her tiştî mehrûm tên hiştin, ewana bi çi tên sucdarkirin?” (15)
Piştî îlankirina Meşrutiyeta II. yemîn, Abdurrezak û gelek ji malbata Bedirxanîyan hatin efûkirin. Lê Abdurrezak, bi Îttîhatçîyan ra lihevhatin çênekir û di 14yê îlona 1910 an da muracaatê Balxosyaneya Rûsî kir da ku here Rusyayê ku berê jî ew li wir mabû. Wî wê pêvajoyê bi kurtî weha nivîsîye:
”Li ser bûyera mirina Ridvan Paşa, dema ji ferdeke malbata Bedirxanî hatîye behskirin ku 3 hezar mensûbên me û yên nêzîkî wan, heta yên ku têkilîyên wan bi me ra hebûne lê dûrê me bûne, yên li Turkîyeyê û li Kurdistanê mane, tevayîya wan tek û tek hatin girtin û ketin zindanê. Wan li keleyan û li zindanan kom kirin. Beşek ji wan hatin surgûnkirin. Ez jî ji Buroya xwe ya ku li Koşka Seremonyala yê (Cîyê Seremonîya Sarayê) bû, min lê kar dikir, girtin û raste rast avêtin zindana navendê. Piştî çend seetan min xwe li keştîya ´Mekke´yê dît ku bi wê em rêkirin Tripolê û li wir avêtin zindanê. Bi fermana padîşah, pîyên min xistin zencîran û ez avêtim hucreyê. Çend meh paşê komisyonek bi keştîyê hat vê derê ku di nav wan da parastina mafê mirovî jî hebûn, ji Stanbolê, ji ´İradeya´ Yıldız´ê hatibûn Tripolîyê da ku gunehê me bipîvê, qaşo xebatên wan yên ewilîn, ji alîyê rêvebirên Tripolîyê ve, qels hatîye dîtin. Delîlan bi tevayî bêbingeh bûn. Lêkolînên li ser me bi awayeke dizî meşandin. Di nav me da ez jî têda, jibo çar kesan biryara îdamê dan… Piştî 26 mehên me yên li zindanê bi zencîrkirî, zencîrên pîyên me hatin derxistin û em şandin zindaneka giştî. Di vê rewşa me ya li girtîgehê da bi qanûna talanê mal û milkên me yên li Stanbolê, dest dan ser û talan kirin û belawela kirin.
Baş e! Em bêjin ku Sultan Abdulhamid, kesên ku ji wan ditirsîya û ji ber ku diktatorekî bi şuphe ye, van tiştan anî serê me, me belav kir û da wendakirin. Piştî ku ev rewş bi me da jîyandin, dema hemî girtîyên sîyasî hatin berden, çi bi me kirin? Bi destê Jon Tirkan, Tripol û Fîzan (derekî surgûnê li Trablusgarpê ye), gelên bulgar û ermen bi awayê hêsan derketin û ketin pêşîya me. Qaşo me jîyana civakî serubino kirîye, bêhuzurîyê çêkirîye…
Li gora bawerîya me, jibo me û Mîrên Kurdan û zarûkên wan, Turkîye nabe wetaneke rastîn…” (16)
Piştî ku Abdurrezak Bedirxan vê nameya jorîn jibo Balyozxaneya Rûsyayê nivîsîye, ew di dawîya 1910an da bi rîya Îranê, çûye Rusyayê. Wî li ser sînorê Osmanî- Îranê, li Urmîye û Salmasê, li ser navê kurdan hin têkilîyan çêkirîye û paşê derbasî herêma Tiflisê bûye û bi rusan ra hin têkilîyan pêkanîye. Abdurrezak gîhaye wê qeneetê ku êdî umûda xwe ji osmanîyan birîye û bi rusan ra ketîye nav têkilîyan, ku bi alîkarîya rusan jibo kurdan herêmeke otonom were çêkirin. Abdurrezak digel mamê xwe Yusuf Kamil, li herêmê digel mezinên kurdan hevdîtin çêkirine û li ser pêwistîya tifaqên bi rusan ra dane zanînê. Di wê çarçoveyê da û bi wê amancê bi Serekê Eşîra Şikakî Smaîl Axayê Şikakî (Simko), nebîyê Şêx Ubeydullah û xwarzîyê Seyîd Abdulkadirê Nehrî Seyîd Taha ku li herêma Wanê û Colemêrgê (Hakkarî) xwedî nufûz bûne, nebîyê Xan Abdal Saîd Beg ra têkilîyan danîne. Bi eşîrên Milan û Makurî ra hevkarî hatîye çêkirin ku wan eşîran li ser sînorê Osmanî û Îranê bûne û li dijî osmanîyan bûne. Hin temasên wan jî li herêmên Hoyê, Tebrîzê û Salmasê pêk hatine.
Di despêka şer da û bi encama têkilîyên Abdurrezak ra li herêmên Çaldiranê û Dîyadînê hin xwebexşên ji eşîrên Haydaran û Milan, enîyek li dijî osmanîyan çêkiribûn û ji eşîrên Şikakî, Gravî û Makurî jî hin kes beşdarîya nav wê enîyê kiribûn. Lê ji ber ku hin eşîr li dijê wê enîyê derketin û piştgirîya osmanîyan parastin. Ji ber wê Abdurrezak dîsa ket nav hin têkilîyan ku kurd divê tifaqê bi rusan ra daynin û dahatuya kurdan di nav osmanîyan da nagihîşe helîyek, lê ew di vê xebatên xwe da serfiraz nebû. Divê were gotin ku hin kesayetên ku di şer da êsîr ketibûn, sefên xwe guhartine û beşdarîya nav sefên Abdurrezak kirine û balkêş e ku bi taybetî Fermandarê Alayên Eşîra Êzîdîyê Cangir Axa, ketîye nav orduya rusan.
[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 415 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 04-05-2025
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 31
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 17-01-2025 (0 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: مێژوو
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
کوالیتیی بابەت: 98%
98%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 04-05-2025 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( زریان سەرچناری )ەوە لە: 05-05-2025 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 415 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.5 چرکە!