کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,206
وێنە
  124,176
پەرتووک PDF
  22,100
فایلی پەیوەندیدار
  126,067
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,121
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,000
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,710
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,968
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,053
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,156
شەهیدان 
11,930
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,730
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
908
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
928
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   تێکڕا 
274,249
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Navçeya mozaîk û Sûriyeya biçûk; Til Temir
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، بووەتە کوردستانی گەورە! لە هەموو لایەک و شێوەزمانێکی کوردستان ئەرشیڤوان و هاوکاری هەیە.
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Navçeya mozaîk û Sûriyeya biçûk; #Til Temir#
Navçeya mozaîk û Sûriyeya biçûk Til Temir di bin êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ser navçeya Til Temir dewam dikin. Ev navçe wek ‘Sûriyeya biçûk’ tê nasîn. Taybetmendiya vê navçeyê ew e ku mozaîk e. Mozaîkiya xwe ji pirrengiya xwe digire. Gelê Aşûr, Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di nav wekheviyekî de dijîn. Til Temir anku navê xwe yê bi kurdî Girê Xurma, di navbera salên 1933-1935’an de ji aliyê malbatên Kurd û Aşûrî ve ku ji komkujiya Semelê, komkujiya dewleta Osmanî filîtin, hate avakirin. Li navçeyê pêkhateyên Aşûrî kilîseya Meryem El-Azra û li ser xeta Xabûr gund ava kirin.
Navçe di aliyê cografîk de cîhekî stratejîk e. Navçe girêdayî kantona Hesekê, 30 km dûrî bajarê Hesekê, 40 km jî dûrî bajarê Serêkaniyê ye. 180 gund girêdayî vê navçeyê ne. Girîngiya vê navçeyê ku li ser riya duwelî (M4) ye û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de dagirkirina Til Temirê heye.
Dîroka vê navçeyê û xetereya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şêniyên Til Temir ên resen ji me re vegotin.
‘Li dijî hemû êrişan me yekitiya xwe xurttir kiriye’
Şêniyê ji pêkhateya Aşûrî Şemun Keko ku piştî komkujîya Sefyo koçberî Iraqê dibin, li wir jî rastî komkujiya Semelê dibin û berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê. Şemun ji bo dîroka Til Temirê dibejê ku ji avakirinê heya niha bi Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan re di nav biratiya gelan de dijîn û got: “Aramiya me heya sala 2015’an berdewam kir, lê çeteyên DAIŞ’ê aramiya me kir hedef û êrişî me kir. Daxwaza DAIŞ’ê ew bû ku herêmê dagir bike û ferq û cudabûnê têxe nav mozaîka me. Lê li dijî wan êrişan em bi hemû pêkhateyên herêmê ji berê zêdetir yekitiya xwe ava kir. Êrişên DAIŞ’ê nikarîbû me ji hev qut bike. Ji hemû pêkhateyên me şehîd hatin dayîn. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser ji berê zêdetir me xwe bi rêxistin kir û gavên xurttir avêtin.”
Şêniyê ji pêkhateyê Kurd Mihemed Seyît 58 salên xwe li Til Temirê derbas kirine û dibejê : “Gelê li Til Temirê êş, keyfxweşî bi hev re di nav jiyaneke hevbeş de derbas dikirin û dikin. Têkiliyên me heya digihîştin malbatî û em kirîvên hev in. Beriya şoreşê zexta rejîma Sûriyê li ser gelê me hebû. Zarok nikarîbûn bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Bi taybet ev zext li ser gelê Kurd hebûn ku nedihiştin navên kurdî li zarokên xwe bikin. Heya nedihiştin ku kesek Kurd xanî li ser navê xwe ava bike. Li dibistanê ji ber ez bi kurdî axivîm gelek caran min lêxistin xwar. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser gelê navçeyê bersiv da hemû cîhanê ku meclisa yekem li wir ava bû. 33 endamên vê meclisê hebûn ku di nav de Kurd, Ereb û Aşûrî hebûn. Ev jî nîşaneya mozaîkbûna me ye. ”
‘Em ê dîsa planên dagirkeran têk bibin’
Keko ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku operasyona dewleta Tirk a dagirker qaşo bi navê ‘kaniya aştiyê’ di rastiyê de talanê tîne û got: “Em jixwe di nav aramî û aştiyê de dijîn. Ev çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bilî talan û komkujiyê ji me re tiştek neanî. Em ê dîsa li hember wan êrişên qirêjî bi yekitiya xwe planên wan vala derxin û li ber xwe bidin.”
Şêniyê ji pêkhateya Kurd Mihemed Seyît ji bo êrişên ser herêmên wan wiha dibejê: “Çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ gelek kiryarên hovanê li ser vê navçeya mozaîk pêk anîn. Li dijî wan êrişan ji bo parastina axê ji hemû pêkhateyan şehîd hatin dayîn û berxwedaneke mezin pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe nikarîbû derbasî axa me bibe, niha jî eşkere êrişî me dike. Armanca yekem xerabkirina aramî û yekitiya me ye. Lê bi xwîna şehîdan û berxwedana gelên me ev armancên wan pûç dikin. Cîhan hemû dizane ku herêma me jixwe ewle ye. Bi hedefa guhertina demografiyê êrişî me dikin. Her çi qas êriş bikin jî em bi hemû pêkhateyên xwe re li ber xwe didin.”
Li Til Temirê 25 hezar koçber hene
Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê re 25 hezar şêniyên rêsen ên bajarê Serêkaniyê û gundêwarên navçeya Til Temirê koçberî Til Temirê bûne. Ev koçber li dibistanan di nav zehmetiyan de dijîn. Di fêrgheke dibistanê de herî kêm 4 malbat dijîn. Koçberên wan dibistanan de nêrînên xwe ji me re parve kirin. Helwestên koçberan ew ê li pêşiya çavên cîhanê komkujî pêk hatin û hina jî tên, lê xemsariya dewletan di asta herî jor de ye.
‘Her em ê vegerin Serêkaniyê’
Koçberek ji bajarê Serêkaniyê Eyşê Mihemed diyar kir ku dibistana ev tê de dimînin 58 malbat lê bi cih bûne û dibejê: “Xwedê li Erdogan bixe ku em ji axa me koçber kirin. Gelek zehmetiyên me wekî xwarin, vexwarin, germbûnê hene. Lê em tiştekî naxwazin, tenê welatê xwe dixwazin. Heya dilopeke xwîn di canê me de hebe daxwaza me ya vegera Serêkaniyê dê hebe. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Serêkaniyê bimînin. Em ji gef û êrişên Erdogan natirsin û her pişta zarokên xwe yên şervan QSD’ê bisekinin.”
Îmam Berkelê jî ji Serêkaniyê ye û diyar kir ku heger ew topên Erdogan werin dibistana ku niha tê de dijîn, vê carê koçber nabin û got: “Hemû dewlet me difiroşin û alîgirên Erdogan in. Em ji bîr bikin jî zarokên me ji bîr nakin. Kîjan ol qebûl dike ku bi rojan laşê mirovan li ser erdê bimîne? Ev hovîtî li ber çavê cîhanê çêbû û hê jî çêdibe.”
Nînwa Dîlan şervaneke Suryan e û 22 salî ye û endama Hêzên Parastina Jinên Suryan Bêsnahrîn e. Dayik, bav û 2 xwişkên Nînwa di nav Meclisa Leşkerî ya Suryan de cih digirin. Hêza Parastina Jinên Suryan Bêsnahrîn 30 Têbaxê hat avakirin. Her wiha li dijî çeteyên DAIŞ de jî geleke rolek mezin lîstin û niha xeta Xabûr ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê diparêzin.
‘Hêza me di Seyfo de tune bû lê niha heye’
Nînwa wiha diaxive: “Hêza me li ser esasê parastina ax û hêza jinên hemû cîhanê hat avakirin. Di komkujiya Seyfo de hêza me ya jin jib o parastina ax û jinan tine bû. Lê niha me hêza xwe avakiriyê û li dijî hemû êrişan şer dikin. Gelek êriş li ser jinên Aşûrî, Suryanî û Ermenî çêbûne. Êrişên DAIŞ de bi sedan jinên Aşûrî, Ermenî û Suryanî hatin qetilkirin û revandin. Mînakê wê jina pêşeng ya Suryan Wîdat Dawût . Şehîd Wîdat li dijî êrişên DAIŞ heya dawî li berxwe da û gihîşt asta şahadetê. Di şexsê şehîd Wîdat de çeteyan xwestin hemû jinên Aşûrî, Kildan, Suryan û Ermen tine bikin, niha em hemû şopdarên riya şehîd Wîdatin. Têkoşîna me jib o tolhildana şehîd Wîdat e. em nahelin ku komkujiya Seyfo dîsa dûbarê bibe. Êrişên dewleta Tirk jî li ser esasê temamkirina komkujiya Seyfo ye. Lê hêza gel û şervanên Aşûrî, Kildanî, Ermenî, Suryan wê vala derbikevê. Em niha seranserî xeta Xabûr warê xwe diparêzin.”
Nînwa bang li hemû jinên ciwan yên Aşûrî, Suryanî, Ermen û Kildan kir ku çêk hildin û li dijî êrişan axa xwe biparêzin û got: “Wê berxwedana gelan bi ser bikeve.”
Pêşkêşî: Cîhan Bîlgîn
Dîmen: Basil Reşîd[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 268 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 5
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 16-11-2019 (7 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
کوالیتیی بابەت: 98%
98%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 26-03-2025 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 31-03-2025 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 31-03-2025 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 268 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.281 چرکە!