Nav: Eyaz Yûsif Ehmed
Nasnav: Eyaz Zaxolî
Navê bavê: Yûsif
Roja ji dayikbûnê: 20-02-1960
Roja koça dawî: 20-01-1986
Cihê ji dayikbûnê: Zaxo
Cihê koça dawî: Nexweşxaneya Serbaziya Mûsil
$Jiyanname$
Eyaz Yûsif Ehmed Elî naskirî bi Eyaz Zaxolî, ji dayikbûyê sala 1960-02-20 ye, li taxa cihûyên Zaxo li malbateke hunerdost û dengxweş hatiye ser dinê. Ji zarokiyê ve heza gotina sitranên çandî û resenên kurdî hebûye, ji ber wê sedemê jî bi gelemperî demê xwe li dîwexanan bi gotina sitranên kurdî derbas kiriye. Mela Ehmedê Rezvan bapîrê Eyaz yek ji dengxweşên deverê dihate naskirin, eşkeraye ev mîrate gîhaye wî jî. Eyaz qonaxên destpêk û navîn li dibistana Ehmedê Xanî li Zaxo dûmahîk înaye, piştre berê xwe daye amadeyî ya çandinî ya Zaxo, piştî wê qonaxê çûye zanîngeha serbazî ya Bexdayê û pila Milazim bi dest xwe înaye. Babê Eyaz rê nedida wî ku sitranan bêjît jiber wê çendê jî hertim dûr ji çawên bavê xwe sitran digotin û piştî ji dest dana wî Eyaz bi awayeke fermî hate nav cîhana hunerê da.
Bo cara yekê bi hevkariya çend hevalan seredana êzgeya kurd li Bexdayê dike û li wir şareza û pisporên hunerê guhdariya dengê wî dikin û her zûda hêviya pêşerojeke geş jê re dixwazin.
Sitrana “Min Dît Cara Ewilî” yekem karê huneriyê wî bûye û pê hatiye naskirin ku li êzgeya kurdî ya Bexda hatiye tomarkirin, hevdem digel sitranên wek, Landik, Bes xo giran ke, Evîn dayê, Dê bihejîne, Kevok, Çoxik, Sirûda Newroz, Sirûda şehîd, çi bikem ez, Hêvî û govende. Piştî tewaw kirina qonaxên xwendinê bi awayek serekî dest diket bi sitran gotinan li aheng û festîval û cejn û boneyên taybetî da, tenanet li sala 1970an de pişkdariya festîvalekê diket liser astê Îraqê û pila yêkem bi dest xweve tîne.
Eyaz bi dirêjahiya temenê xwe yê kurt nêzîkî 200 sitran gotîne û 100 ji wan çandî û netewîne.
Herwesa di gel çendîn helbestvanan karê hevbeş encam dayne ji bo sazkirina sitranan li wane; Ebdulezîz Silêman, Beşar Mihemed, Segvan Ebdulhekîm, Bedirxan Sindî, Ebdulla Hisên..hwd.
Ji bilî wan sitranan digel tîpa Duhok, sê kasêtên din jî digel tomargeha “Tomar”, tomar dike. Herwiha çend sitranek digel hunermendê berniyas Erdewan Zaxolî jî gotine. Li sala 1982 li Zaxo kasêtekê tomar diket ku pêk tên li wan sitranan; Eger dinya hemî gul bin, Hay berde berdek, Çi tevne, Meqamî mêzemê, Bestey paznîl. Heya niha jî navê wî yê zindiye û daxwazeke zêde liser sitranên wî hene.
=KTML_Photo_Begin=https://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2008/265/0002.JPG=KTML_Photo_Alt=ئەیاز زاخۆیی=KTML_Style=width:20%;height:20%;float:right;=KTML_Photo_Target_Link=https://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2008/265/0002.JPG=KTML_Photo_End=
Eyaz jiber ku dengekî xweş hebû û sitranên netewî digotin, dibîte cihê serinca rêjîma be’s, ber wê çendê ji aliyê îstîxbarata zanîngeha serbazî daxwaz ji Eyaz dihête kirin ku di gel hunermendeke Ereb sitranekê li ser serok komarê berê yê Îraqê “Seddam Hisên”tomar biken, lê jiber hestên pitev yên netewî wê daxwazê ret diket! Ev karê hunermend Eyaz dibîte egerê hindê ku karbidestên rêjîma be’s pîlanekê bo jinavbirina wî danên. Di demekê de ku Eyaz bi merema xwîn bexşînê seredana nexweşxana serbaziya Mûsil dike, çend kesek jehrê dikine nava xwîna wî de û bi mixabinî ve piştî 24 demjimêran li rêkefta sala 1986-01-20 jiyana xwe ji dest dide û liser wesiyeta wî li bajêrê Zaxo termê wî dihête weşartin. [1]