Di şerê li dijî terorê de berxwedana jinên Bakurê Sûriyê-3
Şervanên jin ên di bin sîwana #QSD# `ê de xwe bi rêxistin kirine ku hejmara wan nêzî 5 hezaran e, beşdarî hemû hemleyên rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyê bûn û ji bo rizgarkirina jinan ji zilma çeteyan, gelek berdêlên giranbuha dan.
Li seranserê cîhanê gelek hêzên bi navê jinan çêbûn, lê hemûyan nikaribû xwe wek rêxistinên serbixwe û hêzeke çalak aktîf bikira.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava re ku wek ‘şoreşa jinan’ tê naskirin, jinan roleke çalak di hemû aliyên jiyanê de û nexasim di warê parastina rewa de lîst. Êdî jin bûn fermandar û li dijî dijwartirîn êrîşên terorê di cîhanê de, şer bi rê ve dibirin.
Di vê dosyayê de, em ê balê bikişînin ser birêxistibûna jinên şervan ên di bîn sîwana Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) de.
Bi destpêkirina şoreşê re avakirina YPJ`ê
Bi destpêkirina şoreşa Rojava re û ji ber êrîşên çeteyên wekî Cebhet El-Nusra li ser gelek herêmên Rojava, şervanên jin çek rakirin û wek kom xwe bi rêxistin kirin. Lê xwe wek hêzeke leşkerî ranegihandin. Piştî ku êrîş li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê dijwar bûn, pêwîstî bi hêzeke birêxistinkirî ji bo parastina jinan hate dîtin. Lewre Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 4`ê Nîsana 2013`an bi avakirina Tabûra Şehîd Rûken li Efrînê, xwe bi awayekî fermî ragihand.
Bi îlankirina YPJ`ê, bi sedan jinên ji hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê tev li YPJ`ê bûn û roj bi roj ev hêz mezin bûn.
Destkeftiyên YPJ`ê
YPJ`ê ku di demeke biçûk de bû hêzeke birêxistinkirî û di nava xwe de bi hezaran şervanên jin hewandin, bala cîhanê kişand ser xwe. Ji ber rêgezên ku YPJ li ser dimeşe û jinan diparêze, bi sedan ji şervanên jin ên enternasyonalîst ji tevahiya cîhanê beşdarî nava YPJ`ê bûn.
Şervanên YPJ`ê bersiva hemû êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên Ii ser hemû herêmên Rojava da û li eniyên şer bi rê ve dibirin. Berxwedana Sedsalê ya Kobanê û rola şervanên YPJ`ê di Kobanê de û çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan li dijî çeteyên DAŞ`ê, mînakên berxwedana YPJ`ê bûn.
Her wiha şervanên YPJ`ê beşdarî hemleyên rizgarkirna Til Hemîs, Til Birak, Hemleya Şehîd Rûbar a rizgarkirina Çiyayê Kizwanan û vekirina korîdora di navbera Cizîr û Kobanê de bûn.
Jinan çawa xwe di nava QSD`ê de bi rêxistin kir?
QSD 11`ê Cotmeha 2015`an hate avakirin. YPJ jî tev li nava QSD`ê bû û di bin sîwana QSD`ê de êdî dest bi kar kir.
Piştî avakirinê, QSD`ê dest bi hemleya rizgarkirina Holê kir. Bi rizgarkirina vê herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê re, bi dehan jinên Ereb tev li nava QSD`ê bûn. Bi zêdebûna hejmara şervanên jinan di nava QSD`ê de, êdî şervanan xwe di nava tabûr û focên taybet ên jinan de bi rêxistin dikir.
Hêza Jinan-Sotoro
Gelê Suryan ku yek ji gelên Bakurê Sûriyê ye, rastî zilmê hatibû. Ji bo parastina jinên Suryan pêwîstî bi hêzeke jinan a Suryan hate dîtin. Lewre şervanên jin ên Suryan di bin sîwana QSD`ê de Hêza Jinan-Sotoro ava kir.
Hêza Jinan-Sotoro beşdarî gelek hemleyên rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyê bû. Her wiha akademiyên taybet ji bo şervanên jin ên Suryan li Bakurê Sûriyê û nexasim li herêma Cizîrê hatin vekirin. Şervanan di wan akademiyan de perwerdeya xwe ya leşkerî û bîrdozî temam kir.
Avakirina akademiyên taybet ji bo jinan
Piştî tevlêbûna zêde ji şervanên jin ji hemû herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê, Fermandariya Giştî ya QSD`ê 3 akademiyên taybet ji bo şervanên jin vekirin. Akademiyên ku hatin vekirin û dewreyên ku bi dawî kirine, wiha ne:
- Akademiya Şehîd Bêrîvan 9 dewreyên perwerdeyê ku hejmara her dewreyekê 35-40 şervanên jin bû, di sala 2018`an de bi dawî kirin.
- Akademiya Şehîd Dîlan 5 dewreyên perwerdeyê, hejmara her dewreyekê 50 şervan bû, bi dawî kirin.
- Akademiya Şehîd Rojda Minbic 13 dewreyên perwerdeyê ku hejmara her dewreyekê 35-40 şervan bû, bi dawî kirin.
Di van akademiyan de, şervanên jin waneyên leşkerî û bîrdozî standin.
Di 3 salan de 5 hezar şervanên jin tev li QSD`ê bûn
Hêzên Sûriyê Demokratîk ku bûye sîwana hemû hêzên leşkerî li Rojava û Bakurê Sûriyê, di 3 salan de 5 hezar şervanên jin ji hemû pêkateyên herêmên Bakurê Sûriyê; Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Aşûr û Tirkmen tev li nava QSD`ê bûn.
Ji aliyekî din ve jî, şervanên jin ne tenê wek şervan di nava QSD`ê cih digirin; di heman demê de gelek ji wan cihê xwe di nava Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyê Demokratîk de digirin. Her wiha di şeklê rêveberiya QSD`ê de jî buroyên taybet ji bo şervanên jin hene.
20 focên taybet ji bo jinan
Piştî hejmara zêde ji tevlêbûna nava QSD`ê, QSD`ê focên leşkerî ava kirin. Heta niha 50 focên leşkerî hene. Ji wan 20 foc taybet ji bo şervanên jin in û di her focekê de jî 250 şervanên jin hene.
Her wiha şervanên jin focên taybet wekî hêzên taybet, destwerdana destpêkê, têkoşîna li dijî terorê, rakirina mayinan, çekên giran û sekvan ava kirin.
Ji fermandarên jin ên QSD`ê Roj El-Himsî got şervanên jin bi awayê focan xwe di nava QSD`ê de bi rêxistin dikin, focên jinan jî li herêmên wekî Reqa, Tebqa, Şedadê, Eyn Îsa û Holê hene.
Hemleyên ku şervanên jin tev lê bûne
Şervanên jin ên QSD`ê beşdarî hemû hemleyên rizgarkirinê ku QSD`ê li Bakurê Sûriyê dest pê kiriye, bûn. Ji wan, hemleya rizgarkirina bajarokê Holê, hemleya Xezeba Xabûrê, hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê ku fermandarên jin tê de roleke aktîf lîst û niha jî di nava hemleya Bagera Cizîrê de roleke pêşeng dilîzin.
Di hemleyan de, şervanên jin bi sedan jin ji zilm û terora çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Nesaxim di hemleya rizgarkirina Reqayê de, ku wekî hemleya tolhildana jinên Êzidî dihat binavkirin, jinên şervan bi sedan jinên Êzidî ku çeteyên DAIŞ`ê di komkujiya Şengalê de revandibûn, rizgar kirin.
Şervanên jin ji bo jinên Bakurê Sûriyê bi azad bijîn, bi dehan ji wan şehîd bûn û şervana destpêkê ya QSD`ê ku şehîd bûbû, şehîd Nejbîr e ku di hemleya rizgarkirina Holê de şehîd bûbû.
Her wiha di êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê de, şervanên jin cihê xwe di hemû eniyan de girt û bersiv da êrîşan û çalakiyên fedayî li dar xistin. Ji wan şervana bi navê Avesta Xabûr li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê çalakiya fedayî lidar xist.
Ji fermandarên QSD`ê Newroz Ehmed got ew ji bo rizgarkirina hemû jinan ji zilmê şer dikin û li ser vî esasî bi hezaran jin tev li nava QSD`ê bûn, ji ber ku wateya azadiyê nas kirin.
Newroz destnîşan kir ku şervanên jin ji bo pêkanîna azadiya jinan û jiyana hevbeş canê xwe feda kir.
Rola jinan a pêşeng di şerê li dijî terorê de
Piştî fedekariyên mezin ku şervanên jin ên QSD`ê dan û xwe di nava focên leşkerî de li gelek herêmên Bakurê Sûriyê bi rêxistin kirin, êdî jinên şervan ên Bakurê Sûriyê cihekî xwe yê girîng li ser asta cîhanê û taybet piştî tevlêbûna jinên enternasyonlîst çêbû.
Her wiha şervanan dikaribû çeteyên li Bakurê Sûriyê têk bibin û destanên lehengî û fedekariyê binivîsin. Heta niha şervanên jin, jinên herêmê rizgar dikin û gelan azad dikin. Bi gotineke din mirov dikare bêje ev tekane hêz e ku li Sûriyê gelan diparêze û zilmê rizgar dike.
[1]