کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  586,484
وێنە
  124,460
پەرتووک PDF
  22,122
فایلی پەیوەندیدار
  126,612
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,180
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە، ماڵپەڕ و دەزگا میدیاییەکان و ...) 
1,041
وێنە و پێناس 
9,466
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,019
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,820
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,191
شوێنەوار و کۆنینە 
783
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,063
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,692
کورتەباس 
22,210
شەهیدان 
12,030
کۆمەڵکوژی 
11,391
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,639
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
912
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   تێکڕا 
274,973
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
6 salên berxwedan gelê Efrînê li hemberî dagirkerî û qirkirinê
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بەداخین بۆ قەدەغەکردنی کوردیپێدیا لە باکوور و ڕۆژهەڵاتی وڵات لەلایەن داگیرکەرانی تورک و فارسەوە
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
6 salên berxwedan gelê Efrînê li hemberî dagirkerî û qirkirinê
کورتەباس

6 salên berxwedan gelê Efrînê li hemberî dagirkerî û qirkirinê
کورتەباس

6 salên berxwedan gelê #Efrînê# li hemberî dagirkerî û qirkirinê
Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ji 18’ê Adara 2018’an heta roja îro binpêkirinên dijmirovî yên dewleta Tirk li ser Efrînê berdewam in. Li gorî Desteya Mafê Mirovan a Efrînê ji destpêka dagirkirinê heta dawiya sala 2023’an, 706 sivîl hatine kuştin, ji wan jî 111 jin û 13 zarok bûn. Herwiha bêtirî 300 hezar şîniyên Efrînê koçber bû û zêdeyî 500 hezar darzeytûn û hwd hatin birîn. Herwiha guhertina demografîk bê ser û ber tê meşandin.
Destpêka êrîşên li ser Efrînê
Di destpêka êrişan de dewleta Tirk a dagirker bi riya çeteyên girêdayî wê mîna Cephet Elnusra, DAIŞ’ê û hwd… weke alav li dijî gelên Sûriyê bikar danîn. Bi destpêkirina alûziya Sûriyê re dagirkeriya Tirk bi tena serê xwe derbasî herêmê nebû. Ji ber wê yekê çawa ku piştî 2018’an, lewazbûn û têkçûna çeteyên DAIŞ’ê pêkhat wê demê dagirkeriya Tirk hewcadarî pê dît ku bi xwe destwerdanê li ser xaka Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bike. 18’ê Çileya 2018’an de bi êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çekdar ku di bin navê Artêşa Azad a Sûriyê de komkirine êrişên ji bona dagirkiriya Efrînê hatin dest pê kirin. Pêvajoya êrîşên li ser Kantona Efrînê bi êrîşên bejehî û yên hewayî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve hatin destpêkirin û piştî berxwedana 58 rojan bi darê zorê gelê Efrînê ji cih û warê xwe hate derxistin û Efrîn ji milê dewleta Tirk a faşîst û qirker ve hate dagirkirin. Pêvajoya êrîşên li ser Efrînê, piştî vekişîna hêzên Rûsyayê ji Efrînê û di encama lihevkirineke di nav Rûsya û dagirkeriya Tirkiyeyê de pêk hat.
Dagirkirina dewleta Tirk a qirker ji axa Efrînê re ne bi tena serê xwe pêkhat û bi çavgirtina DYE û alîkariya Rûsya û çeteyên girêdayî hêza ku qaşo navê Rikberiya Sûriyê li xwe dikin pêkhat. Dagirkirina ku bi alîkariya Rûsya û li ser hesabê xwîna şîniyên resen pêkhat, ji dagirkiya Tirk re mîna diyariyeke mezin bû. Êrişên dagikeriya Tirk bi 72 firokên leşkerî yên F16 û tang û çekên pêşketî bi awayekî hovane li ser Efrînê destpê kir. Hîn di rojên destpêkê yên êrîşê de, dagirkeriya Tirk komkujî di derheqê gelê Efrînê de pêk anîn û hemû saziyên xizmetguzarî yên ku gel dabîn dikir, hedef girtin.
Bi dirêjahiya 6 salan re pêkanîna sûcên şer
Êrîş û kiryarên xirab yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê ji roja destpêkê heta îro bênavber didomin. Dagirkeriya Tirk di derheqê şîniyên resen de komkujî, kiryarên herî tund û xirab pêk anîn. Herwiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li pêşiya çavên cîhanê qirkirina gelê Efrînê pêktîne û cîhan tev li hemberî vê yekê bêdeng e. Li gor Desteya Mafê Mirovan a Efrînê ji 18’ê Adara 2018’an heta dawiya sala 2023’an, li Efrînê 706 sivîl hatin kuştin, ji wan jî 111 jin û 13 zarok bûn. Di heman demê de jî nêzî hezar kesên sivîl birîndar bûn. 6 rewşên xwekuştinê û gelek destdirêjiya cinsî li ser jinan ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyan wê ve pêkhatin. Herwiha 10 hezar kes jî hatin revandin û piraniya wan jin û zarok bûn û piraniya wan xistin zindanên veşartî de. Li Efrînê gelek zindanên veşartî û eşkere hene, yên ku agahî li ser wan tê zanîn 24 zindan in. Ev zindan jî bi giştî girêdayî istixbarata Tirk û dadweriya wê ne û bi hezaran şîniyên Efînê di wan de têne îşkencekirin. Ji van zindanên herî ku îşkenceya xirab tê kirin jî Zindana Mehete ye, Zindana Miwaselata (Emnyet Cebhe Elşamiye), Zindana Dibistana Elkerama ya ku kevintirîn zindan e û beşê jinan jî digre nava xwe û hwd.
Şerê li dijî xweza û çanda Efrînê
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ne tenê şer li ser mirovan dan meşandin, lê belê şer bi awayekî hovane li ser xwezaya Efrînê jî dan meşandin. Li Efrînê, ne mirov û ne xweza jî ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker xelasbûn. Di encama van kiryarên dijxwezayî de li gorî Desteya Mafê Mirovan a Efrînê wiha ne: Nêzî 500 hezar darên bi berhem weke zeytûn û fêkî û hwd hatin birîn û şewtandin. Di heman demê de 31 hezar hektar zeviyên çandiniyê hatin şewitandin. Dagirkeriya Tirk li Efrînê çand û dîroka gelê kurd kir armanc û gelek deverên kevnar û şûnwarên dîrokî ruxand û gelek ji wan talan kirin. Dagirkeriya Tirk 95 şûnwar talan kirin, ji wan 50 gir û 15 mezar jî rûxandin. Cihên navdar yên ku hatin ruxanidin jî weke Kela Nebî Horî, Ên Dara, Şikefta Duderî, Gora Marmaron û hwd… bûn. Di heman demê de ziman, çand, kelepor û perwerdeya kurdî hate qedexekirin. Li şûna wê jî çand û zimanê tirkî li ser kurdên Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat ferizkirin.
Koçkirina şêneyên resen
Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê re, zêdeyî 300 hezar şêneyên Efrînê koçberî kantona Şehbayê, Heleb û hwd bûn. Piştî dagirkirina Efrînê Rêveberiya Xweser li gel kampekê 4 kampên din ji bo koçberan amade kirin. Êdî 5 kamp ketin xizmeta koçberên Efrînê û di kampa bi navê Serdem, Berxwedan, Veger, Efrîn û Şehbayê de bi cih bûn. Di roja îro de hejmara malbatên li van kampan dimînin derdora 2 hezar malbat in. Bi dirêjahiya 6 salên dagirkirina Efrînê re rojane kesên ku di van kampan de dimînin, rastî êrîş, kuştin, dorpêçkirin û kiryarên dijmirovî ji aliyê dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê ve rûbirû tên. Di heman demê de di şertûmercên dijwar de dijîn. Nexasim ku germahiya havînê ya dijwar û sermaya zivistanê bi tena xwe ji bo koçberan astengiyeke mezin e.
Li Efrînê guhertina demografîk
Di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn û gundewarên wê ketin bin destê dagirkeriya Tirk. Dagirkirina Efrînê ne bi awayekî hêsan bû, lê belê piştî berxwedaniyeke mezin bû. Ev berxwedanî 58 rojan berdewam kir û bi navê berxwedana Serdemê hate nasîn. Piştî dagirkirina Efrînê, êdî li ser gelê wê guhertina demografîk hate meşandin. Li gor Desteya Mafê Mirovan a Efrînê, heta niha zêdeyî 7 hezar mal û 10 hezar firoşgehên bazirganiyê yên şîniyên Efrînê bi darê zorê hatin standin. Heriwiha 16 wargehên mîtingeriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, rêxistin û komeleyên cîhanî ve heyanî niha hatine avakirin. Weke wargeha mîtingeriyê ya bi navê Qerye Elqeteriye, Ecnadîn Filestîn, Besme û hwd… Komele û rêxistinên ku piştgirya siyaseta guhertina demografîk dikin zêdeyî 12’an ne, weke Komelya Şam a Xêrxwaziyê, Saziya Nameya Exwanan, Rêxistina Sûriya Yardim û hwd… Herwiha di roja îro de rêjeya şêneyê ku li Efrînê dimînin 25 ji 100 ye.
Berxwedna gelê Efrînê ya jiyanê li Şehbayê
Gelê Efrînê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 58 rojan li ber xwe da û gelek bedelên giran dan û bi darê zorê ji cih û warê xwe derket û li herêma Şehba bi cih bû. Gelê Efrînê ku ji 16’ê Adara 2018’an ve li qada Şehbayê ye, berxwedaniya xwe didomîne û wê heyanî rizgarkirina Efrînê li ser piya be.
Berxwedana gelê Efrînê di çarçoveya pêngava 2mîn a berxwedana Serdemê li herêma Şehbayê nameyekê dide cîhanê ku wê berxwedana xwe li nêzî warê xwe dewam bike heta ku Efrînê rizgar bikin.
Qonaxa duyan a berxwedana serdemê
Bi sed hezaran kesên ji Efrînê ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk mal û milkê xwe berdan û ji bi darê zorê koçî qadên Şehba û Şêrawa bûn. Ji ber ku Şehba beriya niha jî qada şer bû, piraniya avaniyan hatibûn wêrankirin. Ji ber vê yekê û ji neçarî gel di bin çadir û malên wêrankiriî de xwe bi cih kirin. Gelê Efrînê li gel hemû êrîşên dagirkeriya Tirk û şerê qirkirinê berxwedana xwe ji bona jiyanê û vegera Efrînê wê berdewambike. Bi alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û gel û ya gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê Efrînî yên ku koçî qadên Şehba û Şêrawa kirin bi lez û bez rêxistiniya xwe kirin.
Rêveberiya Xweser a Efrînê û Kantona Şehbayê bi rengekî lez û bez ketin nava tevgerê û hemû derfetên xwe seferber kirin. Di demeke kurt de kamp hatin danîn û piraniya Efrîniyan li kampan hatin bicihkirin.
Êrîş û dorpêça li ser Şehbayê
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser welatiyên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne bê navber didomîne û rojane mal, zevî, gundewarên herêmê topbaran dike.
Rejîma Sûriye jî li ser welatiyên Efrînê yên li Şehbayê dorpêçeke giran dide meşandin û derbasbûna sûtemenî, derman û hemû kelûpelên jiyanî asteng dike û ger ku derbasbibe jî bi behayekî mezin paceyan lê dibre.
Siyaseta ku hikumeta şamê li ser welatiyên Efrînê dide meşandin ji mirovan re wer xuya dibe weke ku welatiyên li Şehbayê dimînin sankî ne hemwelatiyên Sûriye ne.
Herwiha bi sed hezaran Efrînî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa xwe bûne penaber. Ji aliyekî ve dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîş dikin û ji aliyê din ve jî rejîma Sûriyeyê dorpêçeke girankirî li ser gelê Şehbayê dide meşandin û di encama dorpêçê de gelek welatiyan jiyane xwe ji destdane û heyanî îro jî ev dorpêç bê navber didome.
Lê di rastiyê de her kes dizane yê herî zêde yekîtiya xaka Sûriyê li hemberî êrişên hêzên dagirker parast û ji bona vê yekê her roj şehîdan dide ev gel e.
Soza tolhildan û serkeftinê
Ciwanên Efrînê yên sozdabûn ku Efrînê azad bikin, li ser soza xwe man û dev ji tekoşîn û berxwedanê bernedan û ji bo ku Efrînê azad bikin gelek bedelên giranbuha dan û heyanî îro jî didin. Ciwanên Efrînê pêşî bi navê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê rêxistiniya xwe ava kirin, nexasim li dijî dagirkeriyê ku komujiyên sivîl dikin û polîtîkayên sîxûriyê dikin çalakiyên bi bandor kirin. Piştre 21’ê Kanûna 2018’an Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hate ava kirin, rêxistiniya xwe kirin û li dijî dagirkeriyê tevgeriyan. Li navenda Efrînê û gundên wê HRE’yê berxwedaneke mezin da meşandin û gelek çalakiyên bi bandor li Efrînê dane meşandin.
Gelê Efrînê 20’ê Çileya sala 2018’an bi navê “Berxwedana Serdemê” 58 rojan li dijî topbaran û êrîşên dewleta Tirk ên bejahî û hewayî heta 18’ê Adara heman salê li ber xwe dan.
Bi dirêjiya 6 salan ji dagirkirina bajarê Efrînê, dewleta Tirk a dagirker hemû sûcên dijmirovî ji kuştin, revandin, işkencekirin û talankirinê li dijî gelê Efrînê pêk tîne. Gelê Efrînê ji aliyekî ve bi şertên dijwar dijî û ji aliyekî din ve jî li dijî êrîşên dewleta Tirk di nava çalakî û berxwedanê de ye. Li dijî dagirkeriyê û dorpêça hikumeta Şamê gelê Efrînê bi dirêjiya 6 salan her tim di nava berxwedaniyê de ye û li ser piya ye. Gelê Efrînê girêdayî axa xwe ye û rojane ji bona rizgarkirina Efrînê bedelên giranbuha dide û wê heyanî rizgarkirina Efrînê jî berxwedan û tekoşîn wê her berdewamb e.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,234 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 80
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 21-01-2024 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 07-02-2025 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( زریان سەرچناری )ەوە لە: 07-02-2025 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,234 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.407 چرکە!