کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  587,350
وێنە
  124,635
پەرتووک PDF
  22,130
فایلی پەیوەندیدار
  127,036
ڤیدیۆ
  2,194
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,688
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,893
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,781
عربي - Arabic 
44,355
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,813
فارسی - Farsi 
15,977
English - English 
8,539
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
80
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,226
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,482
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە، ماڵپەڕ و دەزگا میدیاییەکان و ...) 
1,095
وێنە و پێناس 
9,466
کارە هونەرییەکان 
1,734
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,044
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,820
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,192
شوێنەوار و کۆنینە 
788
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,065
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,714
کورتەباس 
22,326
شەهیدان 
12,115
کۆمەڵکوژی 
11,392
بەڵگەنامەکان 
8,746
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,065
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,639
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
910
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,508
PDF 
34,784
MP4 
4,044
IMG 
235,392
∑   تێکڕا 
275,728
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Malbatên şehîdan: Şoreşa Rojava şoreşa azadiyê ye
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت هەر ڕۆژێکی ڕۆژژمێرەکەمان چیی تیادا ڕوویداوە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Malbatên şehîdan: Şoreşa Rojava şoreşa azadiyê ye
Hemza Sêvo/ Qamişlo
Malbatên şehîdan diyar kirin ku #Şoreşa# 19’ê Tîrmehê ji bo gelên bindest şoreşa azadiyê bû, bi saya felsefeya Rêber Apo, keda şervanê
n azadiyê û xwîna şehîdan destkeftiyên giranbuha hatin qezenckirin. Herwiha malbatên Şehîdan tekez kirin ew ê hertim li ser şopa şehîdên heqîqet û azadiyê têbikoşin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê, dikeve sala xwe ya 12’an, ji bo kurdên Rojava, herwiha gelên Sûriyê bi giştî şoreşeke nimûneyî li ser asta cîhanî ye. Bi hizir û felesefeyeke kûr, bi çirûska çekê heqiyê û hêza jin, xort kal û pîran di sala 2012’an de dest pê kir. Tevî astengî û êrişên çete û dewletên desthilatdar û hegemon, ev şoreş bû destkeftiyek bi nirx, bi saya şehîdan heta roja îro, hîna li ber xwe dide û didome.
Di derbarê salvegera 12’mîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.
‘Şoreşa Rojava derfeteke dîrokî ye’
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Xêriya Hesen anî ser ziman ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelê kurd û pêkhateyên din re derfeteke dîrokî ye û wiha got: “Dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir, di heman demê de Buhara Gelan li gelek welatên erebî dest pê kiribû ji wan dewletan Sûriyê bû. Li Sûriyê serhildanek li dijî rêjîma wê demê hat destpêkirin û hêzên qaşo xwe dikin rikberên hikumeta Şamê şerek dest pê kirin. Me weke qada sêyem xeta şoreşa xwe da meşandin, parastina xaka xwe kir. Di pêşveçûna vê şoreşê de me êrişî tu aliyan nekiriye, lê belê me civak bi rê ve bir û civak ji desthilatdariya rêjîma wê demê rizgar kir. Netewa kurd di ber qirkirinê de bû, rêjîma desthilatdar siyaseta pişaftinê dida meşandin. Pêkhateyên din ji bilî yên kurd jî mîna suriyan, aşûr, ermen û hwd… ji mafê xwe bêpar mabûn. Lê bi destpêkirina şoreşê re, êdî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wê zilm û zordariya hatin rizgarkirin, ji ber vê yekî jî Şoreşa Rojava ji bo gelên Sûriyê bi giştî derfeteke dîrokî bû. ”
‘Şoreşa 19 Tîrmehê şoreşa azadiya jin, civak, ziman û çandê bû’
Xêriya Hesen diyar kir ku Şoreşa Rojava jin, civak, çand û zimanê kurdî azad kir û wiha domand: “Berî ku Şoreşa Rojava dest pê bibe, gelên Sûriyê û bi taybet gelê kurd ji ziman, çand û hemû mafê xwe bêpar bûn. Bi derketina şoreşê re sûdeke mezin li gelê kurd hat kirin ku destpêkeka qonaxeke nû ji bo gelê kurd hat afandin û dîroka kurdan, ziman, nasname û çanda kurdî bi cîhanê jî da naskirin. Ev qonaxa nû ya li ser fikr û felsefeya Netewa Demokratîk nefes da civakê, di serî de jin ji hişmendiya malbat û dewlet hat rizgarkirin. Bi vî awayî jina kurd li nik zilamê kurd xwe bi rêxistin kir û sîtstema hevseroktiyê hat çêkirin. Jina kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi berxwedaniyekê kir xwe di hemû waran de, weke milê siyasî, aborî, civakî û hwd… li pêş xist, nexasim di aliyê leşkerî de. Berxwedaniya YPJ’ê ya ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de yê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da meşandin, berxwedaniyeke efsûnî bû û hişt cîhan bejna xwe li hemberî vê berxwedanî û vîna jinên kurd bitewîne. ”
‘Felsefeya Rêber Apo bandor li tevahiya cîhanê kir’
Rêveberiya Qomîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan Gulo dest nîşan kir ku hizr û ramanên Rêber Apo bandora xwe li gelên cîhanê kir û wiha axivî: “Bi boneya salvegera Şoreşa Rojava em şoreşa xwe, li Rêber Apo, şehîdên azadiyê, têkoşer, gelê kurd û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Birastî Şoreşa Rojava li gorî şoreşên cîhanê yên ku berî niha hatine destpêkirine şoreşeke nimûneyî ye, ji ber ku xwedî rêgez, felsefe, nirx û îdiyolojiyeke cuda bû. Vê şoreşê li ser xeta şoreşgerî ya îdiyolojî Tevgera Rizgeriya Kurdistanê û felsefeya Rêber Apo meşa azadiyê dest pê kir. Di pêşveçûna şoreşê de roj bi roj serkeftinên dîrokî weke destkeftiyên nirxbuha bi saya şehîdan û şervanên me dihatin qezenckirin. Lewma jî dengvedaneke mezin li ser asta cîhanê çêkir, ne tenê li Sûriyê û Rojhilata Navîn, lê belê gelên cîhanê tev ketin bin bandora Şoreşa Rojava û felsefeya Rêber Apo. ”
‘Em pişta xwe nadin şehîdên azadiyê’
Cîhan Gulo bilêv kir ku ew ê hertim li ser xeta heqîqet û azadiyê bimeşin û wiha axivî: “Bê guman Şoreşa Rojava tevî ku astengiyên derdikevin pêşiya me, êriş û gefên li ser herêma me tên kirin dîsa jî berdewam e. Di dema heyî de hemû hêzên desthilatdar bi taybet dewleta Tirk bi hemû hewldanên xwe dixwaze vê şoreşê têk bibe. Rojane êriş, û kiryarên dagirkeriyê tên kirin, li aliyekî din jî çeteyên DAIŞ’ê jî bi saya dewleta Tirk tevdigerin, armanc ji vê yekê jî têkbirina şoreşê û destkeftiyên wê ne. Lê şoreşa ku gelên wê bi saya wê ava azadiya vexwarine, wê ticarî bêdeng nemînin li hember êrişên ku li ser herêmê tên kirin. Her bostek ji axa Rojava û Kurdistanê tevî bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Lema jî eger pêwîst bibe, ne tenê li Rojava em ê têkoşînê ji bo axa xwe bikin, lê belê li her çar parçeyên Kurdistanê axa pîroz biparêzin. Em ê hertim bi hizir û ramanên Rêber Apo kar û xebatê bikin û heya nefesa dawî em ê li ser şopa şehîdên azadiyê bin. ”[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 602 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 28-01-2025
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 12
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 21-07-2024 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: دۆزی کورد
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 28-01-2025 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 30-01-2025 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 30-01-2025 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 602 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.063 چرکە!