#Rêveberiya Xweser# banga serferberiyê kir
Ji raya giştî re:
Di destpêkê de em êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî xaka Sûriyê şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me li Heleb û Şehbayê silav dikin.
Ev êrîşa dewleta Tirk berdewamiya plana ku Tirkiye – DAIŞ`ê, têde têk çûn. Armanca wê dagirkirina Sûriyê û bidestxistina sînorên Mîsaqa Millî ye ku dewleta Tirk gelek caran ji bo pêk anîna wê dixebitî. Armanca vê êrîşê dagirkirin û parçekirina Sûriyê û da ku wê bikin navenda terora navneteweyî ye. Êrîşa ku ji Heleb û Hemayê dest pê kir armanca wê ne tenê herêmek bû lê belê tevahî Sûriyê bû.
Ji ber wê jî em bang li hemû gelên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku zanibin ku yek ji armancên vê êrîşê ew e ku hêviyên gelê Sûriyê di jiyaneke bi rûmet û azad de binpê bikin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bikin û xakên nû tev li Tirkiyê bikin. Ji ber vê yekê jî divê em weke Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen li hemberî van êrîşan destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin.
Her wiha em bang li ciwanên xwe dikin ku li derdora QSD`ê kom bibin. Em qonaxa seferberiya giştî radigihînin û bang li gelê xwe dikin ku her tim amade bin.
Di serî de saziyên me divê li ser karê xwe bin û di nava rewşeke hişyariyê de bin û her saziyek weke şaneyeke kirîzê kar bike.
Em bang li civaka navneteweyî jî dikin ku ev êrîş dê bi xwe kareseke mirovî bîne û ev gef dê tenê li dijî Sûriyê be lê belê ew DAIŞ`eke nû ye û dê encamên wê yên herêmî û cîhanî hebin.
Silav û rêzên Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
1`ê Kanûna 2024`an
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 586 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!