Her çendî kurd di nava şert û mercên zehmet yê jiyanî de, di seranserî serdeman de jiyan, lê dîsa jî bi hemû hêvî û îradeya xwe timî hewl dane ku ji bo dîrok û nifşên ji pey xwe re, bixebitin û berheman binivîsînin. Zimanê kurdî timî ji ber rewşên siyasî û aborî û şert û mercên pevçûnan hatibû qedexekirin. Lê kurdan, dev ji zimanê xwe bernedane û timî di nava ode û civatan de pê çîrok, stran, destan, efsane, serpêhatî û dengbêjî digotin.
Her çiqas bi kêmanî be jî zarokên kurdan ji bûyîna xwe de ji devê dayikan fêrî wêjeya xwe dibûn. Dayikan bilûrîk û gotina çîrok, çîrvanok, mamik, zûgotinok û lîstokan ji zarokên xwe re, hişmendî û wêjeya wî ferehtir dikir.
Wêjeya kurdî jî wek wêjeyên mirovî yên din, di nava doz, mijûlbûn, perwerdeyeke rast û jiyaneke baş, behsa zarokan dikin. Zarok di nav civaka kurd de, tevî rewşên xerab a ku tê de dijî, bi jiyaneke azad û xeyalên fireh diramin. Kurdan tevî zehmetiyên xwe ye jiyanî, timî zarok û zaroketî kirine mijara xwe. Her çendî berê wêjeya zarokan a kurdî çi rojname, kovar û hwd bi nivîskî peyda nebûbûn, dîsa jî kurdan bi wêjeya xwe ye gelêrî zarokên xwe têr kirine.
Her çendî ew wêje ji aliyê pedagog û pisporan ve nehatibe şopandin jî, dîsa jî zarok bi riya wê fêrî ziman û serpêhatiyên miletê xwe dibûn. Kurdan ji her aliyê jiyanî ve zarok kiribûn mijara xwe û ew hêviya gelekî desteser û siberoja azad didîtin. Her dem gotin li ser zarokan kirine û ji bo xwe ders û mînak girtine. Wek mînak gava dibêjin;
Diranê şîrî heta pîrî
“Mala zar tê de tune bin milyaket xwe nadinê”
Serê Salê binê malê xwedê kurekî bide vê malê
Zimanê K-kurdî û zarok ji bo Ehmedê Xanî gelekî bi qîmet bûn. Ji bo ku zarokên kurdan perwerde bike, wî medreseyek vekiriye û di wê medreseyê de ders daye zarokan. Dr. Nûredîn Zaza jî di kovara Hawarê de qal dike ku perwerdeya zarokan ji bo Ehmedê Xanî gelek bi qîmet bûye û wî her tim şîret li zarokên kurd kirine ku ew ji heval û malbatên xwe hez bikin da ku ew hînî hezkirina dayika xwe (Kurdistanê) bibin. Wî ji bo perwerdeya zarokan Nûbihara Bîçukan nivîsiye ku ew pirtûk di şiklê ferhengeke zarokan de hatiye nivîsîn ku zarokên kurd zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nekin.[1]