Her çiqas wêjeya zarokan ya nivîskî di nav wêjeya Kurdî de qels mabe jî, lê belê gelek çîrokên devokî ji dê û pîrikan/bav û kalan derbasî nava nivîsê bûne. Ji wan jî divê em ronahiyê bidin ser çend rexneyên ji aliyê pedegojiyê ve ku bi awayekî yekser û neyekser bandora xwe li ser çîrokên zarokan dikin bînin zimên. Gelek çîrokên devokî û nivîskî roja îro gava ku ji zarokan re tên xwendin, em dibînin ku ji gelek aliyên xwe yên pedagojîk ve dibin xwediyê hin pirsgirêkan. Carinan bi riya çîrokeke ku ji aliyê perwedehiyeke baş ve ser hatiye xebitandin zarok dikare bibe xwediyê pêşerojeke ronak û carinan jî ji ber sedemên lewazbûn û kêmaniyên hîmên perwerdehiyê zarok dikare bi riya çîrokekê jî bibe xwediyê pêşerojeke nediyar û nebenî
Destpêk
“Em wêjeya zarokan dikarin di navbera salên 2-14an de nîşan bidin an jî wekî kamilbûna mirovan piştî ku temenê mirov dighêje çardehan êdî kirasê zarokatiyê ji ser xwe davêje.” (Mem Bawer, Girîngiya Wêjeya Zarokan.) Ji bo vê yekê di navbera salên zarokatiyê de divê bîr, hiş, xeyal û ramanên zarokan bi zimanê dayîkê, bi riya pirtûkan asoya xwe fireh bike. Ji bo ku di pêşerojê de ji jiyana xwe çêjê bigire û hewcedariya xwe binase. Wek ku herkes jî dizane jiyana zarokan jiyaneke pir cuda ye. Xeyalên wan ne li gorî xeyalên me ne û cuda ne. Xeyalên zarokan fireh, tenik, nazik û zû bi zû bi her tiştî bandor dibin. Zarok bi saya xeyalan cîhan, xweza û hawirdora xwe bêhtir fêm dikin. Ji ber vê yekê Mem Bawer di gotara xwe ya bi navê Girîngiya wêjeya zarokan de weha dibêje: “Zarok ji tiştên xeyalî hez dikin, lê belê zarok di nav wan xeyalan de jî li rastiya jiyana xwe digerin.” (Mem Bawer, Girîngiya Wêjeya Zarokan.)
Her weha li gorî derûnas û mamosteyê derûniyê Bangîn Ebdela weha dibêje “Zarok an mirov bi giştî dabeşî sê beşan dibin: hin ji wan bi çavan bandor dibin, hin bi guhdarkirinê bandor dibin û hin jî bi hestan bandor dibin. (Saykuloj û Mamosteyê derûniyê Bangîn Ebdela) Lewma jî bi rêya van her sêyan divê zarok rastî û çewtiyên jiyanê, edalet, hezkirin, dostanî, rexne, zayenda civakî, zagonên ku di civakê de hatine pejirandin, ekolojî û hezkirina xwezayê, qencî û xerabî û divê alîkariyê nîşanî wan bidin. Ji bo ku rastiyên jiyanê fêr bibin hewcedarî bi xeyalên paqij in..
Nivîsên ku bi taybetî ji zarokan re li cîhanê hatine nivîsîn, ji celebên wêjeya ku ji mezinan re hatine afrandin, derengtir hatine. Cara yekemîn nivîsên bo zarokan di dawiya sedsala 17an de, bi awayekî parçeparçî li cihên cuda derketiye. Di serî de xwe spartiye çîrok û çîrvanokên gelêrî ku bi devkî ji zarokan re dihatin gotin. Lê di nîvê sedsala 20an de, ev wêjeye di cihêrengiya di şekl, metn û wêneyê de, li cîhanê belav bûye. Ev yek jî bi riya guhertina di civakbûn û guhertina têgihîştina wan li zarok û perwerdehiya wan de hate dest.
Ji bo wêjeya zarokan û xebatên ku li ser wê di dîrokê de gelekî dereng dest pê kirine, Türkan Tosun wiha dibêje: Wêjeya zarokan a devkî li hemû cîhanê kêm an jî zêde bi lorîk, çîrok, tiştanok û tiştên wek van ên bidevkî ve hebûye, lê heta sedsala 17emîn ji bo zarokan tu tişt nehatiye nivîsandin.( TOSUN Türkan (2018), Edebiyata Zarokan a Kurdî li Bakur, 147-145 r.) Lewma jî gava yekemîn car xwestin ku ji bo zarokan binivîsin, ji çîrokên gelêrî ên ji bo zarokan de dest pêkirin.[1]