کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  586,656
وێنە
  124,511
پەرتووک PDF
  22,123
فایلی پەیوەندیدار
  126,678
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,180
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە، ماڵپەڕ و دەزگا میدیاییەکان و ...) 
1,041
وێنە و پێناس 
9,466
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,019
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,820
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,191
شوێنەوار و کۆنینە 
783
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,063
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,692
کورتەباس 
22,210
شەهیدان 
12,030
کۆمەڵکوژی 
11,391
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,639
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
912
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   تێکڕا 
274,973
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (163): Gundê “Ze’irê” koçberkirin û talankirina malmewal û malan, revandina jinekê û girtinên bêsûca
پۆل: بەڵگەنامەکان
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
زانیارییەکانی کوردیپێدیا لە هەموو کات و شوێنێکەوەیە و بۆ هەموو کات و شوێنێکیشە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (163): Gundê “Ze’irê” koçberkirin û talankirina malmewal û malan, revandina jinekê û girtinên bêsûca
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (163): Gundê “Ze’irê” koçberkirin û talankirina malmewal û malan, revandina jinekê û girtinên bêsûca
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (163): Gundê “Ze’irê” koçberkirin û talankirina malmewal û malan, revandina jinekê û girtinên bêsûcane, bîneriyek li ser Hepsa “Çobanbegê – Elra’î”, qedexekirina vegera xelkê Gundê “Şêxorzê”.

Di pêvajoya xweşikirin û cîlawkirina dagîrkeriyê de, piropogandeke ragîhandinî bi vegera malbatên koçberbûyî bo cîwarên wan li Herêma Efrînê re tê kirin, lê bi kêmanî gotina li ser qedexekirina vegera bisedan malbatên aniha li herêmê bo gundên wan ên ji Avdara 2018an ve talankirî û koçberbûyî paşguh dike, mîna gundên “Dêrwîş û Çê – N.Reco, Şêxorz – N.Bilbilê, Baflûn û Sînka – N.Şera”, ya ku weke beşekê ji rasteqînên guhertina demografî ya rêbazkirî ya li herêmê cîbicîkirî tê jimartin.
Vaye hin binpêkirin û tewanên pêkhatine:
= G.”Ze’irê”:
Li ser pesarê Başûr Ro’avayê Çiyayê “Girê Mezin” dikeve, /2.5/KM ji navenda Navça Bilbilê dûr e, ji /200/mal pêk tê, dora /1200/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema êrişa dijmantî ya Turkiyê bi ser Herêma Efrînê de tev penaber bûn, tenê jê /30malbat=180nişte/vegerîn, û dora /170malbat=1000nişte/ ji anîndeyan -piraniya wan ji “Xota” ne- têde hatin niştecîkirin.
Artêşa Turkiyê gund topebaran kir, di encamê de piraniya mala hemwelatî “Ehmed Elîko (Ebû Mahêr)” hate roxandin û ziyan gihîşte hejmarek malên din; Milîseya “Firqit Elmu’itesêm” gund desteser dike û Vêla “Mistefa Elîko” ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî, lê Artêşa Turkiyê jî Vêla “Dilovanber Ehmed Miqdad (Bavê Ibrahîm)” ji xwe re kiriye biryargeh.
“Vêla “Dilovanber Ehmed Miqdad” li G.”Ze’irê” – N.Bilbilê berî ku Artêşa Turkiyê bike biryargeheke leşkerî.”
Piştî penaberbûna xelkê û berî yên vegerîne bighînin gund, piraniya malan hatin dizîn û talankirin, ji firaxên baqirî û qizêzî de bigir ta amûrên elektirîkê, û amûrên pirojeya taqeta “enerciya” elektirîka roniyê ya taybet bi ronîkirina gund (a ku ji /40/tablo, /4/Invêntir û /24/betariyan pêk tê û li 27.4.2017an -weke karekî komelîn-hatiye çêkirin), bi ser de jî dizîna otombîlan û tirektorên çandiniyê.
“Pirojeya taqeta(enerciya) elektirîka roniyê ya ji bo ronîkirina G.”Ze’irê” – N.Bilbilê berî dizînê.”
Weha jî Milîseya “Elmu’itesêm” dest danî ser piraniya malmewalên ên ne li gund û vêrgiyên diravî yên têkel danî ser werzên zeytûnan ên berê, û li 12.9.2020an li ser her malbateke Kurd e li gund maye hezar dolar weke vêrgî ferz kir, û yê ku nede bi qewtandinê ji gund û destdanîna ser malê gef kir. Lê, Milîseya “Ehrar Elşerqiyê” dest danî ser Vêla “Dilovanber Ebid Elreman Reşîd (Bavê Ebdo)” ji xelkê G.”Ze’irê” li G.”Kefircenê”.
Yên vegerîne gund rastî binpêkirinên têkel (mîna girtin, kêmrûmetkirin û têqumandin û tengasîkirinê) hatin, da ku vêrgiyên diravî ji wan bibin û neçar bibin ku gundê xwe berdin, û hin ji girtiyan ji bo serbestberdanê vêrgiyên diravî dan.
Herweha darên ihracê û yên çolê yên kêmdîtî li çiyayên dor gund, /75/darên zeytûnê yên hemwelatiyekî Gundê “Su’iriya” yê hevcîwar û li ser Riya “Ze’irê” – Bilbilê li 28.8.2021an, û darên Zaretgeha “Şêx Hemzê” yên ihracê û temenmezin jê, ji bo êzingkirin û çêkirina komirê, bi şêwakî hovane û bêwijdan hatin qutkirin.
“Dareke Sindiyanê ye temenmezin li Zaretgeha “Şêx Hemzê” – N.Bilbilê, berî û piştî qutkirinê.”
Û herweha jî zaretgeh û hin tirbeyên li dorê hatin wêrankirin û tevdan.
Û ji aliyeke din ve, Hikometa Turkiyê li destpêka sala 2020an, têl û dîwarê sînorî bi kûraniya /300/M û li ser dirêjiya pesarê çiyayê bi ser gund ve, bi hundir Sûriyê ve têveda, sînorên navdewletî yên li ser lihevkirî derbas kir (sînorê ku dîwarê wê yê cudewaz ji dora çar salan ve li aliyê Sûriyê ji herêma navber di nav herdu welatan de hatiye avakirin), da ku çavdêrî û desteserkirin û kontirolkirina artêşa xwe li ser deşt û gundên navçê mekin û pihêt bike.
= Revandin û girtinên bêsûcane:
– Ji dema hatiye girtin ve li dawiya Avdara 2018an, piştî vegera hin xelkê gund li çaxa hatiye dagîrkirin, û ta niha çarenûsa hemwelatî “Xoşnav Ne’isan kurê Remzî/30/sal” ji Gundê “Hesen” – Navça Reco ne diyar e; Û bibîr tê jî ku destlatên dagîrker /11/hemwelatî yên temenê wan di navêna /18-45/salan de ji xelkê gund, li navîna Rezbera 2018an girtin, guhestin Wîlayeta “Hetayê” – Turkiyê, bi tuhmetên çêkirî heft ji wan bi hepiskirina heta – heta û çar jî bi /12/salan ceza kirin, û niha jî Dadgeha Lênûvegerê (Neqdê) ya Turkiyê li dozên wan mêze dike.
“Hemwelatiyê ji Avdara 2018an ve zorane veşartî “Xoşnav Ne’isan kurê Remzî/30/sal” ji xelkê G.”Hesen” – N.Reco.”
– Li 12.9.2021an, Milîseya “Firqit Elhemzat” ya ku li Gundê “Kîmarê” – Şêrewa û Havîngeha Çiyayê Elehlam cî girtiye, hemwelatî “Arîn Mihemed Dilî Hesen /25/sal – Ji şeş mehan ve mêrkirî û ducanî” ji gund revand û zorane veşart, û ji bo berdanê ji merivên wê vêrgiyeke diravî dixwaze, û ta niha çarenûsa wê ne xuya ye; Bi bîr tê jî ku “Arîn” berê jî ji aliyê heman milîseyê ve li Reşmeha 2020an hate revandin û di biryargeha “Firqê” de (Avahiya Asayişê ya berê li Hirşê Mehmûdiyê) li Bajarê Efrînê zorane hate veşartin, û di nav giropeke jinên ku jê derketine de bû, piştî ku Milîseya “Ceyş Elîslam” li 28.5.2020an dest danî ser biryargehê, û di dû re jî li 23.12.2020an ji Hepsa Maratê hate berdan.
“Hemwelatiya hatiye revandin “Arîn Mihemed Dilî Hesen/25/sal” ji xelkê G.”Kîmarê” – Şêrewa.”
– Li 12.9.2021an, Asayişê li Navça Reco hemwelatî “Kemal Çolo/55/sal” ji xelkê Gundê “Şêx Mehmedlî – Kerê” girt, û piştî du rojan û dandina vêrgiyeke diravî ew serbest berda.
– Ji heftakê ve, rêbenda çekdar a Milîseya “Firqit Elsultan Melekşah” li Gundê “Çema” – Şera “Mahêr Mihyedîn Miqdad/20/sal” ji xelkê Gundê “Qerebaba” – Navça Reco girt, piştî ku ji Heleb vegerî herêmê da ku derbas Turkiyê bibe, û niha jî /5/ hezar dolar vêrgî ji xwediyan dixwaze da ku berde.
– Li 14.9.2021an, asayişê li Navça Mabeta hemwelatî “Şiyar Xelîl Ebas” ji xelkê Gundê “Birîmce” bi tewanbariya têkliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girt, û li navenda xwe bend kir, da ku piştî du rojan biguhêze hepseke Bajarê Efrînê, û ji heyvekê ve ji heman gundî hemwelatiya bi navê “Dilyar Osman” jî du rojan girt; Herdu berê jî carekê hatine girtin.
= Bîneriyek ji Hepsa “Çobanbegê – Elra’î” ya dengbed:
Destlatên dagîrkeriya Turkiyê beşê mezin ji veşartiyên zorane yên di Hepsa Bajaroka “Çobanbegê – Elra’î” de – Herêma Babê (ya ku Milîseya “Firqit Elsultan Mûrad” bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê wê bi rêve dibe) serbest berdan, piştî qedandina /2-3/ sal bendkirin û şûndaçûna tenduristiya wan ji ber işkencekirinê û mercên sert û dijwar, û piştî derzanên dûhatî ji cîbicîkirina cezayan re û digel baceyên diravî, ji dadgehên wêneyî yên li Efrînê derketî.
“Hepsa Bajaroka “Elra’î ya Navendî” – Herêma Babê.”
Yek ji yên berdayî (ji bo parastina wî em nêv nabêjin) bîneriya xwe li ser girtîgehê û veşartiyên têde weha ji me re pêşkêş kir, û got:
– Girtîgeh ji çend beşan pêk tê, di bin avahiya Hepsa Navendî ya Bajaroka “Çobanbegê – Elra’î” de ye – Herêma Babê.
– Zîndana me ji çend odan pêkdihat, û hejmara me bêtirî sedî bû di ciyekî de.
– Di nav girtiyan de jin û negîhayî hebûn.
– Xwarin pir kêm bû, ji tonên herî bed bûn, û ger ne ji neçariyê be mirov nikane bixwe.
– Paqijî yekcar tunebû, ta asta ku em ji destpêka girtinê ve li Avdara 2018an û ta dawiya heman salê bê serşuştin û guhertina kincan man, ta ku ji me re cilên hepisciyan ên wekhev anîn, wê hîngê cilên me dirîn û hin ji me nîvtazî yan tazî man, deverên şermîn ên hinan hatin xuyakirin, bînên pîs û genî bi ser govdên me ketin, û nexweşiyên eyarî li ser diyar bûn, mîna (gurî, xurandin, kêrmegirtin û belekiya eyarî…HWD).
– Cûrbecûrên têkel ên işkencekirina derûnî yên kêmrûmetkirina mirov (sixêf û gotinên pîs, hincara pêherşandina cinsî bi jinan…) û hemî rengên işkencekirina govdeyî li dijî me dihatin bikaranîn, ta hincara di dermafê yên negîhayî de yan jî di dermafê diyan de li pêş zaroyên wan; Bi giştî işkencekirin di dermafê girtiyan de ji piştî Nimêja Yasîna de dest pê dikir ta Berbanga Sibê, û her ku işkencekeran (celadan) şêwakî nû ji işkenceyê di’afrandin, kêfa wan pê dihat û pê şanaz dibûn, mîna lêdana bi destan (sîle û kulmist), pihênkirina bi lingan li ser hemî çarçewên govde, hemî rengên lêxistina binpêyan (feleqe), bidarvekirina bidestan an lingan û hîştina govde weha dalewandî û di ber re jî lêdan, pêvenandin û şewtandina bi cixaran an bi alavên germ, û ta cûreyên din ên işkencekirinê yên ku têne bîra mirov; Û hincara jî bêtirî endamekî li ser işkencekirina girtiyekî dibûn hevkar.
– Ji ber işkencekirina mekin, dest, ling, serî û parsiyên hinan şikîn, û govdeyên tevan bi hin ciyan derizîn, reş, şîn û mor bûn, û hin jî seqet bûn û nexweşiyên timî (muzmên)vêre çêbûn.
– Hin girtî di bin işkencekirinê de şehîd ketin, hatin guhestin û di cîne bi dizî de hatin veşartin, bê ku merivên wan werin agahdarkirin, û hin ji ber işkenceyê paşê jiyana xwe ji dest dan.
– Di encama tûşîbûna jinan ji işkencekirina govdeyî û derûnî û pêherşandinên kêmrûmet de, hina hewil dan ku êgir berdin bedena xwe û xwe bikujin.
Bîner gotina xwe weha bi dawî kir û got:”Tiştê min aniye zimên piçek ji piriyê ye, hîn pir tişt hene hema gotina wan tenê porê mirov sipî dike”, lê yê vêre jiyaye, bi çavên xwe dîtiyê û bi seriyê wî hatiye gerek çawa bibe, herweha mirov nikane di demeke kin de bi hûrgilî wê şirove bike, ji ber ku tiştên di zîndanên Hepsa Elra’î de bûne, roj û cilde jê re gerek in”.
= Bêserûberî û serberdayetî:
– Li 13.9.2021an, “Berevaniya Sivîl – Eldîfa’i Elmedenî” got ku tîmên wê agirek li daristaneke Gundê “Kora” – N.Cindirêsê vemirandine, agir ta Berbanga roja din vêketî mabû, û bidehan dar li rûbereke fere şewitandiye.
“Şewatek li daristaneke ihracê li dor G.”Kora” – N.Cindirêsê.”
– Li 14.9.2021an, “Berevaniya Sivîl li Efrînê – Eldîfa’i Elmedenî” got ku bombeyeke teqîner li kêlek otombîleke sivîlî li Bajarê Efrînê (Taxa Eşrefiyê) teqiya, bê ku li tu kesî bikeve.
= Binpêkirinê virdewêde:
– Li 11.9.2021an, /35/malbat ji xelkê sê gundên “Şêxorzê” (500mal) – N.Bilbilê yên ku ji dema dagîrkeriyê ve li Avdara 2018an bi tevahî talankirî û ji xelkê wan koçberkirî (ji wan malbatan /33/ li gundên derdorê rûdiniştin û /2/ jî ji Heleb vegerîbûn), hewil dan ku vegerin ser cîwarên xwe, lê Destlatên Dagîrker tenê xirbeliqiyeke ragîhandinî bi haziriya keyayên gundên (Ebûdanê, Dêrsiwanê û Mersa) çêkirin û hin wêne belav kirin, lê rê nedan ku vegerin G.”Şêxorzê Jorin” (ê ku di bin destê Artêş û Istîxbaratên Turkiyê de) û G.”Şêxorzê Ortê” (ê ku di bin destê milîseyan û anîndeyan de), û tenê malên pênc malbatan li G.”Şêxorzê Jêrin” radestî xwediyan kirin, û li 14.9.2021an, du hemwelatiyên ku tevî malbatên xwe ji Heleb vegerîne (yek jê ji “Şêxorzê” û yê din ji “Ebûdanê”) jî girtin.
– Di navboriya heftakê de, “Ebdo Osman” serkêşê Milîseya “Hêzên Taybet(Elqiwat Elxase) – Feyleq Elşam” ya li G.”Birc ebdalo” – Şêrewa, ev vêrgiyên diravî li ser van hemwelatiyan (“/5/hezar dolar – Fethî Nebî Ebdo bi behaneya ku malmewalên birayê xwe yê mirî bi rêve dibe” û “/2/hezar dolar – Elî Misto – Bavê Şivan, bi behaneya rêvebirina wî ji malmewalên birayên xwe yên ne li gund re ” û “/2/hezar dolar jî – Edanan Umer Kuleho, bi behaneya ku wî bi/5/hezar dolar zeviyeke henara bi demane daye”) ferz kir; Tê bi bîranîn jî ku ew serkêşê navborî “Osman” (ê ji Gundê “KeferHeleb” gundewarê Rojavayê Heleb) bi rengekî berdewam vêrgiyên diravî û tiştmiştên din li ser xelkê gund ferz dike.
“Serkêşê Milîseyên “Hêzên taybet (Elqiwat Elxase) – Feyleq Elşam” li G.”Bircebdalo” – Şêrewa, yê ku bi “Ebdo Osman” tê navdan.”
Tu berdêl -çi bilez an dereng- ji vegera penaber û koçberên Efrînê re bo cîwarên xwe tune ye, û ew mafekî xwezayî û rewa ye, lê di siya nepeydabûna heyamên bi’ewle û hin pêngavên ji bo parastina jiyana wan û peydakirina bingehên jiyanê ta ku bi awakî rêjeyî be jî, çênabe li ser sivîlan bê ferzkirin, û ne ji mafê yekî ye jî qedexe bike.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,276 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 111
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 19-09-2021 (5 ساڵ)
جۆری دۆکومێنت: وەرگێڕدراو
شار و شارۆچکەکان: عەفرین
شێوازی دۆکومێنت: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
وەرگێڕدراو لە زمانی: عەرەبی
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 03-02-2024 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 12-02-2024 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 12-02-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,276 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.235 چرکە!