کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,776
وێنە
  124,281
پەرتووک PDF
  22,112
فایلی پەیوەندیدار
  126,236
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,126
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,006
وێنە و پێناس 
9,467
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,997
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,182
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,055
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,159
شەهیدان 
11,970
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,630
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,638
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
909
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   تێکڕا 
274,453
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (157): Gundên “Eltaniya û Şêxotka” yên dagîrkirî, girtinên bêsûcane, seknandina bi karanîna rêdanan
پۆل: بەڵگەنامەکان
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هاوکارانی کوردیپێدیا، بابەتییانە، بێلایەنانە، بەرپرسانە و پیشەییانە، ئەرشیڤی نەتەوەییمان تۆماردەکەن..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (157): Gundên “Eltaniya û Şêxotka” yên dagîrkirî, girtinên bêsûcane, seknandina bi karanîna rêdanan
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (157): Gundên “Eltaniya û Şêxotka” yên dagîrkirî, girtinên bêsûcane, seknandina bi karanîna rêdanan
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (157): Gundên “Eltaniya û Şêxotka” yên dagîrkirî, girtinên bêsûcane, seknandina bi karanîna rêdanan (wekalet) û desteserkirina li ser malmewalan, hin şewatên daristanan, binpêkirinên virdewêve.

Bi ser belavkirina bihezaran ji heyîn û raporên belgekirî yên li ser binpêkirin û tewanên ku bi awakî fere li Herêma Efrînê ya dagîrkirî têne kirin, û yên ku siyasetên dijayetiyê yên rêbazkirî (yên ku Turkiyê û Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî li dijî hebûn û rola Kurdan bi kar tîne) dicersînin, û herweha rexnên hişk û tuhmetên ku ji aliyê rêxistin û rêveberiyên taybet, navberên perlemanî, hin hikomet û serok û raya giştî ya cîhanî ve dirêjî Rijîma Turkiyê dibin; Dîsa jî ta niha Anqerê di cîbicîkirina bîrdoziyên xwe yên kirêt bi riya alavên xwe yên têkel de, berdewam e.
Û vaye beşek ji binpêkirin û tewanên ku gotina me tekez dike:
= “Eltaniya”:
“G.”Eltaniya” – N.Reco.”
Bi Navça Reco ve girêdayî ye û /6/KM li Bakurê navenda wê dikeve, ji /80/malî pêkhatî ye, dora/350/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, tenê jê /10malbat=35nişte/piştî şeş heyvan ji penaberiyê vegerîn û yên mayîn jî hatin koçberkirin, û dora /80malbat=450nişte/ji anîndeyên gundewarên Hums û Heleb têde hatin niştecîkirin.
Di dema êrişa bi ser gund de, /3/mal bi piçekî hatin roxandin, û zarok”Xelîl Hisên Bekir-/10/sal” û “Celal Salêh/ê ciwan- bavê du zarokan”, li 15.2.2018an, bi encama topebaranê şehîd ketin.
Piştî dagîrkirina gund, Milîseyên “Feyleq Elşam” malên “Welîd Tobal, Emîrê Berber”, ji xwe re kirin du biryargehên leşkerî.
Piştî şeş heyvan ji dagîrkirinê û rêdana hin xelkê gund ku vegerin, ên vegerîne dîtin ku gundê wan bi tevayî ji aliyê milîs û anîndeyan ve hatiye talankirin, tiştên hindir malan -yek jê pirtûkxaneyek dewlemend têde hebû- hatine dizîn, û herweha dizîna /2/makînan ên malbta “Salêh” û yek jî ye”Ehmed Hesen Salêh”, /10/matorên duloqî, hejmarek acetên çandiniyê (kilfetor, tirêle, gîsin…), kebil (Kêbil) û amûrên sê giropên zayendên elektirîkê (Ampêr), amûrên toreya entirnêtê ya “Reşîd Heyder Salêh” û hemî kebil û stûnên toreya elektirîkê ya giştî.
Weha jî milîseyan dest danîn ser bêtirî/15/hezar darên biber (zeytûn, kêraz, gûz, behîv…û HWD), jê: Du hezar darên zeytûnê yên hersê bira “Mihemed û Nûrî û Xelîl Osman Salêh” û hezar û pênc sed jî yên “Mihemed Elî Tobal” in. Herweha Wan hemî darên sinoberê/palûtê yên di derbasgeha gund de û darên din ên ihracê -hin jê temenmezinbûn jî- li çiyayên derdorê ji bo êzinkirin û çêkirina komirê qut kirin, û /200/darên zeytûnê (yên li ser girê Rohilatê gund û yên van hemwelatiyan”Hesen Salêh – ji xelkê G.Cela yê hevcîwar” û “Mihemed Reşik Hecî – ji G.Eltaniya”) hilkirin, ji bo bikin cîgeha daketina balefirên hilokoptêr.
Bi ser de jî, ew bê wijdan keriyên pezên xwe di nav zeviyên çandiniyê de diçêrînin.
Û destlatên dagîrkeriyê hemwelatî “Mes’ûd Salêh/33/sal” û herdu birayên ciwan “Heysem û Beşar Remedan Tobal – ji xelkê gund” li Nîsana 2018an girtin, veguhestin Bajarê Kilisê yê Turkî, da ku her yekî ji wan bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, bi hepiskirina şeş sal û sê heyvan seza bikin.
Û termên /5/şehîdan ji şervan û sivîlên Kurd, bêtirî pênc heyvan li cîgeheke bi ser gund ve – nêzîk çateriya Gundê “Cu’inika” ya hevcîwar çekirî û servekirî man, bê ku xelk wêribin wan veşêre.
= G.”Şêxotka”:
“G.”Şêxotka” – N.Mabeta.”
Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye û /13/KM ji navenda wê dûr e, ji /180/malî pêkhatî ye, dora/1300/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di şer de tev penaber bûn, jê tenê/115malbat=500nişte/ vegerîn, yên din jî hatin koçberkirin, û /60malbat=300nişte/ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
Milîseyên “Ceyş Elnuxbe” gund desteser dikin, û malên herdu hemwelatiyên koçberbûyî “Mihemed Mistefa Ebdela, Ebid Elrehman Hemîd” ji xwe re kirin du biryargehên leşkerî.
Berî ku xelkê gund vegere /35/mal bi tevahî ji aliyê milîseyan ve tûşî dizînê hatin, û ji yên mane jî piraniya firaxên baqirî, xawarinvexwarin û amûrên taqeta (energî) royê hatin dizîn, û herweha jî tiştmiştên hindir mizgefta gund, ji firaxên baqirî, tabloyên taqeta elektirîkê û giropa zayendê ya wê, weha jî dizîna hin tirektorên çandiniyê û otombîlên xelkê gund, jê “tirektorek forson û makînak van (H1) û pîkabek honday” yên zaroyên “Bekir Bixoro” û makînak van jî ye “Sebrî Henan”, tirensê elkektirîka giştî yê gund, keblên elektirîkê yên volta bilind ên ku energiyê didin gund, û keblên telîfona zemînî yên taybet bi gund û di navêna çateriyên “Mabeta û Şêxotka” de.
Milîseyên “Ceyş Elnuxbe” dest danîn ser dora /5/hezar darên zeytûnê û /10/hiktar erdên çandiniyê yên kesên koçberbûyî mîna “Sefer Mecîd Bixoro û birayên wî”, herweha jî dest danîn ser mal û stasyûna sûtemeniyê yên “Heyder Bekir Bixoro – yê koçberbûyî” û yên li ser çateriya gund -riya Reco. Weha jî, aletên guvêşgeha “Heyder” a zeytûna ya li derveyî gund, bi tevahî hatin dizîn.
Û darên zeytûna yên hin hemwelatiyan bê wijadan ji bo êzingkirinê hatin qutkirin, û keriyên pezên çekdar û anîndeyan di nav zeviyên çandiniyê de têne çêrandin. Weha jî milîse vêrgiyên di navêna /10%-15%/de li ser werzên zeytûna ferz dikin, bi ser de jî li ser her dareke zeytûnê /150/PS bace ferz dikin, an jî tenekak zêt ji her malekê distînin.
Û xelkê gund rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanên din jî hatin, mîna revandin, girtina bêsûc, kêmrûmetkirin, perebirin, dizîna berhemdayîna werzên çandiniyê, biservebirina hin malan, û hin caran neçarkirina çûndina mizgeftan û beşdarbûna komcivînên olî.
= Girtinên bêsûcane:
Destlatên Turkiyê ev hemwelatî girtin:
– Li 29.7.2021an, “Henîf Birîmo”ji mala wî li Gundê “Kûra”- N.Reco, bê ku aliyê girtiye yan jî tuhmeta ku pê hatiye girtin were naskirin, ta niha jî çarenûsa wî ne diyar e, û hêjaye were zanîn ku ew di encûmena xwecihî (ya ku ji aliyê dagîrkeriyê ve hatiye çêkirin) endam e, û têde berpirsiyarê oda çandiniyê ye.
– Li 26.7.2021an, “Mêrvan Elî Şêxo/14/sal – yê negîhayî” ji xelkê Gundê “Hec Xelîl”- N.Reco, ji aliyê Asayişa Reco û Istîxbaratên Turkiyê ve, bi tuhmeta şewtandina hin malên gund li Pûşbera 2018an (yanê dema ku zarok bû û temenê wî deh sal û nîv), û li 4.8.2021an jî hate berdan. Û herweha jî “Doxan Memo Bîlal” yê ciwan û ji heman gundî, bi tuhmeta wênegirtina wan malên dihatin şewtandin, û ta niha bendkirî ye.
= Binpêkirinên virdewêde:
– Li Roja Înê 30.7.2021an, kebil û betarî û amûrên din ên stasyûna avê ya Gundê “Qota” – N.Bilbilê, piştî rojekê ji amedekirinê, hatin dizîn, û divê bê zanîn ku berê jî carekê Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” dest danîn ser stasyûnê û hin perçeyên wê dizîn. Weha stasyûna avê ya Gundê “Kêla” – N.Bilbilê jî, bi sedema dizînên ku têde çêbûne, ji xizmetguzariyê derket, û ta niha sekiniye.
– Mîna Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad”, Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – El’emşat” û serkêşê wê “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşê” jî, li vê dawiyê xelkê Bajaroka Şiyê agahdar kirin, ku ew li pêş avakirina komîteyeke destdanîna ser malmewalên xelkê ne li gund û seknandina bikaranîna rêdanên birêvebirina malmewalên wan e. Lê wan hin gotinên higuvkirî li ser vegera wan hemwelatiyan gotin, bê ku destlatên dagîrkeriyê tu gerantiyan bo vegereke aram bidin pêşkêşkirin.
– Di pêvajoya destdanîna ser malmewlaên xelkê Efrînê de yên ne li wir, jêdereke ragîhandinî ye xwecihî, wêneya belgeyeke ji “Hêzên Asayişê û Ewlehiya Giştî li Efrînê” hatî der de belav kir. Divê bê zanînin ku ew belge bo “Niyaba Giştî li Efrînê” hatiye rêkirin, da ku rêdanên “Wekalet” giştî yên sê hemwelatiyan “Elî Îse Mistefa- zayend Gundê Coqê 1970, Nîroz Elgedro keça Ehmed – Zayend Efrîn 1976, Silêman Şe’ibo kurê Mihemed – zayend Mabeta 1962” ji xelkê Herêma Efrînê bêne seknandin, da ku paşê jî milîse dest dînin ser malmewdanên wan.
– Li 6.8.2021an, “Berevaniya Sivîl li Efrînê – Eldîfa’i Elmedenî” got ku tîmên wê çar agir di daristanên li nêzîk gundên “Kefircenê û Qestelê” û li navçên “Reco û Mabeta” de vemirandin, lê ziyan gihîşte daran.
= Li Siba Çarşemê 4.8.2021an, hêzeke çekdar ji Milîseyên “Hey’it Eltehrîr Elşam – berê Elnesra”, êrişî cîgeheke nêzîk rêbenda Gundê Xezîwiyê ya çekdar a Milîseyên “Feyleq Elşam” – derbasgeha Efrînê bi Bajaroka Darazê re – kir, û dest danî ser du stasyûnên sûtemeniyê, û hilkêşokên wê “medexe” vekirin, bi sedema hevrikî û nakokiyên li ser bazirganiya sûtemeniyê, û bi ser ku têkeliyên di navêna herdu aliyan de bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê kontirolkirî ne.
Zor girîng e ku ked û cefên hemiyan li ser belgekirina binpêkirin û tewanên ku di siya dagîrkeriya Turkiyê dibin de tevlî hev bibin, û bincilkirina binpêkirin û tewanan tu sûdê li qurbaniyan nake, û bi ser de jî dihêle tewankar bêtir destdirêjiyan bikin; Ji ber wê em ji yên ku agahî û nûçe li cem hene daxwaz dikin hevkar bin, li ser riya bidawîkirina hebûna dagîrkeriyê û nandozên pêve girêdayî.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,264 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 149
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 06-08-2021 (5 ساڵ)
جۆری دۆکومێنت: وەرگێڕدراو
شار و شارۆچکەکان: عەفرین
شێوازی دۆکومێنت: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
وەرگێڕدراو لە زمانی: عەرەبی
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 03-02-2024 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 12-02-2024 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 12-02-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,264 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.454 چرکە!