کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,509
وێنە
  124,232
پەرتووک PDF
  22,106
فایلی پەیوەندیدار
  126,136
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,126
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,006
وێنە و پێناس 
9,467
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,997
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,182
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,055
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,159
شەهیدان 
11,970
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,630
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,638
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
909
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   تێکڕا 
274,453
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Ciwan Haco kengê bû Ciwan Haco?
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
خانمانی کوردیپێدیا، ئازار و سەرکەوتنەکانی ژنانی کورد لە داتابەیسی نەتەوەکەیاندا هاوچەرخانە ئەرشیڤدەکەن..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ciwan Haco
Ciwan Haco
=KTML_Bold=Ciwan Haco kengê bû Ciwan Haco?=KTML_End=
Ferat Demîroglu

Em li bendê bûn ku #Ciwan Haco# carek be jî were Kurdistanê û konseran bide wek ku di televîzyonên kurdî de derdiket. Di sala 2003yan de hat gotin ku ew ê were Festîvala Êlihê. De ka kî dikare êdî razê û bisebire.
Min sûretekî Ciwan Haco cara ewil di sala 1994an de li bajarê Tirkiyeyê, Îzmîrê li ser albûma wî ya Dûrî dît. Xemgîn bû, melûl melûl dinêrî û kesertije bû. Di wan çaxan de min heavy metal guhdarî dikir. Dem dema trash metalê bû lê grunge jî bi xêra Nirvana, Kurt Cobain jê kêm nemabû. Min qet Ciwan Haco meraq û guhdarî nekir lê salek bi şûn de dema ku ez çûm zanîngehê, min dixwast ez muzîka xwe, rocka kurdî kişf bikim û bibim guhdarê muzîka rockê. Min ji herkesî, nemaze ji kekê me yên siyasî dipirsî ma gelo muzîka rockê ya bi kurdî heye an na? Bersiv heman bû.
- Divê tu Ciwan Haco guhdarî bikî.
Û min du albûmên wî yên ku li Tirkiyeyê derhatibûn, Dûrî û Sî û Sê Gulle peyda kirin. Min bi walkmana xwe bi şev û roj Ciwan Haco guhdarî dikir. Piştî demekê ez ketim pey albûmên wî yên ku li Tirkiyeyê qedexe bûn. Girtiyên Azadiyê ket destê min. Strana “Ey Dîlberê”, “Xerîbî” û nemaze “Girtiyên Azadiyê” ez birim dinyayeke din. “Sira Sibê” wek dengekî efsûnî ez ji xwe dibirim. Demekê ez nexweş bûm û min nema karîbû xwarin bixwara. Min tenê banta Girtiyên Azadiyê guhdarî dikir û dema ku aliyek diqediya, tenê ji bo ku bantê bidim aliyê din şiyar dibûm. Ku şaş nebim min herî kêm du roj bê navber û xwarin ew albûma han guhdarî kir.
Di wan deman de gelek albûmên wî yên cuda diketin destê me lê me nizanîbû navê wan albûman çi ne û kengê hatine tomarkirin. Tiştekî herî trajîk ew bû ku ev albûmên ku me bi navê Ciwan Haco guhdarî dikirin belkî yek ji tomarên deh tomaran bûn. Ji ber vê yekê êdî dengê Ciwan zirav dihat lê ne xem bû, ji bo me ew kesekî efsûnî û efsanewî bû. Me ew diviya. Me rockstarekî kurd diviya. Strana “Erê Keçikê Tu Were” di sounda hardrockê de bû. Me dixwast em headbangê bikin, serê xwe bihejînin û gêj bibin.
Pişt re hêdî hêdî albûmên wî bi soundên xwe yên orîjînal hatin firotin û me bêhtir fam kir ku Ciwan Haco bi dengê xwe yê têr û tije çi qas xweş e. Êdî ne yek ji tomarên deh tomaran lê me yekser lê guhdarî dikir.
Min û hevalan her li wî guhdarî dikir û me henekên xwe bi hev dikirin. Hin ji wan digot ez her şev di xewna xwe de Ciwan Haco dibînim û carinan dibim gîtarîst û daholjenê wî... Ma me di wî de çi didît ku em ew qas li ser dîn û gêj bûbûn? Dema ji aniha de lê dinêrim, dibînim ku wan çaxan ji me re sedemek diviya ku em xwe ji wê demê xelas bikin û demeke modern a kurdewarî bijîn. Mîna ku li welatekî azad bin û bi ziman û hişmendiya xwe ya azad bijîn.
Bi ya min albûma wî ya Sî û Sê Gulle di dîroka rocka rojhilata navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê de serdemek e. Strana wî ya “Diyalog”ê hêrsa di hundirê me de bilêv dikir û baweriya me xurt dikir. Strana “Gulek” him straneke evînî bû û him siyasî bû. Strana “Nikarim”, ji xwe felsefeya xwe bi gotinên xwe bi zelalî dida der. Ev stran ji bo me straneke tunebûnê û şahiyê bû. Piştre albûmeke ku tik û tenê ji stranekê pêk dihat derxist. Destana Egîdekî bi muzîka xwe ya jixweberî, helbesta Mehmed Uzun hiş û aqil ji me bir. Beriya vê albûmê, albûm û strana Bilûra Min, strana “Zînê” bi muzîk û gotinên xwe em belawela kirin. Albûmên wî yên kevn tev bi dorê derdihatin. Dema ev albûmên han derdihatin, me fam dikir ku me hin albûm qet guhdarî nekiribûn, an jî hin stranên ku me wek ên Ciwan Haco dizanîn ne yên wî bûn. Em piştre têgihîştin ku me Abbas Ahmedê bi deng û şêweya xwe ya muzîkê pirr dişibe Ciwan Haco, wek Ciwan guhdarî kiriye. Mînak albûma Keça Delal a Abbas Ehmed e. Ev albûm dîsa ne wek orîjînal, tomarek ji tomaran bû ketibû destê me û me jê dernedixist ka Ciwan e an yekî din e.
Gula Sor albûmeke bêhempa bû. Em dikarin vê albûmê wek albûmeke folk-rock bi nav bikin. Stranên “Hevala Evîndar”, “Can”, “Gula Sor”, “Yêrîvanê” li ser zimanê herkesî bû. Albûma Emîna Emîna bi şêweyê xwe, wek muzîka klasîk a kurdî bû. Tomarkirina vê albûmê ne profesyonel bû lê tê de kelecaniya Ciwan xwe bi her awayî dide hisandin. Em dikarin bibêjin ku albûmên wî yên salên 1980yî tev stranên siyasî dihewandin. Ew salên han doza kurd û Kurdistanê li her derê belav bûbû, li bakur şerê çekdarî yê kurdan dest pê kiribû, li başûr Seddam Enfal kiribû, qetlîama Helepceyê pêk anîbû. Birayê wî di nav refên şervanên bakur de miribû. Ev bûyerên han tesîr li ser muzîk û gotinên stranên Ciwan kiribû. “Min Navê Kola Li Bircên Diyarbekirê” xulaseya dîroka têkoşîna kurdan e.
Em li bendê bûn ku Ciwan Haco carek be jî were Kurdistanê û konseran bide wek ku di televîzyonên kurdî de derdiket. Di sala 2003yan de hat gotin ku ew ê were Festîvala Êlihê. De ka kî dikare êdî razê û bisebire. Wan rojan mijara li ser lêvan tenê konsera Ciwan Haco bû. Bi rojan me qala konserê dikir û me plansazî dikir ka em ê çawa herin konserê. Hin bi erebeyên xwe yên taybet diçûn, hin çend roj berê diçûn û li cem nasên xwe diman. Me jî wek Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê 15-20 mînîbus kirê kirin û em çûn. Lê heta ku em guhastin Êlihê, sê saet derbas bûn. Rêya ku qederê saetekê bû, ji ber trafîka zêde bûbû sê saet. Li qada konserê yên ku digiriyan, ên ku wêneyê Ciwan Haco maç dikir, gelek kes hebûn. Me weha li konserê guhdarî û temaşe kir mîna ku efsûnek li ser me û Ciwan Haco hebe. Wek xewneke şêrîn bû. Şîrketekê çend konserên din organîze kirin lê muzîsyenên pê re her carê cuda bûn, lê heyranên wî jî dixwast wê koma berê bibînin ku di albûma Dûrî de pê re bûn. Ciwan Haco bi wê komê re îmajek sêwirandibû. Nemaze ew îmaja bi wan konseran xira û belawela bû. Ev konser ji bo min konsera yekem û ya dawî ya Ciwan Haco bû. Ji ber ku ji xeynî vê konserê tu konsereke wî ewqas bi çoş û xweş derbas nebû û êdî Ciwan nema wek Ciwan Haco derket ser dikê.
Ciwan Haco, Konsera Êlihê (Batmanê)
Em her li benda albûmên wî yên nû bûn. Derya derket. Bi soundeke cuda bû. Elektronîk bû. Efektên xwe yên elektronîk gelek zêde bûn. Lê me dizanîbû ku Ciwan Haco her carê tiştekî nû dicerîbîne. Ji bo me ne xem bû. Û em bi stranên “Qamişlo”, “Feqîro”, “Hez Dikim” dîsa sermest û gêj bûn. Ciwan li Tirkiyeyê di nav tirkan de jî nav û dengê xwe belav dibû. Ew wek muzîsyenekî kurd êdî ji aliyê herkesî ve dihat guhdarîkirin. Ew ji bo me heta albûma Na Na, Off û Vegerê hunermendekî marjînal û orîjînal bû. Lê çawa bû çilo bû, ew bi van albûman, bi sounda pop muzîkê derket ser televizyonan û digot ku ez êdî dixwazim muzîka xwe li dîsko û cluban jî bidim guhdarîkirin. Muzîka wî guherîbû û bûbû tiştekî din. Em tev heyirîbûn û me xwezî bi albûm û muzîkên berê yên Ciwan Haco dianî. Hin kesan digot produktorê wî ew şaş beralî kiribû, hinan jî digot burjuwaziya kurdî ya li Tirkiyeyê ew xapand ku wî derxin bazara muzîka Tirkiyeyê. Lê tiştekî diyar heye ku ew ji ber dilzîziya xwe hat Tirkiyeyê û derket konseran. Di televizyoneke skandînavî de bi xwe dibêje ew naxwaze derkeve ser dikên mezin ên konseran. Lê digot ez ê tenê ji bo gel biçim.
Ez çi qas ji albûmên wî yên piştî Deryayê nerazî bim jî, di albûma Offê de hin stran tehma kevn a Ciwan Haco didan der. Kêm kes van stranan dizane, ji ber ku îmaja stranên wek “Off” û “Na Na” ket pêşiya her tiştî û heyranên wî yên kevn qet guh nedan stranên din jî. Di albûma Offê de stranên “Daristana Te”, “Winda Bû”, “Gotin Sar Dibin” stranên xwedî qalîte û bingeheke pirr xurt bûn. Bawer dikim ev stran û yên wek evên hanê bi soundeke cuda bihatana çêkirin an jî bi îmajeke din bihatana pêşkêşkirin, dê dengekî mezin vedana.
Sedem çi dibe bila bibe, ji bo min ne xem e. Kesekî ku ji serî de li Ciwan guhdar kiribe dê bibîne ku her albûmeke wî ji ya din bi sounda xwe cudatir e. Ew li cihekî nasekine û her diceribîne. Ciwan Haco bi nêrîn û jiyana xwe bûbû Ciwan Haco. Wî mohra xwe li salên 1990î û 2000î da. Em li bendê ne wekî ku di konsereke xwe de gotiye, dîsa ji me re bibêje:
- Em xwişk û bira ne?
Herkes diqîre û dibêje, erê!
- De ka bîrayekê bidin min û em vexwin![1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,102 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://kurdshop.net/ - 07-12-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 5
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 02-09-2023 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: هونەری
پۆلێنی ناوەڕۆک: بیبلۆگرافیا
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 07-12-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 08-12-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 07-12-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,102 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.156 چرکە!