کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,518
وێنە
  124,240
پەرتووک PDF
  22,107
فایلی پەیوەندیدار
  126,145
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,126
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,006
وێنە و پێناس 
9,467
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,997
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,182
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,055
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,159
شەهیدان 
11,970
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,630
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,638
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
909
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   تێکڕا 
274,453
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Teknolojî û Zimanê Kurdî
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، گەورەترین پڕۆژەی بەئەرشیڤکردنی زانیارییەکانمانە..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Teknolojî û Zimanê Kurdî
Teknolojî û Zimanê Kurdî
=KTML_Bold=Teknolojî û Zimanê Kurdî=KTML_End=
Rêzan Tovjîn

Teknolojî û amûrên teknolojîk ketine her qada jiyana me. Hemû jî dema ku tên bikaranîn bi zimanekî bi me re didin û distînin. Mînak telefona mobîl di destê me hemûyan de heye. Dema ku em dixwazin pê bi yekî/ê re biaxivin, divê bi zimanekî danûstandina me bi riya telefonê çêbe. Ew jî çi ye, em li menûya telefonê dinihêrin û li gorî zimanê wê danûstandinekê bi kesên din re dikin. Hewr wisa dema ku em li ber komputerekê rûdinin em bi zimanekî danûstandina xwe dikin. Dema ku em CD an jî DVD'ya xwe dixin cîhaza wê ku em rûnin li ber televizyonê fîlmekî temaşe bikin. Dema ku em televizyonê vedikin û dixwazin cihê hin kanalan biguherin, an jî li kanaleleke nû bigerin.Mentiqa kurdan li vir hinekî diyar dibe. Ji bo ku bi van amûran re bi kurdî bidin û bistînin xebatek nehatiye kriin. Kurd danûstandinên xwe bi zarokan re û bi teknolojiyê re bi kurdî nakin. Ev jî dide xuyakirin ku kurd bi pêşerojê re danûstandinên xwe bi kurdî nakin. Heke divê kurdî bête jiyandin, divê zarok bi kurdî mezin bibin û teknolojî bi kurdî were bikaranîn. Zarok, perwerde û teknîka wê karê mamosteyan e. Ez ê li ser teknolojiyê rawestim.Her sedsalek li gorî xwe bi amûr û navgînên xwe jiyan hêsantir kiriye. Lê dema ku mivorvan ev teknolojî li hemberî hev bi kar aniye, bûye sedem ku gelek nîjad, netewe, ziman û tiştên din ji holê rabin. Helbet heke yên hember jî teknolojî çêtir bi kar bianiya dê ji holê ranebûna. Li vir em tên ser xala ku çawa teknolojî di destê serdestan de bûye sedema jiholêrakirina zimanê kurdî. Li hember vê yekê jî bê çawa kurd dikarin bi teknolojiyê zimanê xwe li ser ûyê cîhanê li ser piyan bihêlin. Ya rast ev e: Heke kurdî ji holê rabe, ne sûcê tu kes3i ye. Teknolojî ne tawanbar e. Ne ji ber jêhatîbûna serdestan e jî. Tekane sedema wê kurd in. Li gor vê yekê divê em baş tesbît bikin ku em li ku derê bi teknolojiyê re bi zimanekî cuda diaxivin. Dema ku em telefona xwe vedikin, dema em komputera xwe vedikin, dema em cîhazeke cuda vedikin û bi kar tînin... Di van rewşan hemûyan de zimanê cîhazê çi be, em wisa bi kar tînin. Ev jî dibe sedem ku mirov cîhanê bi zimanekî cuda bibîne.Her netewe li hemberî vê yekê berxwedanekê dide. Hemû dewletên li ser rûyê cîhanê ji bo ku zimanê xwe bidin jiyandin li ser vê yekê difikirin. Îro li bazara Tirkiyeyê jî mirov dikare bi hêsanî bibîne ku %80 yê amûrên teknolojîk êdî bi tirkî ne. Ev hinekî jî girêdayî bazarê ye. Şîrketek ku bizane zimanê amûrên wê bi tirkî be dê çêtir were firotin, hingê dê zimanê wê wergerîne tirkî. Lê ji bo kurdan ev yek ne derbasdar e. Lewre qet kurdek tune ku dema biçe cîhazekî bikire, pirsa zimanê cîhazê bike û bixwaze cîhazekî ku bernameya wê bi kurdî ye bikire. Wekî me li jor got, her sedsal li gor3i xwe derfetên zilmê jî, yên berxwedanê jî diafirîne. Ji bo kurdan jî amûrên teknolojiyê çi qasî wekî dijminê kurdî bixuyin jî, di eslê xwe de bêyî wan zimanê kurdî nikare bijî. Ev yek bi tevahî girêdayî jîrekî û berhemendiya kurdan e.Wekî tê zanîn, komputer ketiye her derê jiyanê. D hîn jî bi pêş ve here û jiayana me li gorî bikaranîna wê dirûv biguhêre. Her çiqas komputer cîhazeke teknolojîk be jî, di bingeha xwe de tişta ku îro ji me re girîng e, bernameyên li ser komputerê ne. Hejmara van bernameyan bê hed û hesab e. Wekî mirov ji bejahiyê ve li firehiya behrê binihêre. Nexwe divê em pêşî li gorî pêdiviyên xwe yên sereke, yên herî acîl biaxivin.Ji bo vê yekê jî em ê li ser mînaka Ubuntu rawestin. Bê ka çawa li cîhanê Microsoft Windows tê naskirin, Ubuntu jî li hemberî wê pergalek e. Kesekî ku bixwaze dikare li şûna Microsoft Windows rabe Ubuntuyê saz bike, an jî dikare herduyan bi hev re saz bike. Lê Microsoft Windows bi kurdî tune û Ubuntu bi kurdî heye. Ji bo wergerandina Ubuntuyê me komek ava kiribû, her wisa ji bo bipêşxistina wê me gelek hewldan kirin. Ji bo zimanê kurdî çend xalên Ubuntu hene ku gelekî girîng in.1- Mirov dikaribû li ser Ubuntu her cure bername bi kurdî bi kar bianiya. 2- Mirov dikaribû bernameyên ku kurdiya wan tune, wergerandina kurdî û belav bikira. 3- Her kesê ku Ubuntu bi kar dianî, dikaribû çewtiya zimên bibîne û serast bike. 4- Çewtiyên kurdî bi lez sererast dibûn û standardek ji bo kurmanciyê derdiket holê. 5- Ji ber ku Ubuntu belaş bû û Microsoft Windows ne belaş bû, ubuntu Kurdî dikaribû bêhtir zû belav bibe. 6- Li ser Ubuntu Ofîsa Kurdî jî dihate sazkirin û tê de her cure parçeyên ofîsê hebûn. 7- Kesên ku çewtiyên wan çêdibûn û nikaribûn pirsgirêkên teknîk çareser bikirina, dikaribûn bi hêsanî destek ji koma Ubuntu bistanda û bi riya forûma li ser înternetê pirsgirêka xwe çareser bikirina.Helbet Ubuntu bi piranî li kurdî hate wergerandin. Îro kesên ku dixwazin Ubuntu saz dikin û bi kar tînin. Lê ev yek ji aliyê kurdan ve, bi taybetî ji aliyê sazî û dezgeyên kurdan ve nehate qebûlkirin. Lewre zimanê fermî yên sazî û dezgeyên Bakur ne kurdî ye. Bi awayekî belî û aşkere zimanê fermî zimanekî din e. Li gorî vê encamê çawa kes bi zarokan re bi kurdî naxive, bê çawa zimanê fermî yê siyaset, dezgeh û saziyan zimanekî din e, her wisa teknolojî jî bi zimanekî din li ser kurdan hatiye ferzkirin.1- Televizyonên kurdî bikaranîna navê mehan cuda bi kar tînin. Kanalên kurdan li ser vê yekê wekî hev nakin. Rojname, kovar û weşanxane jî cuda cuda bi kar tînin. Televîzyon û rojnameyek ku ji heman girseyê re weşanê dike navê mehan cuda bi kar tîne. Ev yek jî tîne bîra mirov ku teknolojî çawa çewt tê bikaranîn. Çapxaneyê tenê zimanê almanî bir ser standardekê, lê evqas weşanxane, kovar, rojname, tv û radyoyên kurdan di nav xwe de nikarin navê 12 mehan wekî hev bi kar bînin.2- Malperên hunermendên kurdên Bakur %90 bi zimanekî biyanî ne. Lê stranên xwe û hunera xwe bi kurdî îcra dikin.3- Rojname, kovar û weşanxaneyên kurdan an bê malper in, an jî malperên wan nayên rojanekirin. Li cîhanê gelek kovar hene ku pereyê çapê ji reklama malpera xwe berhev dikin, gelek şîrket hene ku bi pereyê reklama malper xwe hatine avakirin, gelek dewlemendên mezin ên cîhanê hene ku bi pereyê reklame malpera xwe bûne dewlemend. Tevî ku fîrmayên reklaman didin li belika guhê hev dikevin jî, ev malperên kurdan reklaman naxin malperên xwe û hêvî dikin ku hinek bi telefonê li wan bigerin, dest û lingên wan maç bikin da ku reklamekê bidin malpera wan.4- Li ser Microsoft Windows an jî Ubuntuyê bernameyek rastnivîsa kurdî karê 3 mehane e. Ev bername dikare rastnivîsa pirtûk, kovar, nûçe û her cure nivîsan bike û li şûna gotinên çewt pêşniyaza gotinên rast bike.Di encamê de heke îdiayên kurdan di vî warî de tune bin, li gorî me ne girîng e ku kurd tiştekî dikin an nakin, xwe diwestînin an nawestînin. Lewre pirsgirêk bi çalakiyeke çewt sererast nabe, bi westaneke zêde jî çareser nabe. Lê bi amûrên rast û pergaleke serast dikare zûtir, çêtir û xweştir sererast bibe. Tekane pirs ev e: Kurd dixwazin bi kurdî bijin an na? Ez bixwe ji bo kurdên Bakur der barê bersiva vê pirsê de erênî nafikirim. Dîtinên min ên di vî warî de aşkere tên zanîn. Lê dîsa jî der barê çareyan de divê em hinek tiştan bibêjin.Komputergeriya Kurdî:Berî her tiştî komputer bi Pergala Xebatê dixebite. Pergalek heye li ser komputerê.Mînak Windows ji aliyê piraniya delegeyên konferansê ve tê naskirin. Heta piraniya kesan wisa dizanin ku li cîhanê hemû komputer bi Windowsê dixebitin. Gelek delegeyên ji çapemeniyê hatine jî dizanin ku komputerên Macintosh hene, lê li rojname û weşanxaneyan tên bikaranîn. Ew jî pergaleke karkirinê ye. An tu yê Windowsê li komputera xwe ya PC'yê bak bikî, an jî tu yê komputera Macintoshê bi kar bînî û bernameyên wê lê bar bikî. Li aliyê din jî Linux li hemû cîhanê hêdî hêdî belav dibe. Em kurd wekî her miletekî, li gor kar û xebata xwe divê ku ji xwe re pergala xwe hilbijêrin. Her kes di vî warî de azad e. Weşanger, kovarger, rojnameger, xebatkarên televizyon û radyoyan û li aliyê din jî her ferdekî kurd divê li gorî xebata xweli gorî ku zûtir, çêtir û bi qalîtetir berhema xwe derxe holê û pêşkêş bike, divê pergala xebatê ji xwe re hilbijêre.Piştî ku mirov ji xwe re Windows, Macintosh an jî Linux saz kir, mirov li gorî pêwistiyên xwe ji xwe re bernameyan saz dikin. Ji bo sohbetê, ji bo grafîkê, ji bo mîzanpaja kovar, rojname û pirtûkan, ji bo ku mirov hêkeve înternetê û bi sedan tiştên din. Mînak, bernameya Ofîsê; ji bo ku mirov nivîsa xwe binivîse, hesabê xwe bike, ji xwe re malperekê çêke, mîzanpaja kovara xwe an jî namilkeyekê bike û her wekî din. Niha wekî ju em hemû delege li vir amade ne ku Pergala Xwebatê bikin kurdî. Ez texmîn dikim ku heyecaneke mezin dê derkeve holê. Li aliyekî jî tevliheviyeke meizntir dê derkeve holê. Li şûna her gotineke teknîk wergereke teknîk lazim e. Heke ne lazim be em ê çima gergerînin? Heke ne mimkûn be dîsa em ê çia wergerînin? Tevlihevî li vir dest pê dike. Ew tevliheviya li ser rûpelên pirtûk, kovar, rojname, tv, radyo û malperên xwe dide nîşandan. Yek navê mehan bi rûsî bi kar tîne, yek bi erebî û tirkî, yek bi kurdiya kevin, yek bi kurdiya nû bi kar tîne. Tu dakevî Başûr dê pirsgirêka tîpan dest pê bike.Tişta herî girîng Pergala Karkirinê ye. Dûre ew bernameyên biçûk tên. Li gorî vê yekê divê em zimanê Pergala xwe ji kurdan re bixwazin. Kurdek bixwaze kîjan pergalê bi kar bîne, divê bikaribe bi kurdî bibîne. Dewletên serdest di vî warî de alîkariyê nakin. Saziyên wan ên di vî warî de tu caran tiştekî wisa nekirine miajara xwe. Nexwe divê krud di vî warî de tiştekî bikin. Lê wekî min di destpêkê de jî got kurd di vî warî de bê proje, pergal û bername ne.Di sala 2001'ê de Kampanyaya Windowsa Kurdî dest pê kiribû. Wê demê bi ser neket. Dû re Kampanya Linuxa Kurdî dest pê kir. Li Ewropayê Kadir Dilsiz ev kampanya dabû destpêkirin. Ew jî bi ser neket. Yanî bi kampanyayan tişt bi ser neketin. Saziyeke kurdan di vî warî de xebatekê bike, stratekiyeke wê hebe, armancên wê gav bi gav diyar bibin û butçeyeke wê her sal bête destnîşankirin tunebû. Ji bo hemû deran dibêjim, tunebû. Dû re me li ser înternetê komek ava kir. Ji bo pêşvebirina komputergeriya kurdî. Dû re me malper vekir û dû re me bi navê Karger komeleyek ava kir. Careke din derket holê ku xebatên kurdî çi qasî ji bo kurdî, çi qasî ji bo populîzmê tên kirin.Wekî encam, mirov dikare bibêje kurd amûrên teknolojîk ne li gorî armancekê bi kar tînin. Eta heyato çawa lê hato bi kar tînin. Wekî aveke ku bi halê xwe de biherike. Ev jî asîmîlasyoneke xwezayî ye. An jî mirov dikare bibêje oto-asîmîlasyoneke bi teknolojiyê hatiye destekirin.Hêvîdar im ku ev teblîx ji bo vê konferansê tenê bibe sedema bibîrxistinekê. Lewre divê em liser girîngiya teknolojiyê li ser ziman gelekî û gelekî bifikirin û li gor wê projeyan û bernameyan ava bikin.Nîşe 1: Piştî konferansê Komeleya Karger hate fesihkirin û hin endamên Koma Wergera Ubuntu dest ji xebatê berdan. Xebat ji aliyê 2-3 kesan ve bi awayekî bê sazî domiya.Nîşe 2: Ev teblîx di Konferansa Parastin û Perwerdeya Kurdî (16-19 Sermawez 2006) de hatiye pêşkêşkirin. Hemû teblîx û axaftinên vê konferansê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin Amedê ve wekî pirtûk bi heman navî hatiye çapkirin û ji şaredariyê dikare were temînkirin.Kaynak: Teknolojî û Zimanê Kurdî - Amîda Kurd
[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,047 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 50
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 16-11-2006 (20 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 18-11-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 21-11-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,047 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.297 چرکە!