=KTML_Bold=EHLAQÊ ZANISTÊ Û BÊEHLAQÎYA MÊTÎNGERÎ=KTML_End=
xerzî Xerzan
Berîya vê nivîse de me gelek caran behsa mijara “ berovajîkirina dîroka gelê kurd ji hêla biyanî û dagirker-mêtîngeran ve “ kiribû û her diçe, li gel bidestxistina çavkanî û agahîyên balkêş û kêrhatî, baş e ku mafdarbûna me a bikaranîna vê gotinê dertê meydanê. Lewra, biyanî û bi taybetî dagirkerên axa Kurdistanê, di hêla lêpkirin û manûpîlekirina dîroka rast de gelek hoste ne û veşartina wan a rastîyan , êdî bi pêşketina lêkolînên di warê kurdnasî û dîroknûsîya kurdî de, yek bi yek tên betalkirin. Di vê nivîse de jî armanca me a sereke dîsa “ betalkirina derew û fetlên (qaşo) lêkolînerên biyanî û dagirkeran “ û her wiha “ derxistina rastîyên dîrokî li ronahîyê “ ye. Ji ber vê yekê, di serî de em ê li ser sedemên van çewtkirinan nesekinin û di dawî de em ê xwe bispêrin nêrin û şîroveyên kesayetî yên xwendevanan. Ew dê bi xwe biryara xwe bigrin û sedemên van “ derewan “ ji bo xwe binirxînin bê guman. Belê, mijara me vêca ne yek e. Em ê du mijarên ku bi hev re girêdahî ne pêşkêşî xwendevanan bikin. Meseleya me dişibe meseleya camêrê ku zarê wî çênedibû û ji ber vê destên xwe ji Xwedê re vekiribû û xwestibû ku zarokek bide wî û hevjîna wî. Û ewî ew çend ji dil dia kiribû ku, îcar Xwedê şûna yekî de cêwîk kiribû nesîbê wî û malbata wî. Belê; Mijara yekem:
[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=524213&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin EHLAQÊ ZANISTÊ Û BÊEHLAQÎYA MÊTÎNGERÎ=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 778 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!