کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,482
وێنە
  124,229
پەرتووک PDF
  22,106
فایلی پەیوەندیدار
  126,130
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,126
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,006
وێنە و پێناس 
9,467
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,997
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,182
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,055
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,159
شەهیدان 
11,970
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,630
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,638
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
909
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   تێکڕا 
274,453
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Paşeroja fêrkirina werziş, wênesazî û muzîkê li Rojavaya Kurdistanê
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا و هاوکارانی، هەردەم یارمەتیدەردەبن بۆ خوێندکارانی زانکۆ و خوێندنی باڵا بۆ بەدەستخستنی سەرچاوەی پێویست!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Paşeroja fêrkirina werziş, wênesazî û muzîkê li Rojavaya Kurdistanê
Paşeroja fêrkirina werziş, wênesazî û muzîkê li Rojavaya Kurdistanê
=KTML_Bold=Paşeroja fêrkirina werziş, wênesazî û muzîkê li Rojavaya Kurdistanê=KTML_End=
Omitê Mistefê

-Awireke zanistî ya berawirdkirî ligel rexneyeke çaksaziyê: dagirtina naveroka pirtûkên dersê li gorî zanistên perwerdekariyê û çend pêşniyar ji bo sererastkirina şaşiyên kevn-
=KTML_Bold=Pêşek=KTML_End=
Bêguman perwerdekarî plankirina jiyaneke xweş a di nava aştî û aramiyê de ye, ne ku mirineke birûmet a di nava şer, tengasî û kêmderfetiyan de ye; di nava mirovan de jî çîna ku vê mebestê heq dike zarokên bê zar û ziman in ku divê qabiliyetên wan ên xweavakirinê bên bipêşxistin. Her wiha jiyana vê cîhanê ne tenê bijardeyeke di navbera reş û spiyê de ye; alfabeya kurdî hînî mirovan dike ku di navbera A û Zyê de 29 tîpên din jî hene ku bêyî wan zimanê kurdî ne tu tişt e; wisan e, divê zarokên kurd tenê li ser plana Ayê û plana Zyê neyên perwerdekirin; ango yan “jiyaneke xweş a di nava aştî û aramiyê de yan jî mirineke birûmet a di nava şer, tengasî û kêmderfetiyan de” li ser zarokên kurd neyê sepandin ku bêînsafiyeke xeternak û komelkuj e. Divê kurd dirûşmeya “yan jiyaneke xweş an jî mirineke birûmet”ê nîqaş bikin û li ser alternatîfên din jî bifikirin ku armanca sereke ya perwerdehiya gelemperî jî ew e.
Gava mirov li pergalên perwerdekariyê yên cîhanê dinihêre, deh welatên herî paşketî wiha tên rêzkirin: Nîjerya, Burkîna Faso, Malî, Afrîkaya Naverast, Etyopya, Erître, Gîne, Çad, Gambiya, Efganistan.(1) Lê bi texmîna me, pergalên van welatan ji yên me yên li Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser çêtir in; ji ber ku -qe nebe- kevneşopiyeke wan a perwerdekariyê ji mêj ve hebûye, lê baş nehatiye bikaranîn. Divê Komîteya Amadekar raportekê li ser van deh welatan bide amadekirin; sedemên paşketinê, rexneyên pêşkêşkirî û çareseriyên zanistî yên pêşniyarkirî baş binirxîne, her wiha van pergalan û pergala xwe berawird bike. Ji aliyekî din ve, deh welatên herî pêşketî jî wiha tên rêzkirin: Danîmarka, Fînland, Japonya, Kanada, Siwêd, Almanya, Îsraîl, Norweç, Sîngapûr, Koreya Başûr. (2) Dîsan bi texmîna me, pergala perwerdekariyê ya Herêma Kurdistanê li gorî qewareya xwe ji her yekê van dewletan zêdetir li ser perwerdehiyê budçeyê terxan dike û dimezêxe; lê li ser asta cîhanê nikare têkeve 100ê pêşîn jî. Wihareng, divê Komîteya Amadekar raportekê li ser van deh welatan bide amadekirin; sedemên pêşketinê, pesn-rexneyên pêşkêşkirî û îstatîstîkên zanistî yên pêşniyarkirî baş binirxîne, her wiha van pergalan û pergala xwe berawird bike ku bigihêje hinek qinaet û tecrubeyan.
Di vê çarçoveyê de ji bo zarokên 6-7 salî dersên werziş, wênesazî û muzîkê demên bêhnvedan, çalakî û tevgerê ne; zarok di dersa werzişê de qabiliyetên xwe yên bedenî nas dike, di dersa wênesaziyê de xwe li ser xêzkirin û afirandina şeklan diceribîne û di dersa muzîkê de jî hînî ahenga gotin û guhdariyê dibe. Her çiqas ev ders wekî dersên herî hêsa yên ku hemû zarok jê derbas dibin bên dîtin jî, di rastiyê de derbasbûna ji van dersan bandorê li paşeroja zarokî ya perwerdehiyê jî dike; her wiha bi awayekî zanistî hînkirina van dersan hem meylên zarokan dipîve hem jî teşeyê dide meylên wan ên serkeftî. Ji bo giringiya van dersan em ê di gotarekê de van her sê dersên dibistanên seretayî bi carekê binirxînin; hêvîdar in ku nirxandin, rexnegirtin û pêşniyarên me ji bo amadekirina pirtûkên dersê yên perwerdekariyê kêrhatî bin. Bêguman mebesta me ji van her sê dersan pirtûkên “Werziş 1”(3) , “Wênesazî 1”(4) û “Muzîk 1”ê(5) yên pergala perwerdehiyê ya dibistanên seretayî ne ku li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî tên hînkirin.
=KTML_Bold=1. Pirtûka dersê “Werziş 1”=KTML_End=
Li piraniya welatên cîhanê ji bo dersa werzişê pirtûkên dersê yên xwendekaran nayên amadekirin; lê pirtûkeke rênîşandêr ji bo mamosteyî tê weşandin ku bi awayekî zanistî û pedagojîk çalakiyên werzişî bi xwendekaran bide kirin. Madem ku kurdan pirtûkeke dersê amade kiriye, em ê ji çend aliyan ve li naveroka weşanê binêrin; ji ber ku pirtûka weşandî asta hişmendiya amadekaran, mamosteyan û malbatên xwendekaran jî nîşan dide.
=KTML_Bold=1.1. Naveroka pirtûka dersê=KTML_End=
Her çiqas pirtûk bi hevokên kurt û wêneyên nepisporane hatibe dagirtin jî, dîmena heyî nirxandinek û hişyariyekê heq dike. Naveroka pirtûkê li ser pênc beşan hatiye dabeşkirin; di hemû beşan de mijarên wekî “rahênanên tevgerî”, “çalakî”, “tevgerên bisûd” û “bejnziravî” hevpar in. Lê belê di her beşê de lîstikek hatiye zêdekirin; di rêzê de “goga pêyan”, “goga firok”, “destpêka bezandinê”, “goga zembîlê” û “goga destan” hatine nîşandan.
Bêguman termînolojiya pirtûkê dûrî zimannasiyê ye û rêzkirina çalakiyan li derveyî pedagojiyê ye. Bi rastî ji bilî peyv û komepeyvên “çalakî”, “goga pêyan”, goga zembîlê” û “goga destan” divê tevahiya sernavên din ji aliyê zimannasiyê ve bên nîqaşkirin û têgihên baştir bên dariştin. Rast e, termînolojiya zimanê werzişkariyê yî kurdî ne birêkûpêk e û divê bi xebatine kûrtir bê rojanekirin; lê belê ev yek nayê wê wateyê ku perwerdekarên kurd mîna dinyanedîtiyan dilê wan çi bixwaze bikin û kesek hesabekî nepirse. Ne ku pispor, hema hema her kesekî heta radeyekê zana û şareza baş dizane ku divê liv û tevgerên werzişî ji tevgerên hêsa dest pê bikin û ber bi tevger û çalakiyên dijwartir biçin. Madem ku Komîteya Amadekar xwestiye ku dersa werzişê li gorî rêbazeke zanistî û di çarçoveyeke diyarkirî de bê hînkirin, divê zehmet bidîta û li çend nimûneyên cîhanê binihêriya ku ev berhema sosret û ibretî derneketa holê, li ser navê welatiyên kurd ên Rêveberiya Xweser destûr nedaya vê xebata vikvala û naylonî.
=KTML_Bold=1.2. Armanca pirtûkê digel nirxandin, rexneyên çaksaziyê û pêşniyaran=KTML_End=
Wekî ku hate gotin, li piraniya welatên cîhanê ji bo dersa werzişê pirtûkên dersê yên xwendekaran nayên amadekirin; lê mirov dibîne ku niyêteke baş û îşaretên serkeftî li paş amadekirina vê berhemê hene. Divê bê gotin ku beşên pirtûkê hertim bi rahênanekê dest pê kiriye, bi hinek çalakiyan xwendekar hînî liv û tevgerê kirine, qe nebe lîstikek hîn kiriye û şîretên antrenoriyê yên ji bo werzişkaran gihandine zarokan. Hêjayî gotinê ye ku -her çiqas zanyariyên heyî bi ser asta zarokên 6-7 salî re bin û derveyî rêbazên pedagojîk bin jî- pirtûk li ser asta armanckirin û plankirinê gihiştiye çarçoveya “dersa nivîskî ya werzişê”. Lewre em ji bo çend sedeman destek û komekiyê didin weşandina pirtûkekê û diyarkirina hinek çarçoveyan:
1. Pirî caran dersa werzişê wekî derseke kêfî tê dîtin ku mamosteyê wê xwediyê desthilatdariyeke bêsînor e, dikare dereceyên xwendekaran daxîne asteke nizm û wan mehkûmî taeta xwe bike. Lewre divê pîvaneyên wê hebin; ew jî wekî her dersê bi çavekî pisporane û pîşekarane bê hînkirin. 2. Pirî caran dersa werzişê ji aliyê xwendekaran ve wekî demeke lîstik-mîstikan tê hesibandin ku armancên wê yên jiyanî tên paşguhkirin. Lewre divê xwendekar bizanibe ku werzişên kesane û bi komasî parçeyekî jiyana mirovî ne ku gelek nexweşiyên zihnî û derûnî asteng dike; her wiha gelek caran wekî bijardeyeke navneteweyî û dîplomatîk e ku pêwendiyên dostane û dijminane jî ava dike. 3. Hînkirina lîstikên kevneşopî yên kurdan mîrateyeke çandî-zimanî ye ku xweseriyeke taybet dide zarokê kurd; paşguhkirina vê taybetmendiyê xwendekarê kurd radestî çand û sembolên biyanî dike, palpişta wî ya neteweyî qels dike.
4. Roja îroyîn werziş (her wiha berê jî) ne tenê lîstik, nîşandana liv û tevgeran e; di rastiyê de werziş hêmayeke serxwebûna neteweyekê û teşeyeke şaristaniya wê ye, riyek ji riyên dabînkirina aboriya kesane û gelemperî ye, amrazake tenduristiya pêşwext e û bi dehan mifayên wê hene ku divê kurd jê bêpar nemînin. Lewre divê kurd li ser parastina fîgurên werzişî yên çînî û hindistaniyan baş lêkolînan bikin, wekî wan figurên xwe yên neteweyî hilbijêrin û biparêzin; hema di roja roj de xwe radestî lîstik û hişmendiya kapîtalîzma bêmerhemet nekin û nebin amûrên mezaxtinê.
Ji bo van armancan divê lîstikên zarokan ên kurdî bên berhevkirin; ev berhevok hem li gorî çalakiyên kesane û komasî hem jî li gorî temenan bên senifandin, kevneşopiya kurdî ya werzişê bê parastin, nasandin û bazarkirin. Bêguman lîstikên kurdan ên destsivikî, pêsivikî, zûhizirîn û zûbiryardanê hene; divê digel berawirdkirina bi lîstikên mifadar ên cîhanê re bên fêrkirin.
=KTML_Bold=2. Pirtûka dersê “Wênesazî 1”=KTML_End=
Bêguman naverok, sernavên beşên pirtûkê û daxwazên bêrahênan li gorî asta xwendekarê 6-7 salî ne ku cara pêşîn qelemê digire û dest bi xêzkirinê dike; lê belê navê dersê ne li gorî asta perwerdekariya hevçerx e. Ji ber ku li gelek welatan êdî navê dersê wekî “hunerên dîtbar” e; ev ders tenê çêkirina resman hîn nake; her wiha xîmê xwendin-nivîsandina hemû hunerên dîtbar diavêje dest û zêhna zarokî. Bi kurtasî nirxandin û hilberandina hemû şeklên xwezayî û çêkirî jî dihewîne; alîkariyeke mezin dide dersên zanist û bîrkariyê yên ku bingeha pîşesaziyê ne. Divê bê pejirandin ku di nava her sê pirtûkên dersê de “Wênesazî 1” ji hemûyan baştir e, xebateke destpêkî be jî, diyar e ku Komîteya Amadekar ji pîşeya xwe haydar e; her wiha wisan dixuye ku amadekaran hewl daye ku hunera xwe daxînin asta zarokekî û ev hişmendî bi wan re heye.
Li vir divê bê gotin ku hinek zimannasên kurd (yek ji wan Perwîz Cîhanî ye) pêşniyar dikin ku wênegirî û wênekêşî ji hev bên cudakirin; divê wênekêşî ji bo wêneyên destkar (ango wêneyên ku bi pirçe û amûrên din tên çêkirin) were bikaranîn û wênegirî jî ji bo wêneyên jixweber (ew ên ku bi amûreke tomarkirina wêne û dîmenan tên bidestxistin). Lê divê neyê jibîrkirin ku karîkatur jî hunereke wênesaziyê ya giring e ku divê zarokê kurd jê bêpar nemînin; roja îroyîn karîkatur çek û alaveke ramanî ya navneteweyî ye û divê xwendekarên kurd li ser wê jî bi awayekî zanistî bixebitin.
=KTML_Bold=2.1. Naveroka pirtûkê=KTML_End=
Di pirtûka “Wênesazî 1”ê de naverokeke beraqil hatiye danîn û van beşan dihewîne: “amûrên wênesaziyê”, “xêzên pêldayî û yên şikestî”, “reng”, “lawirên kedî”, “pêlîstoka min a xweşik”, “rojeke bibaran”, “paqijkirina diranan”, “dar”, “masî”, “xweza”, “gul”, “gundê min”, “amûrên pêjgehê”, “keştiya kaxezî”, “fêkî”, “hêlan”, “keroşk”, “berf”, “trên”, “wênesazê biçûk”. Her çiqas wêneyên nimûne gelekî destpêkî û dûrî pîşeyê vî karî bin jî, ev xebat heta radeyekê serkeftî ye; lê divê hejmara nimûneyên nîşandayî zêdetir bin. Divê neyê jibîrkirin ku zarok pêşiyê li ser xêzkirina herî hêsa tê perwerdekirin; wekî mînak: heke zarok dê hînî xêzkirina destekî be, divê pêşiyê giloverek bê çêkirin û pênc heb xêz li şûna tiliyan lê bên zêdekirin, piştre li ser bê xebitîn ku bigihêje asta wêneyekî beraqil. Jixwe gava heykeltiraşek darekê qut dike ku dest bi çêkirina fîgurekî bike, di destpêkê de naşibihe tiştekî û piştî xebateke li ser hûrgiliyan tu dinihêrî ku hunerek derixtiye ber çavan. Ji alîyekî din ve, dîsan bar ketiye ser milên mamosteyan; qabiliyet û desthilatdariyeke bêsînor a mamosteyan û berpirsiyariyeke giran a xwendekaran.
=KTML_Bold=2.2. Armanca pirtûkê digel nirxandin, rexneyên çaksaziyê û pêşniyaran=KTML_End=
Pirtûkê armanca xwe di dersa paşîn de diyar kiriye ku qabiliyetên wêneçêkirinê yên “wênesazê biçûk” derxe holê û wî li ser xebatên hunerî perwerde bike. Xwezila her du pirtûkên din jî armanceke wiha bidaya ber xwe û piştî perwerdekirinê qabiliyetên “werzişkarê biçûk” û “muzîknasê biçûk” derxista ber ronahiyê. Bi rastî divê armanca her pirtûkê di dersên dawîn de bihata nîşandan, amrazên gihiştina vê armancê bihatana diyarkirin û di dawiya salê de zarokî xwe prototîpeke wê zanistê bihesibanda.
Bêguman perwerdekarî zanistek e; madem ku kurdan dê pergaleke perwerdekariyê ya kurdî amade bikira, divê pêşiyê ji perwerdekirina endamên komîteya amadekar dest bi xebatê bikira, zanyarên xwe bişandana welatên hevpeyman û ji bernameyên pêşkeftî yên wan welatan sûd wergirta. Jixwe maliyeta kurseke çendmehî ya ji bo komeke zanyaran kêmî maliyeta erebeyeke leşkerî û barê wê yê ji çek û pûsatan e.
=KTML_Bold=3. Pirtûka dersê “Muzîk 1”=KTML_End=
Bêguman muzîk beşeke giring a jiyana kurdan e; ne tenê roja îroyîn, di belgeyên herî kevnare yên dîrokî de jî ev taybetmendiya kurdan diyar e; Ksenefonê yûnanî di “Anabasîs”ê de qala rîtma sirûdên kurdan (muzîka neteweyî), rîtma destsivikî, pêsivikî û tevgerê (werzişa neteweyî) û rîtma hêmayên hevpar (wêne û hêmasaziya neteweyî) ên di navbera kurdan de dike.[6] Hevalekî me yê ku çûbû Kanada û Amerîkayê û li wir rastî akincihên eslî yên amerîkî (Çermsork) hatibû, ji me re vedigot ku wî jê pirsiye: “We çima li dijî mirovê çermspî şer dikir û hûn çima têk çûn?”. Wî pîremêrê ku êpêcekî xwendiye û heta wê rojê jî esaleta xwe parastiye, wiha bersiv daye pirsê: “Wan li ser erdê me bac ji me dixwest û li hemberî bacê jî xizmetguzariyeke pêşxistina çand û zimanê me, parastina nifşa me û pejirandina taybetmendiyên me yên mirovîn pêşkêş nedikir; lewre me bertek nîşanî xeraceke neheq da û ji ber kêmasiya me ya teknîkî ya rêkxistî me şerê bêhevseng winda kir. Bi rastî me rîtma jiyanê ya aştîxwaz hanzûka wergerande rîtma berxwedaneke rewa, lê planeke me ya têkbirina xetereyê tunebû, me tenê parastina xwezayê dizanibû û bi qasî pêwistiya xwe jê hildida; lê wan rîtma xwe ya diyalogê geh vedigerand aştiyê û geh vediguhast êrişê, di her du rewşan de jî rîtma wan durû û sitemkarane bû. Rîtma jiyana wan hovane bû, li ser êriş û bêbandorkirina hevrikan hatibû avakirin, aramî û aştiya wan di navbera wan bi xwe de bû û gelek planên wan ên rêkxistî hebûn ku me nizanibû dê bi kîjan lîstikê û bi kîjan rîtmê derkevin pêşiya me. Ji aliyekî din ve, ew hînî rîtma me dibûn û bi rîtmên alternatîf ên dijmirovahî derdiketin pêşberî me. Dema ku em jî hînî çanda dijmirovahiyê bûn, me dengeya xwe windakir û ew bi ser ketin; ji ber ku me istiqameta xwe ya mirovê xwezayî û rîtm-ahenga wê xwezayê winda kiribû, em êdî tevî ziman û çanda xwe di xizmeta wan dagirkeran de bûn.”
3.1. Naveroka pirtûkê
Di pirtûka dersê “Muzîk 1”ê de naverokeke berendamî zanistiyê hatiye danîn û van beşan dihewîne: “cureyên dengan”, “dengên lawiran”, “dengên mirovan”, “dengên amûrên muzîkê”, “strana rojbûna te”, “dengên hin amûran”, “strana yek û du”, “pileya muzîkê”, “kilîlka sol”, “strana kîvroşkê”, “nîşaneyên muzîkê”, “hîndariya rîtmî”, “strana roj tim hiltê”, “strana etar”, “strana çûko çûko”, “strana şagirt im”, “strana em zarokên Kurdistanê”, “strana Newrozê”. Divê bê gotin ku ev berhem hewldaneke baş e ku qe nebe reng û rûçikê muzîkê nîşan dane; lê divê Desteya Amadekar -hem ji bo vê pirtûkê hem jî ji bo pirtûkên dersê yên din- li bernameyên dewletên paşketî û pêşketî binihêriya. Her wiha divê ji bo dersa muzîkê li bernameyên Almanya, Rûsya, Îtalya û Îranê jî kontrol bikirana; heke bingeheke xurt a muzîkal li van welatan tunebûya, hinekên mîna Mozart, Çaykovskî, Pavorottî û Şeceriyan dernediketin holê.
=KTML_Bold=3.2. Armanca pirtûkê digel nirxandin, rexneyên çaksaziyê û pêşniyaran=KTML_End=
Bi rastî xebatên saziya muzîksaz a Hunergeha Welat nîşan dide ku çand û zimanê muzîkal li Rêveberiya Xweser gihiştiye asteke baş; lê naveroka pirtûkê vê yekê pesend nake, diyar e ku li her dera deverê heman ast peyda nabe, kesên serkeftî palpişta xwe didin xebatên xwe yên kesane, ne ku xwe dispêrin perwerdehiya gelemperî. Ji aliyê metodolojiyê ve, naveroka vê pirtûkê ji ya “Wênesazî 1”ê jî têkuztir xuya dike; lê divê hîn baştir bê rengînkirin û zengînkirin. Her wekî berê jî hate gotin, xwezila vê pirtûkê jî armanceke diyarkirî bidaya ber xwe û piştî perwerdekirinê qabiliyetên “muzîknasê biçûk” derxistana ber ronahiyê.
=KTML_Bold=Encam=KTML_End=
Demekê Nelson Mandelayî digot ku “perwerdehî çeka herî xurt e ku tu dikarî pê cîhanê biguherînî”; lê bi rastî em bikaranîna perwerdehiyê wekî çekeke xeternak pesend nakin, li gorî me divê perwerdehî wekî hêza xwenasîn, xwezanasîn û avakirina cîhaneke aram were bipêşxistin, ji ber ku hemû karesatên mirovîn ên cîhanê ji bo bidestxistina çeka herî xeternak tên pêkanîn, mirovê herî xwezayî yê pêşîn jî bi mebesta avadanî û çaksaziya cîhanê dest bi bikaranîna keresteyên xwezayê kiribû û niyêteke wî ya texrîbî tunebû.
Nîşeyên nivîsê:
* Nexşeya asta perwerdehiyê li cîhanê 2023.
1- Malpera Gobookmart.com (2022), 10 Countries with Worst Education System, ji bo zanyariyên berfirehtir bnr.: https://gobookmart.com/10-countries-with-worst-education-system/; dema gihiştinê: 17.09.2023; 21:54.
2- Malpera World Population Review (2023), Education Rankings by Country 2023, ji bo zanyariyên zêdetir bnr.: https://worldpopulationreview.com/country-rankings/education-rankings-by-country; dema gihiştinê: 17.09.2023; 22:12.
3- Saziya Minhacan a Rêveberiya Xweser (2019), Werziş 1,
https://drive.google.com/file/d/1tihw8xGPc8VW4rEGeHlLlzHnhiSSQyOs/view; dema gihiştinê: 17-09-2023; 17:10.
4- Saziya Minhacan a Rêveberiya Xweser (2019), Wênesazî 1,
https://drive.google.com/file/d/1WK4ilRE6du8gZZPIoNWOFCPnnjOlSYq8/view; dema gihiştinê: 17-09-2023; 17:20.
5-Saziya Minhacan a Rêveberiya Xweser (2019), Muzîk 1,
https://drive.google.com/file/d/1GVXkREAbH7IHjROx7SerMRN-Gb7hxI_z/view; dema gihiştinê: 17-09-2023; 17:28.
[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,857 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 20
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 17-09-2023 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: پرۆگرام
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: پەروەردە
پۆلێنی ناوەڕۆک: منداڵان
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 23-09-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( زریان سەرچناری )ەوە لە: 26-09-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 23-09-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,857 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.391 چرکە!