کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,485
وێنە
  124,229
پەرتووک PDF
  22,106
فایلی پەیوەندیدار
  126,130
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,126
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,006
وێنە و پێناس 
9,467
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,997
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,182
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,055
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,159
شەهیدان 
11,970
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,630
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,638
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
909
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   تێکڕا 
274,453
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Mîrê Ziman û Zemana Xwe, Firarê Zemana Mezin
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هاوکارانی کوردیپێدیا، لە هەموو بەشەکانی کوردستانەوە، زانیارییە گرنگەکان بۆ هاوزمانانیان ئەرشیڤدەکەن.
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Celadet Alî Bedirxan
Celadet Alî Bedirxan
Mîrê Ziman û Zemana Xwe, Firarê Zemana Mezin
#Ferzan Şêr#
Ger hemû gotin, nivîs û gotegotên li ser kurdî û bo kurdî bihatana dijîtalîzekirin, di ewra peyvan (word cloud) de dê teqez peyva herî ber biçav û mezin peyva klasîk bibûya, Xanî, Cizîrî û Celadet jî dê li pey wê bihata. Divê li xwe mikur werim ku tu carî nava min klasîkan baş nebûye û wekî ku Calvino dibêje kesên klasîkan dixwînin nabêjin “ez dixwînim”, dibêjin “ez cardin dixwînim”; ez jî ji wan kesan im, deam behsa klasîkekê bû û min xwendibe rûyê min sor dibe. Di vir de qesta Calvino helbet ji xwendin û nexwendinê pêve taybetmendiya klasîkan dide nîşandan ku xwendinên wan ên dubareyî, sêbareyî û çend carên din gengaz e. Li gor hinek rexnegirên mîna Jale Parla jî ji xwe “her xwendin ji nû ve xwendin e”. Ev yek herî bêtir jî li klasîkan tê. Mirov dikare bi vî çavî li gelekên metnên kurdî binêrin ku klasîkên kurdî bi temenê xwe ciwantirîn klasîkên neteweyî ya dinyayê ne.
Gelo ji nûve xwendina nav û berhemên Celadet Alî Bedirxan gengaz e?
Qesta min ji ji-nû-ve-xwendinê ev e ku berhem di dem û mekaneke (erdnîgarî) sabît de ne bes wateyeke xwe hebe; an jî di demên dîtir de yanî gelek wext li ser çapkirina berhemê bikeve jî, pêncî sal şûn de bo mînak, li erdnigariyên din ên gerdûnî jî bikaribe bê fahmkirin, her carê ku hat xwendin jî wateyan li xwe zêde bike. Bo mînak, çîroka “Gazinda Xencera Min” alegoriya qedera Kurdistanê ye di navbera qelem û xencerê de, yanî di navbera erka siyasî/zanîn û şerê çekdarî/parastina bi hukmê leşkerî ye û gelo bes di şertên wan deman de dikare bê fahmkirin ango di salên îroyîn jî dikare bê fahmkirin; wateya xwe heman e, ango têgihiştina wê bi demê re guherî ye; çend xwendinên din jê dertên gelo; gelo çîrokên îroyîn ku xwe dispêrinê hene an na… Mirov dikare nimûneyên ji-nûve-xwendinê zêdetir bike.
Di serî ji ber ku C.A.B (ji ber timakariya Kundê wiha bi kurtî dinivîsim) bi karê zimên (linguistik, ferheng, kovargerî, folklorî hwd.) mijûl bûye, bersiva me “na” ye. Ne tev be jî, gelek ji van qadan rê nadin ji-nû-ve-xwendinê, piranî xebatên bingehîn in ku mirov divê ji wan dest pê bike. Kes û xebatên afrîner ji wan jî tiştên afrîner derdixin helbet… Lê dema min çîrokên C.A.B xwendin min dît ku çîrokên wî rê li ber xwendinên cuda vedike, lê belê ji naverokên xwe bêtir “nav” û “kirinên” wî, wî dike kesekî “klasîk”.
C.A.B him bi navê xwe Celadet Alî Bedirxan him jî bi navê mustear ên mîna Cemşîd û bêtir jî bi Bişarê Segman nivîsandine. Gelek mijar û biwarên cur be cur dane ber xwe: wergêrî, çîroknûsî, kovargerî, zimannasî, folklorîstî, siyasetmedarî hwd.; kurteçîrok, çîrokên tarixî, çîrokên kevn (mîtolojîkî), ceribandin û nivîsên siyasî, xebataên ferhengî û gramerî; bi zimanên osmanî, kurdî û frensî nivîsandine; di her çîrokên wî nivîsî de, ango bijartî de jin rolên sereke dilîzin (Nahîde, Rindê û Zîzê, Fehîme, Viyoletê, Jinikê ku mêrê xwe dikuje, Dayîn; di çîrokên tarixî de, Klêopatre, Vêna, Mariya, Dimitriya, Lûna, Honorya,); li Stenbolê (kalamiş), li Dihokê, Bêrûtê çîrok nivîsandine, ji welatê ûrîsan heya Asya Navîn, ji Kurdistanê heya Ewropayê serê qelema xwe dirêj kiriye. Ez dibêm mirov grafîkeke ji cihên ku wî nivîsandine ber bi cihên ku çîrok tê re derbas dibin xêzan çêbikin wê wekî reklama şîrketên balafiran qelema wî xwîneran bibe gelek deverên cîhanê. Tevna C.A.B wekî atlasa kişweran e.
Advertisements
REPORT THIS AD
Di nav çîrokên wî de du çîrokên wî hene ku bergeha çîrokên wî yên hunerî û sîyasî nîşan dide. “Li Ber Tevna Mehfûrê” çîroka malbatekî ye ku prototîpa Kurdistanê ne. Li gor tevna çîrokê bav “wesandiye” ku kur (Gefo li gor wetana erotikî ya Afsaneh Najmabadi, netewe ye) divê bixwîne, bibe zana da ku welat rizgar bike. Jin dixebitin, dayik dixebite, her du xwişk-Zîzê û Rindê, dixebitin ji bo ku Gefo bidin xwendin. Di vê çîrokê de du tişt bala min kişand ku yek jê hunera tevna mehfûrê ye. Edîbên baş ên gerdunî gelek caran di pêşkêşkirina hunerên xwe bi metoforeke din a hunerî, bi awakî metafiksiyonel pêk tînin. Nivîskara navdar a ermen Zabel Yesayan -ku hevçerxa C.A.B- di novellaya xwe ya Surgun Ruhum (Ruhê Min ê Sirgun) de pêşangeh û nîgarkêşiyê dike mijarokek mesela, fikrên xwe yên hunerî di ser wan re dide. Di çîroka “Li Ber Tevna Mehfûrê” de jî bi ya min tevna mehfûrê bi xwe hêla C.A.B a hunerî ye şanî me dide. Hêla din ya çîrokê jî alegoriyeke bindestiya Kurdistanê ye, ne alegorî ye, raste rast ew bi xwe ye. Zanebûna heyî (di ser Zinar re), yanî fikriyata întelektuwelî ya wê serdemê têrê nake ku barê bindestiyê ragire û qedera neteweyekê diyar bike, lazim e Gefo ji qelemên haziran hîn tûjtir be, belkî lazim e bi şûreke zengnegirtî, bê tûjkirin. Di vê çîrokê de felata mutleq di qelemê de veşartiye.
Di çîroka “Gazinda Xencera Min” de jî dubendiya qelem û şûrê heye. Xencer û qelem du hêmayên sereke ne di edebiyat û fikriyata kurdî de ku secereya wan heya Xanî dirêj dibe. C.A.B tevlî nîqaşa salane dibe bi vê çîroka xwe re, “gazinda xencerê” digihîne nifşên li pey xwe. Li gor wî xencer ji ber tercîha qelemê ji bîr çûye loma jî zeng girtiye. Lê gelo serencama qelemê çi ye? Ez dibêm C.A.B wekî kevirekî anakronîk vê pirsê davêje nav bîra nifşên nû. Di rêzefîlma navdar a bi navê Narcos (ya resen) de Escobar tevî gerîlayên M-19 hevkarî dike, ji mûzexaneyê şûra Bolîvar didizin, li wir dîmenek heye, di nav camên şikestî de ku şûr tê de nîşan didin, dibêje “şûrê Bolîvar vegeriya nav şer”. Şûrê Bolîvar sîmbola serxwebûn û yekpareyî ya Amrîkayê Latînî ye. Bûye mîteke avakar di gelek karên wan ên hunerî de. Hin sembol hene şopa wan him kevnar e, him jî di bîra nifşên dahatûyê de tovên wan hene. Xemên ku C.A.B xwarine jî bi vî rengî ye, him rabirdû tê de ye, him jî dahatû. Ev jî berê me dide têgeha kairosa yewnanî. Kairos yek ji têgeha demê (zeman) ya yewnanî ye. Şîrovekarên van têgehan kesên mîna Agamben û Walter Benjamin hêlên wê yên şoreşî/polîtîkî/dîrokî dinirxînin. Şîroveyên hêsankirî jî diyar dikin ku kronos (kronoloji) jimareya demê, kairos “çawaniya” demê ye; hinekan jî kronosê dişibinîn çemê, kairosê dişibînin golê. Li gor Bulent Diken jî kairos hem zevtkirina ruhê zemên e, him jî di heman demê ji aliyê zemên ve zevtkirina kirdeyê bi xwe ye. Li gor vê pênaseyê C.A.B yek ji kurê wê secereya xencer û qelemê ye. Mîna ye surfjenên behran; ne wekî kesên ji rêzê di çemê kronolojiyê de çem û çem diçe, ne jî di goleke bê pêl de avjenî dike, wî bi xwe wekî surfjenan li alavên xwe amade dike, dema pêlên demê jî zevt dike pê re hunera xwe dide nîşandan. Bi her du lingên xwe li ser textê surfê ye, xwe radestî pêlê nake, hukmê pêlê dike; her pêl jê re hunereke din e ku li jor me behsa wan kirî. Loma wekî wergir û mudaxilê zemên ji tevî berhem û bêtir jî bi navê xwe ne “qanon” e “klasîkek” e #CELADET ALÎ BEDiRXAN# . Bi her xwendinê re xwendinên nû wehd dike.
Têbinî: Ev nivîs di hejmara 4. a kovara Kundê de derçûye.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,434 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://ferzaname.wordpress.com/ - 04-07-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 16
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 27-06-2019 (7 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 04-07-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 05-07-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 05-07-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,434 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.234 چرکە!