کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,241
وێنە
  124,181
پەرتووک PDF
  22,100
فایلی پەیوەندیدار
  126,082
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,121
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,000
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,710
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,968
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,053
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,156
شەهیدان 
11,930
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,730
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
908
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
928
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   تێکڕا 
274,249
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Di ragihandinê de bandora hiş û derhiş
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، دادگا نییە، داتاکان ئامادەدەکات بۆ توێژینەوە و دەرکەوتنی ڕاستییەکان.
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di ragihandinê de bandora hiş û derhiş
Di ragihandinê de bandora hiş û derhiş
=KTML_Bold=Di ragihandinê de bandora hiş û derhiş=KTML_End=
=KTML_Underline=#Yaqob Tilermenî# =KTML_End=

Mirov di nava jiyanê de dixwaze tevgerên xwe yan jî tevgerên kesên hemberî xwe ji bo başiyê biguherîne. Ji bo vê jî hewcedarî bi guherandina şertên derdorê hene. Ji ber ku mirov weke hînbûneke berdewamî li gora derdoran bi hin tevgeran dilebikin û li cihne dîtir bi tevgerine dîtir dilebikin. Mînak; mirovê ku ji bo nimêja nîvro diçe mizgeftê, ji têketina mizgeftê heta bi rûniştina li ser xalîçeyê û ji berê rûniştina xwe ya li qibleyê heta bi lavayen xwe, li gora rêgezên nava mizgeftê tevdigere. Çinku mirov bi têketina xwe ya mizgeftê ew şert û şirûtên diyarkirî ji berê de pejirandine û mecala wê/î tune ye ku wan li gora kêfa xwe biguherîne. Her wiha dema ku mirovek bixwaze tevgerên kesên li derdora mizgeftê biguherîne dê bi ser nekeve. Ji bo wê divê ew kes ji wê derdorê dûr were pêşwazîkirin.
Guherandina derdorê ji bo guherandina tevgeran, rêbazeke giring e. Zaroka sêsalî ya ku bênavber xwe digihîne televizyona li ser sehpayê ya nava malê û her carê bi awayekî zerarê dide televizyonê, bi guherandina cihê televizyonê (televizyon dikare li ser dîwer were bicihkirin!) dê nema karibe wan tevgerên xwe pêk bîne û ji naçarî be jî dê tevgerên xwe biguherîne. Ji wê kêlîkê pê ve zarok dê berê xwe bide tiştekî dîtir û ev guherîna tevgera zaroka sêsalî dê derfetekê bide dê û bavê wê ku karibin bi awayekî dîtir bi zaroka xwe re biştexilin.
Guherîn û veguherînên di tevgerên mirovan de, ne hêsan e. Çinku ji bo vê daxwazê hewldaneke xurt a ji bo cihguherînê derdikeve pêşiya mirov. Di vî warî de mirov xwe baş nas nakin. Çinku di her mirovê/î de bi navê hiş û derhiş du derûniyên ji hev cuda hene. Hiş xwedî karakterekî ye û derhiş xwedî karakterekî dîtir e. Digel ku hiş bi awayekî rêkûpêk karê xwe dike, derhiş di binê stresekê de zû bi zû biryarê dide û gelekên caran ev biryar jî şaş e. Ji ber wê dema mirov li mirovekê/î nû rast tê, beriya hiş, derhiş der heqê wê kesê yan wî kesî de biryarekê dide û wê/wî di nava qalibekî de bi cih dike. Encamên vê jî bêtirên caran weke neyînî li xwediyê wî derhişî vedigerin.
A rast, beşeke mezin ji kirinên me û ji jiyana me li gora derhiş pêk tê; ger mirov li gora rêjeyekê tesbîta xwe bide, dikare bibêje ji sedî 95 derhiş û ji sedî 5 hiş di dewrê de ye. Dema mirov ji televizyonê li filîmekî temaşe dike, çav wêneşanê dişopîne mirov xwe bi xwe tevgerên filîm tê digihîje û di serê xwe de honaka filîm ji hev derdixe. Di heman demê de dilê mirov diavêje, mirov bêhnê distîne, ji derve dengan dibihîse, carna cihê rûniştina xwe diguherîne û di bedenê de gelek tiştên din bi rêkûpêk pêk tên. Û pirrên van pêkhatinan bi rêya derhiş berdewam dike. Pê re jî her «bûyîn»ek li hafizeya derhiş têne qeydkirin.
Kevin Hogan diyar kiriye ku; derhiş carna mirovan dabeş dike û dide ber mirovine ku dema borî di jiyana mirov de cih girtine. Bi vî awayî jî taybetiyên kesê/a di jiyana mirov de berê cih girtî, li kesê/a nû tê barkirin. Ew kes dikeve kategoriya kesê/a baş an kesê/a xerab. Bi vê minasebetê jî di navbera du mirovan de pêwendiyeke bi tenduristî pêk nayê.
Zarokên dibistanê ku hin caran tevgerên neyînî nîşan didin, tevgerên wan bi şandina cem mamosteyên rehber ên dibistanê gelek caran tûşî çareseriyan nabe. Ji ber ku ev zarok di çûna cem rehbêr de bi derhişê xwe tevdigere û gotinên rehbêr bi tiştekî nahesibîne. Rehber ji bo zarokê yan weke mamosteyekê/î ye an jî weke mezinên wê ne. Çawa ku ew kesên destnîşankirî di jiyana wê de berê helwestên req nîşan dane wê, rehber jî dê ji bo wê di nava wî qalibê destnîşankirî de be. Her wiha carna rehber jî li hember zarokê ji ber derûniya derhişê xwe nêzîkiyeke baqilane nîşan nadin. Bi vî awayî jî zarokên xwedî tevgerên neyînî li nava hemû zarokan bi navekî neyînî têne naskirin û kêşeyên wan zû bi zû nayêne çareserkirin. Ji ber ku di derdora dibistanê de bi sedan zarok hene, bi awayekî xwezayî hin ji wan ji ber sedemên cuda xwedî tevgerên neyînî ne û rehberên dibistanê derfeta ku bi awayekî zanistî nêzîkiyê li zarokê bikin, peyda nakin. Pirsgirêkên zarokan jî bi domdarî ji holê ranabin.
Ger helwestên dê û bavan, helwestên mamoste û rehbêran ne li gora derûniya Hiş be, Derhiş dikeve tevgerê û di nava kêliyên kurt de çareseriya hêsan bi destên wan têne dehfdanê :
“Liveke vê zarokê min aciz dike lê ez baş tê dernaxim.”
“Der barê vî zarokî de hesteke xerab di dilê min de heye.”
“Min qet ew neeciband lê nizanim sedem çi ye.”
“Ew gelekî dişibe kurrê cîranê me yî cirnexweş.”
“Ser û porê wê tu dibêjî qey nû ji nava nivînan derketiye.”
“Herriya ser sola wî diyar dike bê çiqasî ne paqij e.”
“Tew bi bêcemeyê şevê hatiye dibistanê…”
Hevoksaziyên bi vî awayî, ji derhişê mirov derdikevin û bêyî ku mirov li ser van pêşdaraziyên xwe bifikirin û kesê/a hemberî xwe weke miroveke/î nû-cuda-dîtir-baştir-jîrtir bihesibîne, rasterast di bêjinga derhişê xwe re derbas dikin bi vî awayî nêzikatiyê li wan dikin. Mirov serê pêşîn kesa/ê hemberî xwe kategorîze dike. Li porên wan dinêre, li cilên wan dinêre, li rêjeya bedena wan dinêre, li dengên wan dinêre, li statuya malbatên wan dinêre, li notên dersên wan dinêre û di nava çend saniyeyan de dibin xwediyê darazekê. Gelek caran ev pêvajo ne têkildarî rastiyekê ye. Jixweber pêk tê, bi demkurtî diqede, helwest li gora wê teşe digirin. Li gora hin lêkolînên ku pisporên bi navên D. Byrne, O. London û K. Reeves kirine, mirov dema têkîlîdanînê naxwazin bi mirovên rewşa wan a fîzîkî xwîntehl re pêwendiyeke erênî çêbikin. Ji ber ku derhiş kesên xwîntehl dişibîne mirovine dîtir ên xwîntehl û ji vê ragihandinê tiştekî erênî dernakeve. Divê mirov ji bîr neke ku ev pêvajo di nava çend saniyeyan de pêk tê.
Ji bo lihevkirina mirovên mezin û zarokan hin rebazên gerdûnî hene ku ji teref pisporan weke pêşniyar têne danîn. Ev rêbaz giş, tevgerên bêgotin in:
Rêbaza pêşîn, rewşa fîzîkî ye. Lixwekirina mirovekê/î dibe sedem ku kesên hemberî wan an xwe baş an jî xerab hîs bikin. Çinku lixwekirina mirov baweriyê yan jî nebaweriyê çêdike. Li metropolên dewletên serdest, mamosteyên dibistanên li taxên dewlemendan û yên li taxên xizanan bi helwestên cuda nêzîkî zarokan dibin. Ji ber ku derhişên mamosteyan li gora lixwekirinên zarokan nêzîkatiyê li wan dike, ev jî kategorîzekirina “zarokên dewlemendan jîr in!” û “zarokên xizanan nezan in!” derdixe meydanê. Di nûçeyên rojnameyan ên li ser futbolîzên jêhatî de tê dîtin ku her dem zarokiya futbolîz a xizaniyê û dewlemendiya îro tê berawirdkirin.
Rêbaza duyê, deng e. Dema mamoste yan mezin rêjeya dengê xwe li gora ya zarokê eyar nekin, ragihandineke tendurist pêk nayê. Bavê ku ji ber tevgera kurrê xwe bi qîrîn pê re diaxive, nikare tevgera neyînî ya zarokî biguherîne. Herî bêtir zarok ji ber tirsê dê biçewise û ev ê jî bibe sedem ku ew jî bi ser kesine dîtir de biqîre. Zarok ji bo careke din tûşî dengekî bi qîrîn neyên, dibe ku rêbazên derewkirinê bi kar bînin.
Rêbaza sêyê, sekn e. Mamosteya ku dixwaze şaşiya xwendekara xwe biguherîne, gerek bi xwendekara xwe re li hember hev du bi heman awayî bisekinin. Ger mamoste bi dengekî asayî bi zarokê re biaxive û zarok rûniştina xwe li gora mamosteya xwe biguherîne, hingê mamoste di pêwendiya xwe de bi ser dikeve û baweriyekê bi zarokê re çêdike.
Rêbaza dawîn, bêhndan e. Divê mirov bala xwe baş bide zarokê bê bi çi awayî bêhna xwe dide û distîne. Piştî çavdêriyê gerek mirov bêhndana xwe jî li gora ya wê bi rêkûpêk bike. Ev ê bibe sedem ku ragihandineke baş pêk were.
Piştî van çar rêbazan, mamoste, dê û bav, rehber an kesên dîtir bi mijarên ku zarok têkîldar û hezkir dest bi axaftina xwe bikin û hişê xwe di têkîlîdanînê de bi kar bînin, ne pêşdarazî çêdibin, ne bertek ji zarokan têne dayîn, ne seqayeke bêbaweriyê derdikeve holê. Ger cihê têkîlîdanînê odeyek be, hêwanek be, ofîsek an jî cihekî girtî be, mirov bi guherandina cih jî dikare rêya lihevkirinê saz bike.
Di têkîlîdanînê de, di çareserkirina tevgerên neyînî de, di naskirina destpêkê de ji bo ragihandin û lihevkirineke baş, gerek mirov hay ji xwe hebe ku Hiş an Derhiş bi kar tîne. Hingê çareserî weke qurteke ava zelal e.
Em mijara xwe weke cameke rojikê bidin ser mirovên kurd ku cewher û kakilên mirovên kurd di binê xweliyekê de weke bizotan e, divê em wê xweliyê ji ser rakin. Bi vî awayî tîna bizotên sor wê xwe bide ser kurdên û wan germ bike. Ji bo vê jî bayekî xurt lazim e. Bi nefesa çikandî mirov nikare wî bayî ji devê xwe derxe û pifî wê xweliyê bike. Mirovên ku derhişên wan li pêş in, hay ji vê ferqa xwe nabin. Dema li dij derkevin, li gora zanînên berê tevdigerin û bi van helwestan nêzikiyê li kesên hemberi xwe dikin. Ji bo nîşandana helwesteke bihişî divê mirov guh bide van gotinên helbestvan û feylesofê amerîkî.
E. E. Cummings wiha gotiye: “Cîhana ku bi şev û roj, bi hemû hêza xwe dixwaze te bişibîne mirovên dîtir û ti ferqa te ji wan nemîne, derfetê dide te ku tu jî li hemberî vê tevgerê ji bo xwebûna xwe şerê herî mezin ê cîhanê bide. Dema vî şer dest pê kiribe, êdî nema diqede!”[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,532 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 11-06-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 4
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 00-00-2023 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: ڕاگەیاندن
پۆلێنی ناوەڕۆک: منداڵان
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 11-06-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 12-06-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 12-06-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,532 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.485 چرکە!