کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,206
وێنە
  124,176
پەرتووک PDF
  22,100
فایلی پەیوەندیدار
  126,067
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,121
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,000
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,710
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,968
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,053
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,156
شەهیدان 
11,930
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,730
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
908
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
928
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   تێکڕا 
274,249
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Polîtîkaya guhertina demografîk û bihêzkirina desthilatdariyê
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
مێگا-داتای کوردیپێدیا، یارمەتیدەرێکی باشە بۆ بڕیارە کۆمەڵایەتی، سیاسی و نەتەوەییەکان.. داتا بڕیاردەرە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Polîtîkaya guhertina demografîk
Polîtîkaya guhertina demografîk
=KTML_Bold=Polîtîkaya guhertina demografîk û bihêzkirina desthilatdariyê=KTML_End=
=KTML_Underline=Xidir EL CASIM=KTML_End=

Îro dişbihe duh, mîna ku dîrok bûyeran bi rengekî cûda xwe dûbare dike. Guhertina demografîk yek ji pirsgirêkên herî girîng e ku di sedsala heyî de dûbare dibe. Heman bûyerên ku ji zêdetirî serdemekê ve li Sûriyê û Tirkiyê bi şêwazekî din dûbare dibin.
Guherîna demografîk di dema niha de ji bo van her du welatan bûye weke amûreke ku siyaset û ajnîdeyên xwe yên çewsîner li ser gelên bindest ferz bikin. Di rastiyê de ger amûrên mêtingeriyê li ser vîna gelan tên ferzkirin hebin, diyar e ku ev têgeh were bîra mirov. Guherîna demografîk ya di çarçoveya dîrokî de bi van her du welatan re çawa bû û çima niha pêk tînin?
Mirov dikare guhertina demografîk a her du sîstemên li herêmê bi vegotina pêkhateyên dîrokî diyar bike. Dema ku Partiya Îtîhad û Terqî gihişt ser desthilatdariyê, di çarçoveya serxistina endamê Tirk de kar kir, lê neteweyên din bi awayekî plankirî rastî tirkkirinê hat, ev yek ser asta çînî bû. Lê li ser asta fermî, piştî darbeya li ser Sultan Ebdulhemîd pêk hat. Ev yek mîna destûrdayîna pêkanîna siyaseta tirkkirinê bû. Di rastiyê de hemû siyastên vê partiyê li ser esasê asîmîlekirina gelan, bi taybet gelê Kurd di nav nasnameya tirkî de bû. Guhertina demgorafîk ji kêliya yekemîn ve an ku dema ku Osmaniyan soza welatekî Kurdan bin pê kir, dest pê kir. Ji wê zêdetir sozên pêkanîna Peymana Sever bi taybet bendên 62 û 64 ên avakirina welatekî serbixwe ji bo kurdan, bi cih neanîn. Ev peyman mîna xapandinekê bû ku erdîngariya Kurdan kontrol bikin. Hemû tiştên ku di Peymana Sever de hatine gotin, tenê destpêka pêkanîna guhertina demografîk bû, lê li benda derfetên guncaw ên pêkanînê bûn an ku heta ku zextên leşkerî yên wê demê xilas bibin dest bi guhertina demografîk bikin. Her wiha ji ber ku dewleta Osmanî li benda encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn bû.
Çi dibe jî plana guhertina demgorafîk li ser maseya Îslaha Şerqê bû. Projeya Îslaha Şerqê projiyeke mêtîngeriyê ye ku ji 27 bendan pêk tê.
Mirov dike bi zelalî wateya projeya Îslaha Şerqê li gorî pênaseya ronakbîr Abdullah Ocalan zelal bike ku dibêje Di sala 1925’an de bi Plana Islahkirina Şerqê xwestin rastiya Kurd bi temamî ji dîrokê rakin û welatê Kurdan ‘bi hikmê tine’ hesibandine.. Ji komploya Tirkê Spî ya sala 1925’an û pêve, her cure mîrate û navlêkirinên têkildarî Kurd, Kurdistan û Kurdîtiyê bi carekê bi rêbazên dehşetwarî hatin qedexekirin û xwestin bikin ku ew êdî ne diyarde bin.''
Li gorî tiştên ku heta niha me bi bîr xistin, ev proje mîna şerekê ragihandî di hemû qadan de li dijî Kurd e. Ez dixwazin balê bikişînin ser vê yekê ku ev proje xeteleke teng e ku Kurd bê beden, bê nasname û bê netewe bihêlin. Ya ku divê di vê çarçoveyê de were zelalkirin ew e ku guhertina demgorafîk li gorî diruşma Tune bike û ji holê rake tê kirin. Ev diruşme li ser esasê tunekirina Kurdan tê kirin da ku Kurd bê welat bimînin. Di madeyên 13, 14, 15, 16 û 14 ên vê planê de bal tê kişandin ser têgehên asîmîlasyon û helandin. Bi wateyeke hîn zelaltir, mîrateya madî û manewî ya taybet bi Kurdan veguherînin nasnameya Tirk a resen. Helbt guhertina demgorafîk, çand, huner, wêje û dîroka kurdî..hwd di nav vê planê de cih digire.
Madem siyaseta Tirkiyê li ser agirekê hêdî tê meşandin, tu guhertin di dîroka wê de tune ye û ji bilî vê yekê tiştek din nîne. SerokêTirk Erdogan niha heman alavên kevin bi kar tîne da ku da armanca berê ya tunekirina Kurdan pêk bîne. Diyar e ku Erdogan ji serokên berê li ser Kurdan xetertir e. Sedema vê yekê jî ew e ku hewl dide bi çi awayî be tevgera kurdistanî tune bike. Tevî ku dewleta Tirk herêmên wekî bajarê Efrînê di sala 2018'an de û herêmên Girê Spî û Serêkaniyê di sala 2019'an de dagir kirin, lê Kurd tê gihişt ku bêyî windahî tu tişt çênabin. Erdogan gelek caran di dezgehên ragihandinê de qala avakirina herêmeke ewle bi hincetên derew ragihand. Li beramberî wê Kurd ji berê bi hêztir in û lîstok baş xwendine û gelek komployên bi armanca guhertina demografîk bê bandor kirin. Erdogan du rolan dike, carekê dixwaze penaberên sûrî vegerîne herêmên ewle û careke din jî li herêmên din wan pêşwazî dike.
Xuyaye ku her çiqasî civata navneteweyî bêdeng be û çavê xwe bigire guhertina demografîk zêde dibe. Kapîtalîmz vê rola Tirkiyê înkar nake, lê belê deyn û dilsoziyê di dosyayên din de dide Tirkiyê.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê bîlançoya mehekê ya binpêkirinên heta meha Tîrmeha 2022'an li Bakurê Sûriyê amade kir.
Rapora navendê zêdebûna rêjea tundî, sûc, bûyerên şerê navxweyî yê di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de belge dike. Her wiha êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên rojhilatê Firatê ku ewle û arambûn, dagirkirina bajarê Girê Spî û Serêkaniyê, encamên ku bi xwe re anîne, koçberkirina 375 hezar niştecihên wan, dîsa jî binpêkirinên mafên mirovan, sûcên îşkence, girtin, înfazên meydanê, desteserkirina mal û milên tabyet, êrişên bê serûberî, bikaranîna keçên qedexekirî, hedefkirina taximên tenduristî û rojnamevanan, ev hemû alozî dijwartir kir û herêm xist rewşeke tevlihev û ber bi aloziya ewlehî, vegerandina bûyerên teqandin û sîuqestkirinan ve birin.
Gotineke heye dibêje Heger tu şerm nekî, her tiştî bikî, berpirsên dewleta Tirk her tim bi awayekî bê exlaqî wisa dikin. Ya ji wisa xirabtir
ew e ku hin ji wan guh nadin ku ew vê yekê di nav gel de nîşan bide. Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê, Darya Yanik ragihand ku welatê wê ''Ji bo têkbirina hebûna Kurdan li bakurê Sûriyê şer dike. Tirkiyê ne tenê ji ber hevxemiyê, lê belê ji bo rêgirtina li damezrandina dewleteke Kurdan li bakurê Sûriyê, li 5 milyon Sûriyê miqate ye. Piştî paqijkirina vê herêmê dê sûrî vegerin malên xwe. Her wiha anî ziman ku mekanîzma vê yekê ew e ku guhertina demografîk li deverên kurdî pêk bîne.
Dikarim bêjim ku guhertina demgorafîk rojekê nebûye parçeyek, têne yek ne du wateyên wê heye. Amûrên desthilatdariyê yek in, lê mekan û hejmar cûda ne. Guhertina demgorafîk a ku li Sûriyê tê kirin, bi tiştekî ji ya ku Tirkiyê tê kirine cûda nîne. Tişta yekane ya ku wan ji hev cuda dike pêkanîna amûrên wê di salên 60'î yên sedsala borî bû. Beriya 40 salî an ku salên di navbera 1920-1960'î de Sûriyê têgeha yekemîn a guhertina demografîk danî. Sûriyê modelek jiyana demokratîk bû. Di wê demê de Kurd roleke aktîv û di astên bilind de di hemû saziyên dewleta Sûriyê de, di nav de serokatiya bajar de dilîstin. Em nanepixînin ku bêjin Sûriyê di rojên xwe yên siyasî, aborî û civakî yên herî baş de bû. Dibe ku hinek bipirsin, gelo çawa guhertina demografîk bi wêneya xwe ya hovane li ser Kurdan destpêkê û paşê li ser sûriyan çêbû? Derketina ronakbîrên ji neteweya erebî mîna Satiî El Hesrî, Mihemed Eza Dirûza, Qestantîn Zerîq, Mîşel Efleq û yên din rê li ber zemîna derketina şepêla neteweyî ya Ereb vekirin. Piştre di navbera salên 1952 û 1960'î de, rêvebertiya Baas'î ji sivîl veguherî çekdarî ku hewl dan dest deynin ser tevahî aliyên rêveberiyê, di nava van polîtîkayan de jiholêrakirina hemû dijberên wan an jî gumanbarên wan ên xeternak hebû, weke jiholêrakirina îdeolojiya îxwanî û gelê Kurd bû.
Bi berfirehî, di sala 1963'an serokê beşa ewlehiya siyasî efesr Mihemed Teleb Hîlal plana guhertina demokratîk danî ku rola Kurdan li herêmên wan tune bike û ev plan pêşkêşî Kongreya Partiya Baas a Erebî ya Îştîraqî kir ku li ser wê nîqaş were kirin, rewşa wisa ma heta piştî 10 salan. Navaroka planê bi berfirehî ji bo pêkanîna guhertina demgorafîk li Hesekê, bi taybet li herêmên Kurdan bû. Ev plan li gorî şîara Parçe bike, bi rêve bibe pêk hat ku xwest guhertina demografîk li Hesekê an ku Cezîra Sûriyê bi giştî pêk bînin û têkiliyên dîrokî yên Kurd û Ereban derbe bikin. Her wiha belavbûna erdîngarî ya kurdan ji hev bixin da ku Kurd li cihekî tenê bimînin.
Belavbûna Kurdan li gelek cihan ji bo bipirsên sûrî cihê fikran bû, ditirsiyan ku Kurd bi bandora tevgera Mistefa Barzanî statuyeke neteweyî ya kurdî ava bikin. Li ser vê yekê rejîma Sûriyê bi navê fermandariya herêmî ya Partiya Baas di 24'ê Hezîrana 1974'an de fermana pêkanîna projeya kembera erebî da. Rejîma Sûriyê bi plana guhertina demogarfîk xwest kevirekî li du çûkan bixîne. Ya yekê, pirsgirêka kurdî mîna ku di wêjeya partiyê de tê binavkirin, bi dawî bikin. Ya duyemîn jî, bûdceya dewletê ya dayîna tezmînatan ji bo endamên êlên Ereb ên ku erdên wan ji ber gola Bendava Tebqayê di bin avê de ma û ji herêmên xwe koçber bûn, bê par bihêle.
Derbarê mekanîzmaya pêkanîna guhertina demografîk de jî, pêwîstî bi koçberkirina Kurdan, ji sînorê Eyn Dewarê li rojhilat heta Serêkaniyê li rojava heye. Her wiha ew dever wekî herêmeke leşkerî were hesibandin da pêkanîna bi ewle ya plana veguheztin misoger bikin û cihan ji bo bicihkirina Ereban mîna mêtîngerên Cihûyan ên li ser sînoran” li Filistînê, ava bikin.
Divê were zelalkirin ku guhertina demografîk li Sûriyê di çarçoveya yasayên qanûnî de pêk hat, lê yek ji wan tu rojî bi Kurdan re nesekinîn. Qanûna reforma çandinî ya Nasirîst ku piştî yekitiya bi Misirê re ji aliyê Meclisa Gel ve hate pejirandin ku navê qaûna 161 a sala 1958’an li xwe kiriye nîşaneya vê yekê ye. Li gorî xala 13’an a wê biryarê; zeviyên desteserkirî li ser xelkê gund were dabeşkirin, bi şert û mercên ku ji bo piraniya gundiyên Kurd derbas nabe. Li ser vê yekê Kurd li gorî qanûna hatî derxistin, ji nasnameya xwe bê par hat hiştin. Piştî serjimariya sala 1962'yan Kurd ji nasnameya xwe bê par hatin hiştin û di qeydên sivîl ên beriya sala 1954'an nehatin tombarkirin û wekî biyanî hatin hesibandin. Her wiha li gorî biryarên kongreya sêyemîn a Partiya Baas a sala 1966'an, milkiyeta zeviyên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi dirêjahiya 350 km û firehiya 10-15 km2 wekî milkê dewletê hat destnîşankirin. Li ser vê yekê guhertina demgorafîk bi navê Kembera Kesk pêk hat. Dewletê 40 mezreyên komî li ser xaka Dêrik, Qamişlo û Serêkaniyê yên ayidê Kurdan ava kirin da ku 40 hezar koçberên Reqayê lê bi cih bike û tawazî jî neda Kurdan. Ev kember bi dirêjahiya derdora 200 km2 û kurahiya 10 km2 , derdora 2000 km2 pêk hat.
Bê guman bi vê guhertina demgorafîk xwest Kurdên Sûriyê ji Kurdên li Iraq û Tirkiyê dûr bixîne. Heta demekê guhertina demografîk sekinî, lê piştî 30 salan ku bi destpêka şoreşa Sûriyê re di sala 2011'an de careke din dest pê kir ku hikumeta Sûriyê wekî çareserkirina bidawîkirina şoreşê pêk anî.
Mirov dikare vê wisa zelal bike, bi tevgera şoreşê ya li Derayê re taxa Bab Amr ji taxên ku guhertina demografîk lê hat kirin. Ev tax û taxên din rastî hemleyên topbaran û wêrankirina bi plan hatin, ji ber vê yekê niştecihên wê neçar man ku jê derkevin. Di destpêka 2012'an de êrişî van taxan kir û dorçê kirin û di sala 2014'an de bi sponseriya biryareyeke navneteweyî kesên ku li taxê asê mabûn, derxistin. Hikumeta Sûriyê ji bo ku pêkhateya demogarfiya herêmên Sûriyê ji hev qut bike, gelek qanûn û biryar derxistin. Ji wan biryara 66 û qanûna 10, her wiha gelek qanûnên cezayê li dijî muxalifan derxist da ku dest deyne ser milkên wan û qanûnek din derxist ku mafên milkiyetê bide biyaniyên li Sûriyê. Di sala 2016'an de qanûnek din derxist ku tomarkirina milkan li herêmên derveyî serweriya hikumetê sekinand, ji wê zêdetir biryarên din da ku destûr dide desteserkirina milkên muxalifan. Her wiha qanûna avakirina dadgehên terorê derxist ku li gorî wê maf dide pereyên muxalifên xwecehî werin desteserkirin.
Li gorî baweriya min, guhertina demografîk stratejiyeke afirandina aloziya avakdar e ku hikumeta Sûriyê bê navber pêk tîne da ku belavbûna niştecihan li gorî xwe ne li gorî niştecihên resen dixwazin, pêk bîne. Guhrtina demgorafîk a planên berê yên yek ji berpirsan di sala 2011'an de derxistiye piştrast dike ku dixwazin 8 milyon niştecihên Sûriyê vegerînin.
Bi kurtî, şerê domdar ê li Sûriyê mezintirîn encamên guhertina demografîk li Sûriyê ye. Di dîroka heyî de rojekê koçberî û guhertinên demografîk bi vê awaya dijwar mîna ya heyî çênebûye. Welatiyên Sûriyê yên navxweyî rastî terora siyasî-civakî ji aliyê hikumet û opozîsyona Sûriyê ve bi aliyên xwe yên siyasî û çekdarî tên da ku hiyerarşiya desthilatê dewam bikin. Mixabin ji van hemûyan ji bilî sûriyan tu kes windahiyan nabîne.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,629 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 13-05-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 8
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 26-08-2022 (4 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
وڵات - هەرێم: سووریا
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 13-05-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەمیر سیراجەدین )ەوە لە: 13-05-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئەمیر سیراجەدین )ەوە لە: 13-05-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,629 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.159 KB 13-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.797 چرکە!