کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
فەرهەنگی کوردیپێدیا new
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  594,867
وێنە
  125,703
پەرتووک PDF
  22,264
فایلی پەیوەندیدار
  131,027
ڤیدیۆ
  2,201
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,503
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,153
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,957
عربي - Arabic 
45,532
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,023
فارسی - Farsi 
16,896
English - English 
8,580
Türkçe - Turkish 
3,874
Deutsch - German 
2,045
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,779
شوێنەکان 
17,042
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,483
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە، ماڵپەڕ و دەزگا میدیاییەکان و ...) 
1,327
وێنە و پێناس 
9,542
کارە هونەرییەکان 
2,524
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,321
نەخشەکان 
297
ناوی کوردی 
2,821
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,185
شوێنەوار و کۆنینە 
791
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,148
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,740
کورتەباس 
22,656
شەهیدان 
12,286
کۆمەڵکوژی 
11,530
بەڵگەنامەکان 
8,823
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,072
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,648
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,132
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
912
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
938
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
2,314
PDF 
35,012
MP4 
4,265
IMG 
239,435
∑   تێکڕا 
281,026
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Firat Baysoy - Tîrêj Botan 2
پۆل: شەهیدان
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هاوکارانی کوردیپێدیا، لە هەموو بەشەکانی کوردستانەوە، زانیارییە گرنگەکان بۆ هاوزمانانیان ئەرشیڤدەکەن.
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Firat Baysoy
Firat Baysoy
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Tîrêj Botan
Nav û paşnav: Firat Baysoy
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Ayşe - Nîmet
Dîrok û cihê şehadetê: 19-10-2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê me yê Cizîra Botan ku bîrdariya zindî ya gelê Kurd bi çanda xwe ya qedîm a hezar salan e, ji dîrokê heta niha bi dehan caran rastî êrîşan hat, rastî komkujiyan hat, ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin, lê ti carî li ber mêtîngeran stûyê xwe xwar nekir û di jiyaneke bi rûmet de li ber xwe da û israr kir. Gelê me îro li Cizîra Botan bi serbilindî li dijî hemû komkujî, êrîşên dagirkeriyê, desteserkirin û qirkirinê li ber xwe dide, bi gerîlayên li lûtkeyên çiyayan ku weke parêzvanê xwe dizane û bawer dike ku wê bi berxwedana gerîla re bigihêje azadiyê. Ji bo vê jî bi hezaran zarokên xwe yên herî bi qîmet şandin nava refên gerîla.
Hevrêyê me Tîrêj di malbateke welatparêz de li Cizîra Botan a ku kevneşopiyeke berxwedanê ya ewqasî kûr lê heye, hatiye dinê. Hevrêyê me Tîrêj ji zarokatiya xwe ve bi destanên lehengiya hevrêyê me Seyfettîn Baysoy ê di salên 1990’î de şehîd ket, mezin bû. Ji ber vê yekê her tim gerîla meraq dikir û di nava lêgerîna wê de bû. Ji ber hevrêyê me li navenda berxwedana me Cizîrê ji dayik bûye û mezin bûye, bûye sedem ku ji nêz ve tevgera me nas bike. Hevrêyê me yekemîn çalakiyên şoreşgerî bi beşdarbûna di berxwedanên ciwanan ên li kolanên Cizîrê de ku dijmin bi awayek rutin êrîş û êşkence pêk tîne, dest pê kir û di vê pêvajoyê de rastiya dijmin baştir fêm kir. Hevrêyê me yê ku hêrsa wî ya li hemberî dijmin her diçû mezintir dibû, bi ser ket û di vê têkoşînê de cih girt û ji hemû ciwanên Kurd re bû mînak.
Hevrêyê me Tîrêj di pêvajoyeke ku dijmin di çarçoveya “Plana Hilweşînê” de ji sala 2015’an û vir ve êrîşî gelê me dike û dixwaze siyaseta qirkirinê bigihîne encamê, tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê bû û bi awayekî aktîf li dijî dijmin şer kir. Di pratîka xwe ya şerê dijwar a nêzî 4 mehan de li dijî dijmin gelek çalakiyên serkeftî pêk anîn. Hevrêyê me Tîrêj ku li Cizîrê gelek şoreşgerên giranbuha nas kir, ku li wê derê berxwedanên dîrokî û destanî hatin jiyîn û dijmin derbên mezin xwar, bi berxwedan û şerê fedaî yê van hevrêyan gelekî bandor bû. Difikirî ku ji bo tola van hevrêyan hilîne û bîranînên wan rast biparêze divê têkoşîna xwe mezin bike û li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Tîrêj ku tevlîbûna nava refên gerîla û hevdîtina bi jiyana çiyayî re weke ji nû ve zayîna xwe pênase dike, xwe ji bandora jiyana kapîtalîst rizgar kir û di nava refên gerîla de roj bi roj bi jiyana azad re bûye yek. Bi perwerdehiyên ku didît re, xwe, gelê me û têkoşîna me hîn kûrtir nas kir, her ku nas kir û fêm kir, bi têkoşînê ve girêdayî bû û roj bi roj asta tevlîbûna xwe zêde kir. Berdewamiya êrîşên dijmin ên li ser herêmê û belavbûna wê li tevahî welat, hişt ku hevrêyê me Tîrêj bi awayekî çalaktir beşdarî têkoşînê bibe. Hevrêyê me ji erk û berpirsyariya milîtaniya Apoyî haydar bû, hem ji bo bersivê bide hêviyên gelê me yên azadiyê û hem jî tola hevrêyên xwe yên li ber çavên wan bi awayekî hovane hatin qetilkirin hilîne, derbasî herêma Zapê bû. Hevrêyê me yê ku li gelek qadên cuda a herêma Zapê pratik kiriye û li herêmê maye, bi taybetmendiyên xwe yên dilnizm û fedekar hurmeta hemû hevrêyên xwe girtiye. Hevrêyê me yê ku li herêma Zapê beşdarî her pêngava amadekariyên şer bû, di avakirina tunelên şer de ku îro berxwedanên destan lê tên jiyîn, cih girt. Ji ber vê yekê hevrêyê me Tîrêj jî kedeke mezin da herêma Zapê ku îro mînakên lehengiyê yên mezin tê jiyîn. Dîsa bi beşdarbûna di gelek çalakiyên li dijî dijmin de hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi awayekî herî rast bi rê ve bir û di vê wateyê de rêbaza herî rast a têkoşînê nîşanî hevrêyên xwe da. Hevrêyê me Tîrêj ê ku erka fermandariya tîmê girtiye ser milê xwe di organîzekirina gelek çalakiyan de cih girt û ji bo serkeftina van çalakiyan kedeke girîng da. Hevrêyê me Tîrêj ku bi sekna xwe ya şênber, dilnizm û şerker di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, di 19’ê Cotmeha 2020’yan de di êrîşa dijmin de şehîd bû û erka xwe ya pêşengiyê di lûtkeyê de bi dawî kir.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 678 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://anfarabic.com/ - 09-04-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی شەهیدبوون: 19-10-2020
پلەی سەربازی: سەرباز
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
شار و شارۆچکەکان (لەدایکبوون): شڕناخ
نەتەوە: کورد
هۆکاری گیان لەدەستدان: کردەی تیرۆریستی
وڵات - هەرێم (شەهیدبوون): باکووری کوردستان
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): باکووری کوردستان
ڕەگەزی کەس: نێر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوورئـ.ت.)ەوە لە: 09-04-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلاس.ک.)ەوە لە: 10-04-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوورئـ.ت.)ەوە لە: 30-10-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 678 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
زۆرتر

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.218 چرکە!