Di sala 1981 ê de li Qosera Mêrdînê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê xwend.
Niha li Zanîngeha Anadolu, Fakulteya Hîndekariya Ji Derve (Açıköğretim), Beşa Berêweberiya Gelemper dixwîne.
Medûsa
xwîn dibe baran
dineqişe bi dilopan
çavên xezalê
xezal
li xweşikbûna xwe
mikur tê
xwîn dibe jahr
pê vedide
porê medûsayê
digirî sarinca bin erdê
xwîn dibe bahr
di xew(n)ên arî de
kevz digre
deqên dayikê
ji şevên bêkolan
sîlueta keçekê didize
xezala beza
û
ji bilî bêjeyên bêjî
namîne stêrk li asîmanan
dilên dil(ber)keçik
dipengize ji malên kavil
û
ji pêsîrên medûsayê
diherike xwirêza jiyanê
baran
li dû xwe dihêlê
xweşikbûna xwe
bar dike ji bajaran
jahr
xwe jahrdadayî dike
bi bargiraniya welatekî gulîsor
bahr
bi med-cezîra botanê
tewaf dike tirba mem û zînê
û dimiçiqe (bi hawar)
li xwînê dilikumim
helbesta qîzanî
di xwînê de dihêlim
û diherim
Dîlber Hêma
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 194 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!