Bêhzad Qadirî jidayikbûyê sala 1995ê ye li bajarê Merîwan a rojhilatê kurdistanê. li sala 2018ê koç dike başûrê kurdistanê û li hewlêra paytextê herêma kurdistanê rûdinê. Bêhzad Qadirî xwedîyê bawernameya bekalorîyosa Derûnnasiyê ye û niha di biwarê rojnamevanî û karên medyayî de çalake. her wesa li sala 2018ê heya niha (2023) pêşmerg û kadirê parta HDKIyê ye Û ezmûna karkirin li herdû Kanalên Tîşk Tv û Kurdkanalê heye. Hevdemî karên medyayî, Wek Rojnamevan Gotar û nivîsên wî li çendîn Rojname û malperrên Rojhilatî û başûrê kurdistanê hatine parve kirin. Navborî her wesa bi zimanê kurdî Çîrokan jî dinvîse, ku li sala 2020an li bajarê hewlêrê, karî yek ji xelatên dezgeha ruwangehê ji bo Çîroknivîsîyê bi dest bîne. Bêhzad qadirî xwedanê Sê Pirtûkên Çapkirîye, ku her sê pirtûkên wî berhevoka çîrokê ne.
$Berhmên çapkirî:$
• Nêçîrî werzekan | Merîwan | 2017
• Şawetî Cinoke | Çapa yekê | Merîwan 2018
• Şawetî Cinoke | Çapa Dûyê | Swêd 2022
• Tawanî pîroz | Swêd | 2022
Herweha Bêzhad Qadirî li salên 2013 Heta 2018an li encumena medenî a bajarê merîwanê Çalak bûye û ji bo dû salan jî wanebêjê zimanê kurdî bûye û bi awayek xwebexş xizmeta zimanê kurdî kirîye. [1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,692 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!