Navê pirtûkê: Cejn temendar û kal jî dibe
Navê nivîskar: Hekîm Merzoqî
Navê wergêr: Abram Şahîn
Wergera ji ziman: Erebî
Cihê çapkirina pirtûkê: #Kobanî#
Navê çapxaneyê: Ava
Sala çapê: 2021
Bajar mîna jinan in,
Em bi wan şa dibin,
ew bi me şa nabin.
Em ji wan hez dikin,
ew di paş me ra hezkirinê dikin
Bêrîya wan dikin
Xatirî ji wan dixwazin,
ew xêtir ji me naxwazin
Ji wan hene bi sûran,
razan û çîrokan pêçandî ne
û bi keleyan parastî ne,
me bawer dikir ku asê ne.
Û hene li ser kenarên rûbar,
derya û bîyanîyan xemilandî ne…
Û hene bêhna gund hîn di xwe da hêlane eynî mîna pizrikên xortanîyê.[1]