کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,420
وێنە
  123,767
پەرتووک PDF
  22,069
فایلی پەیوەندیدار
  125,419
ڤیدیۆ
  2,192
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,939
شوێنەکان 
17,028
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
945
وێنە و پێناس 
9,461
کارە هونەرییەکان 
1,522
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,943
نەخشەکان 
277
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
747
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,045
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,658
کورتەباس 
22,137
شەهیدان 
11,890
کۆمەڵکوژی 
11,364
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
902
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
54
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   تێکڕا 
273,051
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
​​​​​​​Xeyas Neîse: Di navbera hêzên azadîxwaz û mêtinger de şerekî çarenûsî heye
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هەر کونج و ڕووداوێکی وڵات، لە ڕۆژهەڵاتەوە تا ڕۆژاوا، لە باکوورەوە تا باشوور... دەبێتە سەرچاوەی کوردیپێدیا!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Xeyas Neîse
Xeyas Neîse
Xeyas Neîse diyar kir ku armanca êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker, têkbirina îmkanên Rêveberiya Xweser e ku bi vî rengî xizmeta wan hêzan dike ku destwerdanê li Sûriyê dikin, lewma çavê xwe li êrişan digirin. Neîse got Şerekî çarenûsî di navbera hêzên mêtinger û hêzên azadiyê de heye.”
Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19'ê Mijdarê de êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Navendên jiyanî yên wekî nexweşxane, navendên tenduristiyê, dibistan, embarên genim, cihên petrol û gazê û herêmên din ên şêniyan dike hedef.
Têkildarî van êrişan, muxalîfê sûriyeyî û koordînatorê giştî yê Tevgera Çep a Şoreşger a Sûriyê Dr. Xeyas Neîse ji ajansa me re axivî. Neîse got: Rejîma Erdogan li welatê me, li dijî ax û gelê me şerekî dîn û har dîsa da destpêkirin. Şerekî ku pê binesaziyê wêran dike, ne tenê şervanên qehreman ên Hêzên Sûriya Demokratîk dike hedef, lê belê sivîlên Sûriyê jî dike hedef. Bi bombebarana berfireh û hilweşandina jêderên jiyanê, hewl dide welatiyan bitirsîne û bihêle ku malên xwe biterikînin.
Neîse diyar kir ku rejîma Erdogan di vî şerê hovane de ji bo têkbirina îmkanên Rêveberiya Xweser dixebite û wiha dewam kir: Ew wisa difikire ku ew ê bi vî rengî rêveberiyê hilweşîne, bêyî ku neçar bibe operasyoneke bejahî ya dagirkeriyê pêk bîne. Her wiha eger her du dewletên mezin Amerîka û Rûsya çiraya kesk bidinê, amadekariya operasyoneke bejahî dike. Heta niha destûr negirtiye, ji ber gelek sedeman bawer nakim ku bigire.”
ÊRIŞ XIZMETA BERJEWENDIYÊN HÊZÊN DESTWERDANA SÛRİYÊ KİRİNE, DİKİN
Çavdêr dibêjin ku dewleta Tirk a dagirker bi koordîneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê re ku hêz û baregehên wan li herêmê hene, dest bi êrişên xwe yên vê dawiyê kiriye.
Der barê vê yekê de Neîse got: Bê guman Amerîka û Rûsyayê bi awayekî çavê xwe ji êrişên dewleta Tirk re girt, lê bi rengekî sînordarkirî. Bi vî awayî rejîma Erdogan cihên xwe yên siyasî yên di hundir de lawaz, xurt dike û krîzên xwe yên aborî, civakî, siyasî û hilbijartinan derdixe derve. Ew wisa bawer dike ku ev yek îmkanên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk jî lawaz dike.
Neîse got ev armanca dawî li gorî polîtîkayên rejîmê ye û wiha pê de çû: Bi vê êrişa dewleta Tirk a hovane re, rejîma qirêjî bawer dike ku ew ê Rêveberiya Xweser dehf bide da ku şert û mercên wê qebûl bike. Bi dîtina min ev destdirêjiya dewleta Tirk, eger di sînorên bombebarana hewayî de bimîne, dê bikeve xizmeta berjewendiyên hêzên mezin ên destwerdana Sûriyê û pê re jî xizmeta rejîma Sûriyê. Ji ber ku hemû jî ji mayîndebûna projeya Rêveberiya Xweser bi xwezaya wê ya siyasî ya demokratîk, şoreşgerî û civakî ditirsin. Ji ber vê yekê, ev dewletên mezin derewan dikin.
Neîse diyar kir ku li hemberî vê hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û sûcên wê yên ku dighêjin asta sûcên şer û dermirovî, em dibin şahidê berxwedaneke lehengane û qehreman a şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û îradeyeke polayîn a ji bo têkbirina dijmin û wiha domand: Çavkaniya îradeya bi hêz; ji ber wê yekê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk xwe dispêre girseyên gel ên rêxistinbûyî û li ser îradeyeke siyasî ya hişmend e. Ev berxwedana qehremanî ya gelê me di cîhanê de deng veda, hêzên çepgir û demokrat bertekên xwe nîşan dan, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk nîşan dan. Ev hevgirtina cîhanî di destpêka xwe de ye, heta ku êrişên hovane yên dewleta Tirk bidomin, ew dê mezin û xurt bibe.
‘GERA CIVÎNÊN ASTANAYÊ ÊRIŞÊN ERDOGAN NIXUMAND’
Ev êriş hemwextî lidarxistina gera Astanayê bûn. Ev gera ku bi daxuyaniyekê ya ku êrişî Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi dawî bû.
Encamnameya her sê welatên lihevkirinan (Rûsya-Îran-Dagirkeriya Tirk) ji ya beriya wê ne cudatir bû. Wekî her carê her sê aliyan li hev kirin ku dijberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û çavên xwe ji hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakurê Sûriyê bigirin.
Di daxuyaniyê de axaftinên dijberî Rêveberiya Xweser nû kirin û wekî projeyek cudaxwaz hat binavkirin.
Neîse têkildarî vê yekê jî wiha axivî: Bê guman civîna Astana ya dawî derfet da rejîma Erdogan da ku dest bi dagirkeriya xwe ya hewayî bike, Amerîkayê jî heman tişt kir. Her du hêzên mezin ên ku li Ukraynayê şer dikin, her yek ji wan hewl dide ku Tirkiye di vî şerê cîhanî de bikişîne aliyê xwe, lê li ser hesabê axa me û xwîna gelê me.
Di êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker de, nuqteyên hikumeta Şamê bûn hedef û di encamê de hejmarek ji endamên wê jiyana xwe ji dest dan.
Tevî vê yekê jî hikumeta Şamê li ser van êrişan û jidestdana hejmarek ji endamên xwe neaxivî û bi awayekî fermî û rasterast jî ranegihandiye.
Neîse li ser vê mijarê wiha got: Rejîma Sûriyê li gorî yekê fikreyê dimeşe, ew e ku bê guhertin û bê şirîk bimîne. Ji ber vê yekê ew berpirsê sereke ye yê karesata ku welatê me tê de ye. Tevî vê yekê û ji ber ku ew girtiyê hizra teng e ku taybetmendiya hemû rejîmên desthilatdar e, ew dan û standina bi dewletên dagirker ên welatê me re, ji dan û standina bi gel û hêzên wan ên zindî re, bêhtir tercîh dike. Lê eger rewş wiha bimîne, ev siyaseta wêrankera welatê me, dê wî ber bi dawiyeke xirab ve bibe, rejîmek pûç û tu serdestiya wê tune ye û girêdayî hin aliyan e. Gelek nîşaneyên çûna wê ya ber bi vê çarenûsê ve hene.
Neîse her wiha diyar kir ku bêhelwestiya wê ya li hember êrişên niha yên dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê tê û wiha lê zêde kir: Ev tevî wê yekê ye ku endamên artêşa wê di bombebarana dewleta Tirk de hatine qetilkirin jî. Rejîmeke ku bi rastî jî jiyana leşkerên wê ne xema wê ye. Ji bo wê goştê topan e da ku parastina mayîna wê û berjewendiyên wê yên teng bike.
‘ŞERÊ ÇARENÛSÎ’
Ev êriş her wiha hemwextî zêdebûna axaftinên li ser lihevkirina di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de ne. Bi taybet piştî gera dawî ya Astanayê ku tê de îhtimala hevdîtina Erdogan û Esed dihat gotûbêjkirin.
Neîse got hikumeta Şamê li şûna Rêveberiya Xweser girîngiyê dide başkirina têkiliyên bi rejîma Tirk a dagirker re û wiha lê zêde kir: Bêyî ku dengê xwe bike, dihêle ku artêşa dagirker gelê me bikuje. Di vê rewşê de eger em gotinên rejîmê yên derew bi kar bînin, wê demê welatparêzên ku yekbûna xaka Sûriyê û serweriya gelê Sûriyê diparêzin kî ne? Bê guman ne rejîma Şamê ye, lê belê ew Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser in.
Neîse wiha dirêjî da axaftina xwe: Têgihîştina di navbera rejîma Tirk û Sûriyê de tê wê wateyê ku welatê me dê demeke dirêj di bin dagirkeriyê de bimîne û di bin çavdêriyê de be. Gelê Sûriyê dê bibe kole û talankirî ji aliyê rejîmeke zalim û girêdayî û ji dagirkeran ve.
Muxalîfê sûrî û koordînatorê giştî yê Tevgera Çep a Şoreşger a Sûriyê Dr. Xeyas Neîse got tişta ku îro pêk tê, di navbera hêzên paşverû, mêtinger û zordest û hêzên azadî, wekhevî, serxwebûn û edaletê de şerekî çarenûsî ye û wiha lê zêde kir: Her sûriyek dilsozê gel û welatê xwe, divê aliyê xwe bi zelalî hilbijêre. Em di kêliya diyarker de bi hêviyên gelê xwe yê azadiyê re disekinin û piştgirên me îro gelê me û hêzên rizgariyê yên Rêveberiya Xweser in.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,623 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 27-11-2022
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 6
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 27-11-2022 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: ڕاپۆرت
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 97%
97%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 27-11-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 27-11-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 30-11-2025 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,623 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.181 KB 27-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 3.609 چرکە!