Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bang li karbidestên Tirk kir ku ser kuştina rojnamevanê Ajansa Nûçeyan ya Hawarê (ANHA) Îsam Abdullah û sivîlên din lêpirsîneke zelal bikin.
CPJ ji karbidestên Tirk xwest ku zelal bike gelo ku Abdullah û sivîlên din bûne armanca êrîşên firoken Tirk yên li bakurê Sûrîyê yan ne.
CPJ dîyar ku li gor agahîyên di destê wan de di êrîşên esmanî yên dewleta Tirk yên 20’ê Mijdarê de rojnamevanê ANHA hatiye kuştin û nûçegihanê Stêrk TV Mihemed Cerada jî birîndar bûye.
CPJ da zanîn ku ew ji alîyê revebirên ANHA’yê hatine agahdar kirin û wan bi Mihemed Cerada re jî axifîye.
Di dema êrîşan de Abdullah ji gundê Teqil Beqil yê bajarokê Dêrikê rewşa herî dawî radigihand.
CPJ dîyar kir ku Abdullah di dema êrîşa duyê yad ema bombebarana firokên Tirk jî li wir bûye û ew dema ku nûçe çêdikir hatiye kuştin.
Koordînatorê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur yê CPJ’ê Şerîf Mansourî got ku rojnamevan mirovên sivîl in û dema ew erka xwe pêk tînin, divê werin parastin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,327 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!