Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dema ji serdana xwe ya Qeterê vedigeriya di firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got, #operasyonên Tirkiyê# yên li bakurê Sûriyê û Iraqê dê berdewam bin.Derbarê operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de Erdogan got, derbarê operasyona li bakurê Sûriyê de ew bi Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin re neaxiviye.Her wiha got jî: “Operasyona asmanî ne bes e û Wezareta Berevaniyê û Serokatiya Sererkaniyê dê biryara operasyona bejayî bidin.”Derbarê #Kobanê# de Erdogan got: “Kobanî her tim di nava armancên me de cih girtiye û me li dijî Kobanî xebatên pêwîst kirine û emê berdewam bin.”Ev daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê di demekê de ye, Tirkiyê, berbanga yekşemê, 20ê Mijadara 2022ê, operasyona “Pence – Şûr” ragihand û bi firokeyên şer herêmên Kobanî, Eyn Îsa, Til Rifet, Girê Sipî û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê û hin navçeyên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 14 sivîl û şervanên HSDê û 15 leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin.Îro 5 mûşek li bajarokê Gilgamişê yê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ketin û medyaya fermî ya Tirkiyê #YPG# bi vê êrîşê tometbar kir.Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu diyar kir, ev êrîşa li dijî bajaroka Gilgamişê bi topên Hawanê hatiye kirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn Kaynak: Erdogan gefa destpêkirina operasyona bejayî li Rojava û Başûrê Kurdistanê xwar[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,906 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!