Şandeyên hikumeta Şamê û çeteyên girêdayî #dewleta Tirk# a dagirker gihaştin #Kazaxistan#ê da ku beşdarî civînên Astanayê bibin. Civîn dê 2 rojan dewam bike û dewleta Tirk a dagirker, Rûsya, Îran û nûnerên dewletên çavdêr jî dê beşdar bibin.
Îro gera 19'an a civînên Astanayê li paytexta Kazaxistanê dest pê kir. Ev jî hemwextî wê yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî û bejahî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Cîgirê wezîrê karên derve û şandeyê serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mikhail Bogdanov beriya çend rojan ragihandibû ku gera bê ya her sê aliyên Astanayê (Rûsya, Tirkiye, Îran) ya der barê Sûriyê de, dê di 22-23'yê Mijdarê de bê lidarxistin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,537 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!