Vîrona Evdikê piştî ku #Serêkaniyê# hate hate dagirkirin ji bajêr derdikeve lê niha xewna vegerê li Serêkaniyê xêz dike û dibêje “Ez jinek im ku ji zikê #şoreşa Rojava# hatime dine. Kes nikare rîşa min bişikîne.”
Vîrona Evdikê sala 2003'yan li Serêkaniyê ya dagirkirî ji dayik bûye. Piştî ku bajarê wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê dagirkirin tevî malbata xwe koçber dibe û li #Qamişlo#yê bi cih dibe. Her wiha di Komîteya Têkiliyan û Lihevkirinan a Kongra Star de wergêra îngilîzî ye.
Dagirkeriya Tirk nehişt ku Vîrona xwendina xwe ya amadehî li dibistanên bajarê Serêkaniyê temam bike. Bi hezaran şêniyên Serêkaniyê mîna Vîronayê koçber in ku di 9`ê Cotmeha 2019`an de dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê wan dagir kir.
Vîrona ji biçûkahiya xwe ve ji rengan hez dike û bi xêzkirina bajarê xwe yê dagirkirî, dest bi vê hunerê kir.
Vîrona Evdikê têkildarî bîranên xwe wiha dibêje: “Ji biçûkahiya xwe ve daxwazeke min a mezin li ser xêzkirinê hebû. Bi demê re min dest bi xêzkirinê kir. Pêwîstiya min bi gelek tiştan tune bû ku hestên xwe rave bikim, pênûsek û kaxizek bes bûn ku xewn û xeyalên xwe xêz bikim.”
Vîrona dibêje: “Sala 2016`an, hezkirina şoreşa jinan ji bo min peyamek bû ku êdî tablyonên min xwedî wateyên kûrtir in. Xwezaya bajarê min gelekî alîkariya min kir. Ew û jin di tabloyên min de cihekî mezin digirin, ji ber ku ji hev cuda nabin. ”
ATOLYEYA WÊ DAGIR KIRIN
Vîrona ji sala 2016'an heta 2019'an bi dehan wêne xêz kirin, lê tevî atolyeya wê hatin talankirin. Vîrona atolyeya xwe wek dinyaya xwe ya taybet bi nav dike û wiha didomîne: “Di atolyeya xwe de ya li Serêkaniyê de min gelek tablo xêz kirin. Ew stargeha min bû, ew dinyaya min bû.
Di 9'ê Cotmeha 2019'an de Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat dagirkirin. Ew roj ji bo Vîronayê rojeke reş bû. Vîrona têkildarî wê rojê dibêje: “Bajarê min tarî bû û dagirkeriyê hemû reng ji atolyeya min dizîn. Min nekarî tiştekî bi xwe re bibin. Tabloyên min li wir mane. Ji bo min ew şikestinek bû.”
Êş û azarên koçberiyê zêde bandorê li Vîronayê nakin û biryarê dide li hember şert û mercan bisekine û ji nû ve xêz bike. Girêdayî wê dibêje: “Ez ji vê şoreşê bûme. Di heman sala dagirkirina bajarê min de, ez di xwendina xwe de bi ser ketim. ”
HÊVIYA VEGERÊ XÊZ DIKE
Vîrona sala 2021'an bi du tabloyan beşdarî pêşangeha li Qamişlo bû û sala 2022'yan jî beşdarî pêşangeheke din bû.
Vîrona niha wêneyê zarokê bi navê Mihemed xêz dike ku di êrişên bi çekên kîmyewî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser bajarê Serêkaniyê, birîndar bûbû.
Vîrona der barê mijarên berhemên de dibêje: “Bi rêya tabloyên xwe ez êşên şêniyên Serêkaniyê tînim ziman. Ji cîhanê re xuya dikim çi bi serê bajarê min de hatiye. Dixwazim qîrîna Mihemed di wijdanê cîhanê de zindî be.”
Di dawiyê de Vîrona wiha lê zêde dike: “Ji erka min e wek hunermend ku azarên gelê xwe bi tabloyên xwe rave bikim. Ji ber dagirkeriyê, xewnên me hatin talankirin. Ez soz didim ku bi rîşa xwe xizmeta doza jinan û gelê xwe bikim. Ez dev ji xewna xwe ya vegerê bernadim.”[1]