Yekitiya Pîşeyên Tenduristî ya Herêma #Efrîn#ê bi diruşma Bi yekitiyê em civakeke tendurist, exlaq û demokratîk ava dikin 1.konferansa xwe li kantona #Şehba#yê li dar xist.
Konferans li holê şehîd Axîn Welat a navçeya Fafîn a Şehbayê hat lidarxistin. Her wiha nûnerên beşa tenduristî û meclisên saziyên sivîl a herêma Efrîn beşdar bin.
Endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (#TEV-DEM#) a Herêma Efrîn Gulê Cefar nirxandina rêber Abdullah #Ocalan# li ser girîngiya avakirina civakeke tendurist û avakirina bingeheke tendurist ku li ser rêgezên jiyana tendurist a exlaqî, xwend.
Hevserokê TEV-DEM′ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Xerîb Hiso axivî û lidarxistina konferansê li xebatkarên beşa tenduristî pîroz kir û piştrast kir ku ev gaveke erênî ye ku civaka tenduristî, exlaqî û demokratîk xurt bikin.
Hiso wiha got: Li gel rewşên dijwar û dorpêça ji hêla hikumeta Şamê ve û siyasetên din konferans hate lidarxistin. Her wiha berxwedana şêniyan bersiva herî guncaw li dijî wan siyasetên qirêj e. Li ser vê bingehê divê em xwe ji aliyên leşkerî û siyasî ve bi rêxistin bikin û hêzeke ava bikin ku hemû plan û siyasetên qirêj têk bibin.
Xerîb Hiso behsa bikaranîna dewleta Tirk ji çekên Kiymawî re di êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê kir û wiha pê de çû: Piştî dewleta Tirk armancên xwe pêk neanîn, dest bi bikaranîna #çekên kiymawî#, li pêş çavên cîhan, kir.
Dûre endama Yekitiya Pîşeyên Tenduristî Fehîme Koşan rapora xebatên yekitiyê yên salên borî xwendin û deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hate vekirin.
Piştre endamê yekitiyê Ferîd Elî rêzikname xwend û deriyê nîqaşê li ser 15 bendan hate vekirin. Her wiha hevserokatiya yekitiyê hate hilbijartin. [1]
(dm)
ANHA
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,598 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!