کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,085
وێنە
  124,103
پەرتووک PDF
  22,097
فایلی پەیوەندیدار
  125,924
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,119
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
989
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,674
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,961
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,052
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,155
شەهیدان 
11,917
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,724
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
908
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   تێکڕا 
274,096
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
WÊJEYA CÎHANÎ Û WÊJEYA KURDÎ
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، (مافی گەییشتن بە زانیاریی گشتی) بۆ هەموو تاکێکی کورد دەستەبەردەکات!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
HELÎM YÛSIV
HELÎM YÛSIV
#Wêjeya Cîhanî#
Peyva wêjeya cîhanî (Weltliteratur) cara yekem ji hêla helbestvan, wergêr û weşangerê Alman Christoph Martin Wieland (1733-1813) ve hat bikaranîn û di 1827an de ji hêla Johann Wolfgang von Goethe, (1749-1832) ve, bi vê wateya ku nuha tê naskirin, wek wêjeya ku sînorên neteweyekê derbas dike û dibe malê cîhanê bi tevayî, bi gewde bû.
Dema ku Goethe behsa avakirina têgiha wêjeya cîhanî kir, welatê wî di nava çend herêm û eyaletên piçûk de parçekirî bû; welatek bi navê Almanyayê tunebû. Ew bi xwe hemwelatîyê welatê Weimar bû ku vê dawîyê -piştî yekîtîya bi herêmine din re- bi navê Almanyaya federal hat naskirin. Di wê demê de, li kêleka welatê Goethe, bi her awayî serdestîya #Fransî#yan belav bûbû. Ji Şoreşa Fransî ya 14ê Tîrmeha 1789an bigire hetanî bi avakirina komarê 21. 01. 1793 û hetanî bi hatina Napolyon 9ê Rezbera 1799an û her wisa…
Bi vê hewldana xwe ya damezirandina “wêjeya cîhanî” dixwest ku li hemberî Fransîyan derîyê “cîhanîbûn”ê li ber wêjeya Almanî veke û bi awayekî ku di vê wêjeyê de alîyê neteweyî û yê mirovahî-navneteweyî bîne cem hev.
Anku hewldana damezirandina wêjeya cîhanî, ji bilî nûjenkirina wêjeyê, xwe sipartibû armancên “sîyasî” jî. Vê yekê û li pey wê jî Xelata Nobelê, wek yek ji kilîtên vekirina derîyê cîhanîbûna li ber wêjeyê, bûn cihê rexnekirina gelek lêkolîner û xemxurên wêjeya resen li seranserê cîhanê. Wek mînak, mirov kare nirxandin û şîroveyên Adward Said ên di pirtûka wî ya “Çand û Emperyalîzm”ê de bi bîr bîne ku çawa gelek ji van romanên wêjeya cîhanî, ji bilî alîyê xwe yê wêjeyî, bi nêrîn û ramanên xwedîyên planên emperyalîst ve dibin yek. Her wisa “maskeya wêjeya cîhanî” ji wan romanên ku “ew” dixwazin, dikin û yên ku li dijî “raman û fikirên” wan bin, li kêlekê dimînin.
Ev nayê wê wateyê ku hemû romanên wêjeya “cîhanî” encama vê lîstika “xwedîyên biryaran” bûn, jê bêhtir ev balkişandineke ber bi palpişta sîyasî ya têgiha “wêjeya cîhanî” ve bû.
Bi herikandina demê re, wek mînak, berhemên nivîskarên mîna William Shakespear ê Îngilîz (1564-1616) û Miguel de Cervantes ê Spanî (1547-1616) bûn berhemên wêjeya cîhanî, lê heta roja îro berhemên Melayê Cizîrî yê Kurd (1570-1640) û Feqîyê Teyran (1590–1660) ku di heman demê de jîyane û her wisa jî berhemên Ehmedê Xanî (1651-1707), nebûne ji berhemên vê “wêjeya cîhanî”. Hemû dinya Romeo û Juliet wek “destaneke” evînê ji wêjeya cîhanî nas dike, lê li dinyayê ji bilî Kurdan û çend dostên wan ên di nav miletên din de, kî zane ku di wêjeyê de “destaneke” evînê ya nirxbilind bi navê Mem û Zîn heye?
Gelo sedema neketina berhemên van klasîkên me di nav “wêjeya cîhanî” a klasîk de, xwe disipêre çi?
Sedem ew e ku ev berhemên Kurdî ne di asta wêjeya cîhanî de ne, an jî sedemine din hene?
Ez vê pirsê, wisa vekirî dihêlim.
Wek ku ji wê kurtepêşgotina li ser wêjeya cîhanî dîyar e, ev têgiheke nû ye û “navendek” heye ku vê wêjeyê bi me dide naskirin û pejirandin. Bi gotineke din, dema ku Mem û Zîna Xanî hebû, ev têgih û her wisa Romeo û Julieta Shakespeare yan jî Donkîşota Cervantes jî tunebû. Lê, çima vê dawîyê Donkîşot û Romeo û Juliet bûn wêjeya cîhanî û Mem û Zîn nebû?
Em ê vê pirsê ji xwe bikin û derbasî dema me ya nuha bibin.
“Felsefekirin”a Hebûn û Nebûna Romana Kurdî
Di bersîva xwe ya bihêrs de, di dan û sitandineke sala 2010an de, Bavê Nazê gavek bi paş ve avêt û li şûna ku “Romana Kurdî tuneye”, vê carê dibêje: “Romana Kurdî wek dîyarde tuneye”. Bê guman, di navbera van her du hevokan de cudayîyeke mezin û bingehîn heye. Vê dîtina xwe wek ku cara berî vê jî “wek dîyarde” bi kar anîbe û her duyan dike “rastî”ya ku xwedêgiravî bi me tahl e, diparêze. Di şîrovekirina peyva “dîyarde” de, gih berê xwe dide beyaban û çîyayan, gih berê xwe dide pisîka Wanê û gih jî behsa cûreyên tirmbêlan dike da ku wê “rastî”ya ku ew pê bawer e, bi me jî bide pejirandin. Vê carê dibêje ku wî gotiye romana Erebî û ya Tirkî jî tuneye. Baş e, na xwe romana kê heye?
Gelo romana Almanî wek dîyarde heye yan tuneye û cudayîya di navbera romana Almanî, Îngilîzî, Belçîkî û ya Fransî de, ji bilî ziman, çi ye?
Heger cudayî ziman be, ev ji bo ya Kurdî jî derbas dibe. Heger cudayî taybetîya mijaran û naverokê be, an jî karekterê kesên sereke be, ev ji bo ya Kurdî jî derbas dibe. Na xwe ev “dîyarde”ya ku li deverine din heye, bêyî ku wan deveran bi nav bike û li cem Kurdan tuneye, ji bilî taybetîyan, çi ye gelo? Ew “Hizir” û “Hest”ên ku Bavê Nazê behsa wan dike û bi awayê ku ew dibêje, di berhemên Kurdî de tunene gelo?
Her wiha vê pirsê dike:
“Heger roman di wêjeya me de bûye dîyarde, gerek taybetîyên xwe hebin û ji edeba cîhanê re ne laseyekirin be. Helîm Yûsiv, ka ji min re bibêje ku kîjan roman di wêjeya Kurdî de ne di bin kartêkirina wêjeya cîhanê de hatiye nivîsîn?”
Ji bo wan taybetîyên ku Bavê Nazê li wan dipirse, min di pirtûka xwe ya “Romana Kurdî” de, li gorî dîtina xwe, behsa taybetîyên her qonaxekê ji qonaxên ku romana Kurdî ji destpêkê heta nuha tê re derbas bûye, kiriye. Heger dema wî hebe, kare li wê pirtûkê vegere.
Ma kîjan roman, ne li Kurdistanê, li seranserê cîhanê, ne di bin kartêkirina wêjeya cîhanê de hatiye nivîsandin heta ku ya Kurdî jî dûrî wê kartêkirinê be? A din, ji xwe hemû roman ne di yek astê de ne û wê awayê kartêkirinê jî yê romanekê ji ya din cuda be. Bi ya min ku ya normal jî ev e. Tiştê nenormal ew e ku nivîskarên Kurd romanên ji pêvajoya romana cîhanê dûr û dûrî kartêkirina wê binîvisînin.
Piştî ku şîroveyên xwe dike, behsa “taybetî û rewiştên romanê” dike:
“…Qehreman dibe xwedî karekterê taybet û dihêle ku ne tenê ew bibe qehremanê romanê, her wiha jî, dibe sembola demê û heya neteweyê jî…”
Ev peyvên ku Bavê Nazê li ser qehremanê romana ku li ba wî ew tenê roman e dibêje, mirov vedigerînin dema şerê sar û ber bi heyamên “reyalîzma sosyalîst” a rehmetîbûyî ve…
Pirsên xwe bi vî awayî dewam dike:
“Aya ji wan navên ku Helîm Yûsiv rêz kirine, wek nimûne, piştî sed salî, wê çend nav ji wan di dîroka edeba me de bimînin?
Aya ew ê sînorê welatê me derbas bikin û bibin ji klasîkên cîhanê?”
Bi kurtayî be jî, ez dixwazim ku bersîva van her du pirsan bidim:
Ew navên ku min rêz kirine, beşek in ji hemû navên ku di nivîsa min a “nifşê bêjî” de derbas dibin. Ji wan navan, wek ku ji dîroka romana her zimanî xuya dibe, wê hindik bimînin û wê piranîya wan bên jibîrkirin. Li cem miletên din wisa ye, dîrok wisa ye, wê li cem Kurdan jî heman tişt be. Ew nav kî ne, ne ez û ne tu, wê dem û dewran wan destnîşan bike.
Li ser Pirsa Duduyan:
Dema ku ew berhem nikaribin sînorê welatê me derbas bikin û nebin klasîkên cîhanê, ev nayê wê wateyê ku ev berhem hemû qels, sexte, piçûk û bêast in. Mînakên ku me li jor hejmartin jî berbiçav in. Çawa ku heta nuha berhemên klasîkên me yên mîna Xanî û Cizîrî ji ber sedemên needebî nebûne klasîkên cîhanê, wê ev berhem jî bi eynî sedeman nikaribin bibin klasîkên cîhanê.
Ji bo piştrastkirina vê dîtina xwe, heger em romanê danin alîyekî, ez dixwazim ku ji berhemên Bavê Nazê bi xwe navê du çîrokên ku nuha di bala min de ne wek nimûne bidim: Yek jê “Navê min Xoşnav e” ku yek ji xweştirîn çîrokên “wêjeya cîhanê” ji yên ku min xwendine, li ser hestên zarokekî ku nizane çima zimanê dêya wî li dibistanên ku tê de hînî alfaba û zanistê dibe, qedexe ye. Her wisa jî çîroka “Kîn û Evîn” a ku behsa bidarvekirina rewşenbîrekî Kurd di dema Ataturk de, dike. Xwesteka wî ya berî mirinê ew e ku carekê “bi jina xwe re razê”. Bi pêkanîna vê xwestekê re, mezinbûna wî girtîyê Kurd ê rewşenbîr, hezkirina wî ya jîyanê û berdewamîya wê, xwe dide pêş. Li alîyê din jî, piçûkbûn, şikestin û mirina hundirîn a generalê Tirk ê ku biryara bidarvekirina wî dide, derdixîne pêş.
Bi dehan nimûneyên bi vî rengî, di wêjeya me ya bêxwedî ya ku nayê xwendin, nayê wergerandin û nayê pejirandin de hene. Sedem pir in, lê yên sereke xwe dispêrin rewşa sîyasî, civakî, dîrokî, aborî û cografî ya Kurdan û ya welatê wan ê bextreş.
Tiştê ji Kurdan Kêm û Tune, Ne Romana Kurdî, Dewleta Kurdî ye
Bê guman, mebesta min ji dewleteke Kurdî ne dewleteke wisa ye ku kesên mîna Îbrahîm Tatlîses wê ji me re ava bikin, an jî rojnamegerekî ciwan ji bo çend nivîsên xwe yên rexneyî li desthilatdarîyê, ji zanîngeha xwe bê revandin û dûre jî bi hovîtî bê kuştin û kujerên wî veşartî bimînin. Mebest jê, dewleteke serbixwe û azad e ku bi kêmanî zarokên Kurdan tê de bi zimanê xwe perwerde bibin û bi wî zimanî wêjeyê binîvisînin û hinekî li gorî pîvanên demê tev bigere. Anku Kurd jî di qada navneteweyî de bibin xwedî “statu” û “hebûneke qanûnî” û wek miletekî bi serê xwe bê pejirandin. Wê gavê dibe ku wêjeya Kurdî jî di qada navneteweyî de bê pejirandin. An na, wek nuha, dibe ku nivîskarekî Kurd karibe yan jî nikaribe, xwe û berhemên xwe bi “çêkerên” wêjeya cîhanî bide pejirandin, lê wê her mînakeke awarte bimîne. Ji mînakên awarte bêhtir, hewcedarîya Kurdan bi pejirandina hemû wêjeya wan heye. Hem bi hemû celebên wêjeyê, ji helbest û çîrokê û hetanî bi romanê, hem jî pejirandina wêjeya wan a kevn û ya nûjen. Bidestxistina pejirandineke wiha berfireh, bêyî ku dewlet û wezaretên wê yên rewşenbîrî, kulturî, dezgehên weşandin, werger û medyayê hebin, ji bo min, mîna xeyalekê tê xuyakirin.
Encam
Di van gengeşîyên wiha de, her dem behsa nîvê qedehê yê dagirtî û nîvê wê yê vala tê kirin. Min di vê nivîsê de, li hemberî nêrînên ku xwe dispêrin dîtina nîvê vala, bêhtir behsa nîvê qedehê yê dagirtî kir. Bawerîya min ew e ku pêdivîya me bi dîtina her du “nîvan” heye û li şûna ku em behsa wê valayîya li ber çavên xwe bikin, em hewl bidin ku wê valayîyê ji holê rakin ne ku nêrînên me bibin hêsîrên wê. Gava yekem jî di hewldaneke wiha de, dîtina nîvê dagirtî yê qedeha wêjeyê ye.
A duyem jî ew e ku mirov xwe ji encamên kolonyalîzm û bindestîyê rizgar bike û dev ji mentelîteya piçûkxistina Kurdan û berhemên wan berde, wisa jî xwe ji kompleksa “xwekêmdîtinê” biparêze.
Ji xwe buhara wêjeya Kurdî ne li çogê ye û rewşa ku heye ne mirov razî dike û ne jî dilê mirovan li wêjeyê û li kurdînîyê bi giştî vedike. Lê, em neçarê berxwedaneke dijwar û demdirêj in. Hewcedarîya me bi wan kesên ku mîna cawfiroşên jixwebawer metreya pîvana wêjeya cîhanê mîna darê celadekî di dest xwe de digirin û di ser serê wêjeya Kurdî re disekinin, tuneye. Bi behaneya ku metreya pîvanê bi wan re ye, gih wêjeya Kurdî piçûk, bejinkin û lawaz dikin, gih jî tune dikin.
Wek ku cihokên wêjeya me bi cihokên wêjeya hemû zimanan re dimeşin û wêjeya me beşek ji wêjeya hemû cîhanê ye, wisa jî cudayî û cihêrengîyên me yên bingehîn hene.
Ev taybetîyên wêjeya Kurdî ku çavkanîya wan rewşa Kurdan û ya welatê wan e, wek mînak, kêmbûna hejmara pirtûkan an jî hejmara firotin û xwendina wan, divê ev nebin sedem ku em pêşdeçûnên di wêjeya Kurdî de ji wan pêşdeçûnên ku di wêjeya cîhanê de çêdibin, cuda bikin.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,671 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | https://rojava.net/
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 27
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 12-08-2021 (4 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: چاپکراو
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 29-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 30-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 30-07-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,671 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.150 KB 29-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.266 چرکە!