Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala #Fîlmên Kurdî# ya Londonê (LKFF) piştî navbereke dirêj vedigere ekranên mezin. Di du salên dawîn de ku ji ber pandemiya Covîdê festival online hatibû çêkirin, îsal festival vedigere eywanên sînemayê.
Li gorî bernameyê 13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê, dê 23ê Îlona 2022an bi galayê dest pê bike.
Resepsiyona galayê demjimêr 18:00ê bi dema Londonê li Vue Cinema pêk were. Artîsta hêja Elenore Fourniau ku dildara ziman û mûzîka Kurdî ye, şeva galayê dê konsertek bide mêvanan.
Fîlmên festîvalê îsal ji aliyê tîma LKFFê bixwe ve hate bijartin. Bi tevahî 31 fîlm dê bên nîşandan.
Festîval bi nîşandana fîlma Mano Xelîl ya “Cîran”ê wê dest pê bike.
Pêşandana filmên festîvalê dê li 3 sînemayên cuda bêne kirin.
Di navbera 23-26ê Îlonê de li Vue Cinema Woodgreenê.
Di navbera 27-29ê Îlonê de li Rio Cinemayê.
Di 30yê Îlonê de li Prince Charles Cinemayê.
Îsal di 7 beşan de dê xelat bêne dayîn û di çarçoveya festîvalê de wê 2 panêl û workshopek jî bê kirin.
Ji aliyê din ve îsal dîrektorê berê yê LKFFê Mehmet Aksoy jî tê bîranîn. Wekî tê zanîn Mehmet Aksoy di sala 2017an de li Bakurê Sûriyê gava têkoşîna li wir dikişand jiyana xwe ji dest dabû.
Bernameya xelatê û Gala dê li Prince Charles Cinemayê bê kirin. LKFF dê bi nîşandana fîlma “Zaroktiya Îmad” xatir bixwaze.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,524 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!