Piştî ku hate ragihandin gelek kes bi nexweşiya #Kolêra# ketiye, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê #Ciwan Mistefa# got desteyê hemû tedbîrên pêwîst girtine û rewş di bin kontrolê de.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10`ê Îlonê de ragihand ku gelek kes li Reqa û rojavayê Dêrazorê bi Kolêra ketine. Her wiha destnîşan kir ku desteyê tomar kir ku ji ber vê nexweşiyê 3 kesan jiyana ji xwe dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got: “Li rojavayê Dêrazorê hejmara herî zêde ya pêketiyên kolêrayê heye.”
Der barê sedemên belavbûna nexweşiyê de Mistefa got: “Li gorî nirxandinên pêşîn, nexweşî ji ber vexwarina ava ne pak der ketiye.”
Mistefa diyar kir ku heta niha sedemên belavbûna vê nexweşiyê tesbît nekirine û da zanîn ku desteyê lêkolînên xwe di vî warî de didomîne.
Her wiha Mistefa eşkere kir ku rewş di bin kontrolê de ye û desteyê gelek tedbîrên pêwîst girtin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Desteyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê gelek tedbîrên xweparastinê girtine.”
Mistefa daxuyand ku pêketiyên kolêrayê niha li nexweşxaneya Kesra ya li gundewarê Dêrazorê tên dermankirin û dê di saetên bê de nexweşên ku çêbûne, ji nexweşxaneyê derxin.
Mistefa teqezî bi pêwîstiya pêkanîna tedbîrên xweparastinê, naskirina jêderên ava vexwarinê û şûştina sebzeyan bi klorê kir.
Di dawiyê de Ciwan Mistefa bang li hemû rêxistinên navneteweyî di serî de WHO`yê kir ku desteka pêwîst pêşkêş bike.
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,759 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!