Îdiaya ku “Tirkiye zeytûnên #Efrîn#ê difiroşe Yekîtiya Ewropayê” li Parlamentoya Swîsreyê hatiye nîqaşkirin.
Hikûmeta Tirkiyeyê tê tohmetkirin ku zeytûnên Efrînê difiroşe welatên Yekîtiya Ewropayê (YE).
Li gorî nûçeya Barnini Chakrabory, nûçegihanê FOX Newsê Bernhard Guhlê ji Partiya Demokratên Mihafezekar a Swîsreyê li Parlamentoya Swîsreyê gotiye ku Tirkiye zeytûnên Efrînê dibe li ser xaka xwe çêdike, pereyan jê qezenc dike û vî pereyî ji bo fînanskirina milîsên ku Enqere piştgriya wan dike serf dike.
Li gorî nûçeya Olive Oil Timesê, Saleh Îbo Wekîlê Serokê Konseya Çandiniyê yê navçeya Efrînê gotiye, Tirkiye 5 hezar ton zeyt ji zeytûnên Efrînê derxistiye.
Îboyî her weha gotiye, “Tirkiyeyê dest daniye ser bexçe û zeviyên wan mirovan ku di çend mehên li ser dagirkeriyê boriye de ji Efrînê reviya ne. Em dikarin bibêjin ku komên paramilîter ji sedî 80yî zeytûnên li Efrînê birine Tirkiyeyê.”
HDPyê ji Wezîrê Çandiniyê pirsî ye
Raporên ku Ajansa Nûçeyan a Firatê weşandine di rojnameya El Público ya Îspanyolî de jî hatine belavkirin. Herweha Omer Ocalan Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê îdiayan de beriya niha bi sê rojan pirs li Bekîr Pakdemîrlî, wezîrê Çandinî û Xizayê kiribûn. [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 4,309 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!