Navê pirtûkê: AX DAYÊ
Navê nivîskar: Mehmed Nas
Cihê çapkirina pirtûkê: Sêrtê
Navê çapxaneyê: Weşanên Sêrta Azad
Karwanê edebiyata kurdî bi coşî dimeşe, qelebalix dibe, pêşve diçe. ji Amedê, Mêrdînê, Hekariyê, Bedlîsê, Berfiratê, Serhedê û herêma Bohtan edebiyatvanên kurd karwanê edebiyata kurdî dewlemend dikin. Niha jî ji herêma Bohtan, ji bajarê Sêrtê nivîskarekî ciwan tevî karwanê edebiyata kurdî bû. Rojnamevan, nivîskar Mehmed Nas bi berhema xwe ya yekem a edebî, kurdî cihê xwe di nav karwanê edebiyata kurdî de girt. Digel ku ev berhema wî ya yekem e jî, wî bi vê berhema xwe daye nîşandan ku ew di kar û xebata afirandina berhemên edebî de bi ser ketiye.
Ez gelek keyfxweşim ku nivîskarekî kurd ê ciwan bi berhemeke edebî li pirtûkxana kurdî pirtûkeke din zêde kir. Û ez dilşadim ku wekî xwendevanê yekem ê vê berhemê, min pirtûkê beriya çapê xwend û di derbarê pirtûkê de vê nivîsê nivîsî. [1]
خوێندنەوە / داونلۆدکردنی پەرتووکی: AX DAYÊ
ژمارەی داونلۆد:
597 جار
داوا لە نووسەر، وەرگێڕ و دەزگای پەخشەکان دەکەین ئەگەر پێیان باش نییە ئەم پەرتووکە لێرەوە داونلۆدبکرێت! ئەوا پێمانی ڕابگەیەنن.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 3,038 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!