Pêka nûçeya gihîştî bi Nûçegihaniya “#Kurdistan#media”yê tevî hebûna avek zêde li bajarê Bokanê, xelkê wî bajarî rastî bêaviyê hatine.
Xelkê wî bajarî behs kirine ku, tevî tijîbûna bendava Bokanê ji avê, rejîma Îranê xelk ji vê avê bêpar kiriye û ava wê bendavê bo bajarê “Tewrêz”ê vediguhaze.
Xelkê wî bajarî heta niha çendîn caran bo çareserkirina wê pirsgirêkê serdana îdareya avê kirine û berpirsan ji wan re soz dane ku, boriyek avê ji vê bendavê bo nav bajarê Bokanê danên û pirsgirêka bêaviyê çareser bikin.
Ew zêdetir ji 5 salane berpirsên rejîmê ji xelkê re soz û qewlên wiha didin, lê tenê axavtinek vala bûye û ew pirsgirêk nehatine çareser kirin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,126 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!