Li ser lûykeya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê li Bakurê Kurdistanê, 2yemîn Festîvala Cudî hat hat lidarxistin.
Li herêma Sefîne ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bi organîzasyona parêzgarî û şaredariyê 2. Festîvala Cûdî hat lidarxistin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, Parêzgarê Şirnexê Osman Bîlgîn, Şaredar Şirnexê Mehmet Yarka û hejmareke ji welatiyên beşdarî festîvalê bûn.
Di festîvalê de ekîba erbane ya navenda ciwanan a şaredariyê jî beşdarî bû û çend stran pêşkeş kir.
Soylu li vir axavtinek kir û got, “Ziman, reng, eslê me yê etnîkî, yek ji van hêza ku qet dê me ji hev cuda nekin. Sefîne vê yekê ji me re dibêje. Hz. Nuh vê yekê ji me re dibêje. Eger biratiya me biqede dê çi karesat bên serê me, minaka herî mezin Kerbela ye.”
Di festîvalê de bi pêşengiya Serokê Karên Diyanetê yê Tirkiyê Alî Erbaş nimêj kir.
Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka û Parlementerê Şirnexê yê AK Partiyê Rizgîn Bîrlîk jî her yekê axaftin kirin.
Di festîvalê de Koma Tillo û Koroya Şaristaniyên Hatayê konser dan.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,529 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!