Di encama êrîşeke mûşekî li ser komelgeheke Efrînê de, kesekî sivîl hate kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.
Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûrî belav kir, komelgeha “Kuwêt Rehme” a li Efrînê rastî êrîşeke mûşekî hat û di encamê de kesekî hate kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn û çend xanî hilweşiyan.
Li gor Berevaniya Sivîl a Sûrî, ew êrîş ji navçeyên bakurê Helebê yên di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyê û HSDê de ne, hatiye kirin.
Komelgeha “Kuwêt Rehme” Di çarçoveya guhertina demografiya bajarê Efrînê de sala borî ji bo Erebên li Efrînê hatine bicihkirin hate vekirin û zêdetirî 380 malbatî tê de dijîn.
Ev êrîş di demekê de ye, Tirkiye gefa operasyonek nû li ser Til Rifat û Minbicê dixwe. Tirkiyê û komên çekdar jî hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du bajaran kom kirine û ew hêz xistine rewşa amadehiyê.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 3,413 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!