Sala 1977’an li Nisêbîna Mêrdînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Nisêbînê xwend. Aydin Rengîn Beşa Bîyolojîyê ya Zankoya Yüzüncü Yılê ya Wanê kuta kir. Ew li Wanê beşdarî çend xebatên zanistî yên li ser flora û faûnayê bû. Ew bi xebatên xwe yên ku li ser qîvark, gezgezik û sîrmoyê kirine beşdarî kongreyên bîyoloteknolojîyê yên neteweyî û navneteweyî bû. Wî li Stembolê dersen Îngilîzî wergirtin û paşê mamosteyîya zimanê Îngilîzî kir. Wergerên wî yên kurteçîrokên ji wêjeya cîhanê di kovarên weke Nûbîn, W, Tîroj, Tabularasa û Hawara Botanê de hatin weşandin, her wiha wî gelek filîmên sînemayê, belgefilîm û kartonfilîm wergerandine Kurmancî. Li Zankoya Artukluyê ya Mêrdînê beşdarî xebatên Kurdolojîyê, Îngilîzîya sepanî û wergêrîyê bû. Rengîn li Mêrdînê dijî.
Berhemên wî:
Werger:
Komediya Mirovahiyê (The Human Comedy), William Saroyan, roman, Weşanên Lîs, 2014[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 739 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!