کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,767
وێنە
  124,278
پەرتووک PDF
  22,112
فایلی پەیوەندیدار
  126,236
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,126
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,006
وێنە و پێناس 
9,467
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,997
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,182
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,055
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,159
شەهیدان 
11,970
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,630
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,638
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
909
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   تێکڕا 
274,453
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Gêorgîyê Xudo Mhoyan
پۆل: ژیاننامە
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، زانیارییەکانی هێندە ئاسان کردووە! بەهۆی مۆبایڵەکانتانەوە زۆرتر لە نیو ملیۆن تۆمار لە گیرفانتاندایە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Gêorgîyê Xudo Mhoyan
Gêorgîyê Xudo Mhoyan
Gêorgîyê Xudo Mhoyan 1940 - 2013
Prof. Gêorgîyê Xudo sala 1940 li gundê Elegezê, nehiya Aparanê, komara Ermenistanê li malbeteke kurdên êzdî, ya bi nav û deng – mala apê Xudo da hatiye dinê. Ew birayê rehmetî rojhilatzanê mezin prof. Şekroyê Xudo, nivîskar Egîtê Xudo û serokê dibistana gundê Elegezê Tîtalê Xudo yê biçûk bû.
Ji pey dewî anîna dibistana gund ra ew dikeve înstîtûta bajarê Yêrêvanê ya doxtoriyê û bi qîmetên here bilind xilaz dike.
Piştî temamkirina perwerda xwe, Gêorgîyê Xudo zemanekî kin wek doxtorê sereke û rêvabirê nexweşxana li nexweşxanên gundê K‘ûçekê nehiya Aparanê, paşê li gundê xwe Elegezê da kar dike.
Nexweşxanên gund û goveka karkirinêye teng ne ji bo wî bûn. Tê derdixe ku bêy destanîna zanebûnên doxtoriyêye kûr û bingehîn nikare tam alî nexweşa bike. Cihana zanyaryê ya fire wî berbi xwe dikşînin.
Diçe paytextê welatê sovêtê- Moskvayê û li înstîtûta merkezî ya Travmatalogîya û ortopêdya nexweşiyên zaroka da dikeve aspîrantûrayê. Di nava zanyarê welêt yên di wî warîda here pispor, bi serokatî û dersdarya wan têza xweye zanyaryêye ewlin, ya doktorê zanyarya doxtoriyê diparêze. Demeke kin, dîsa li wê merkezê têza doktoriya duda di warê nexweşiyên travmatalogîya û ortopêdya zaroka da xweyî dike.
Xebatên Gêorgiyê Xudo yê zanyaryên ji alyê ulmdarên doxtoriyê yê welatê Sovêtê da bilind têne qîmetkirin, wek mêtod û mecalên qenckirina nexweşiyên hestûyaye nû û modêrn.
Ew li înstîtût û nexweşxana Travmatalogîyayê û ortopêdyayê ya bajarê Yêrêvanê da wek serokê para nexweşiyê zaroka derbazî ser xebatê dibe. Ûnîvêrsîtêta doxtorhazirkirinê ya Ermenistanê da dersa dide, navê profêsoriyê distine. Li wê ûnîvêrsîtêtê da tê bijartin wek serokê kafêdira nexweşiyên travmatalogîya û ortopêdya zarokan. Li wezîreta Komara Ermenistanê ya saxlemxweyîkirnê da dibe pêşekzanê komarê yê sereke di warê travmatalogîya û ortopêdya zarokan da.
Sala 1988 a Ermenistanê da erdhejeke pir mezin çê bû. Ew erdhej wek keraseta Spîtakê li bîra evdê Ermenistanê da maye. Ji 20 hezarî zêdetir evd di bin kelefa da hatine qirê, bi deha hezara li nav wanda piranî zarok birîndar û seqet bûn. Xebata here giran para prof. Gêorgîyê Xudo û koma doxtira ki wî serokatî lê dikir ket.
Prof. Gêorgîyê Xudo bîra bi seda zarokên birîndarê erdheja da wek xilazkiryê wan ma. Ewî şev rojê xwe li ber cî-nivînê wan derbas dikir, ku jîyan û saxlemiya wan vegerîne.
Hedimandina welatê sovêtiyê malbeta rewşenbîrya kurdên Ermenistanê jî hedimand ji hev bela kir.
Sala 2001 ê profêsor Gêorgîyê Xudo jî malêva cîguhestî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, bajarê San Dîêgoyê bû. Lê êdî nexweş bû. Nenihêrî bi dehan xebatê wî yê zanyaryê û mêtodologî li ber destan bûn lê nexweşiya giran gelek xwestin û meremê wî nîvcî hîştin.
Gêorgiyê Xudo malbeteke rewşenbîr û welatparêz da mezin bûbû. Bîra hevalên wîyê xwedinê da ne dema bi însîyatîva wî u hinek xwendevanên hevalên wî, nîvê salên şêstî li Yêrêvanê komela xwendkarê Kurd hate demezirandin û ew xwe jî kete nava rêvabirîya komelê. Nenihêrî mijûlbûnê ew tim bi aktîvî û xemxurî tevî kar û barê rewşenbîriya Kurd dibû.
Dibek ji we gelek vî doktor-profêsorê me nas nakin, lê em borcê xwe hesab dikin li ser vî camêrî we agahdar bikin. 14-ê cotmehê rojbûyîna PROFÊSOR GÊORGÎYÊ XUDOYÊ MIHOYÎ bû. Ji bo heval û hogirên me bizanibim ew çi mêr bû, em gotara doktor Nodar Masekî ji rûsî wegêrî kurdî dikin û raberî we dikin.
PROFÊSOR GÊORGÎYÊ XUDOYÊ MIHOYÎ
13-ê gulana sala 2013-an li bajarê Amêrîkayê yê San Dîyêgoyê piştî nexweşîya dirêj û giran di 73-salîya temenê xwe de çû li ser dilovanîya xwe travmatologê zarayî bi nav û deng (doxtirê hestûcebirandinê), doktorê doxtirzanîyê, profêsor, endamê eyînsî yê Akadêmîya Ermenîstanêye doxtirzanîyê Gêorgîyê Xudoyê Mihoyî. Bêfitîya, gelê kurd û doxtirzanîya Ermenîstanê zîyaneke mezin kişandin.
Gêorgîyê Mihoyî 14-ê cotmehê (oktobr) sala 1940-î li gundê Elegezê (Ermenîstan) ji dayîkê bûye. Bavê wî Xudoyê Miho li Ermenîstanê şexsekî naskirî bû. Ewî weke 30 salî li ser hev serwêrî malhebûnên gundên Komara Ermenîstanê kiribû. Seroketîya partîya komûnîst herdem Xudoyê Miho verêyî li wan kolxozan (malhebûnên kolêktîv) dikir, li ku pirsgirêk pirr bûn. Bi saya zanebûn û şarezatîya wî ew malhebûn di demeke kin de diketine rêza malhebûnên pêşketî.
Li dawîya salên 30-î Xudoyê Miho pêşneyar kirin, ku bibe navzadê nûnerê organa zakondarîyê (parlamênt) ya Komara Sovîyêtêye sosîyalîst ya Fêdêrasîyona Pişkavkazyayê.
Xudo û kevanîya wî–Meyanê 8 zaro mezin kirin: 4 law û 4 jî dot. Ji wana zaran hefta xwendina bilind dest anîn, lê dudu (Şekro û Gêorgî) di nava zanyarîyê de gihîştine hêlanên bilind, bûne profêsor. Lawekî Xudoyî dinê – Egîtê Xudo Mihoyî, ku sala 1950-î înîstîtûta (zankoya) Yêrêvanêye dersdaran ya li ser navê Xaçatûr Abovyan temam kiribû, li gundê xwe de wek dersdar kar kiribî, dû re tê Yêrêvanê û ji sala 1960-î heya sala 1990-î li rojanama «Rya teze» dixebite. Tîtalê Xudo jî xwedîyê xwendina bilind bû. Ew, gava serwêrê (midûrê) dibistana gundê Elegezê ya dehesale bû, dersên fîzîkayê dida zarokan, dû re bû sedrê kolxozê (malebûna kolêktîv), paşê serokê (muxtarê) gund.
Sala 1959-an Gêorgîyê Mihoyî li zankoya Yêrêvanêye dixtirîyê hate hildanê, ya ku sala 1965-an bi serfirazî temam kir. Piştî tamkirina zankoyê, ew salên 1965-1970-î li nexeşxana gundê xwe Elegezê wek doxtirê sereke kar dike. Ev nexweşxane usa jî qulixî binecîyên 7 gundên der-dorê Elegezê jî dikir. Wê hênê Gêorgîyê Mihoyî doxtirê praktîka tomerî bû, li ber her cûre zedan nexweş dû-derman dikir.
Sala 1970-î Gêrgîyê Xudo li nexweşxaneke Yîrêvanê di başa ortopêdîyayê de derbasî li ser kar bû, lê piştî salekê ew li aspîrantûra zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê (hestûcebrandinê) û ortopêdîyayê (zeda hestûyan) tê hildanê. Ev zanko dikete bin bandûra Wezîreta Yekîtîya Sovîyêtê ya parastina tundrûstîyê. Li vira ewî sala 1973-an ji demê zûtir têza xwe ya doktorê doxtirzanîyê xwey kir. Mijara têza wî li ser qenckirina zeda xarbûn-tewandina hestûyên enîşkan û girkên milan bû, ku piştî şikestina pîlên piştê li bal zarokan peyda dibû. Wan salan li zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê zanyarên Sovîyêtêye gewre û gelek zaneyên hestûcebirandinê û zeda hestûyan kar dikirin. Serokê Gêorgîyê Mihoyî yê zanîstîyê xîrûrgekî zarokayî bi nav û deng li Yektîya Sovîyêtê, doktorê doxtirzanîyê, profêsor, serokê beşa zarokan ya li zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê, xudanê berhemên zanyarîyêye bingehîn di warê travmatologîya û ortopêdîya zarokan de Gêorgî Têr-Yêxîyazarov bû.
Piştî xweykirina têza zanyarîyê Gêorgîyê Mihoyî vedigere Yêrêvanê û li zankoya zanîstî-lêkolînerîyê ya travmatologîyayê û ortopêdîyayê ya li ser navê profêsor Xrîstafor Pêtrosyan wek serokê beşa travmatologîya zaran kar dike. Sala 1977-an wî vexwendî dikin, ku li zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê û ortopêdîyayê kar bike. Ew 2 salan li wir dixebite. Sala 1979-an pêşwezîya Gêorgîyê Mihoyî dikin, ku ew li nexweşxana Yêrêvanê ya li rex zanîngehê beşa travmatologîyayê û ortopêdîyaya zarokan ya nû saz bike û bi xwe jî bibe serokê wê parê. Ew wî karî bi rûspîtî diqedîne.
Sala 1982-an Gêorgîyê Mihoyî li zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê û ortopêdîyayê têza doktarîyê ya dereca dûemîne bilind xwey dike. Vê carê mijara têza wî li ser xusûsîyên qenckirin û cebirandina hestûlûleyên dirêj (yê ling û hêtê) li bal zarokan bû. Piştî xeykirina vê têza doktorîye nû Gêorgîyê Mihoyî nîveka salên 1980-î li Yekîtîya Sovîyêtê îdî hesab dibû wek travmatologekî zarayî herî naskirî. Bi saya karmendîya wî li Ermenîstanê destbi hinek şêweyên emelyetên zara kirin, ku berî hingê her tenê dikaribûn li Moskvayê pêk banîna. Ji hêla Gêorgîyê Mihoyî ve motêdên qenckirinêye nû di dereca ortopêdîya zarokan de hatne dîharkirinê. Ttravmatologên ermenîye naskirî R.V. Nikoxosyan (ew salên 1980-î travmatologê Ermenîstana Sovîyêtîyê yê sereke bû) û A.Ê. Baxşêsyan li gotara xwe ya bi navê «Êvolûsya travmatologîyayê û ortopêdîyayê li Ermenîstanê», ya ku li kovara «Doxtirîzanî li Ermenîstanê» çap bûbû û ji hêla Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê va diweşîya, nivîsîne: «Bi serekvanîya profêsor Gêorgîyê Mihoyî di beşa travmatologîya zaran de li zankoya Yêrêvanêye zanîstî-lêkolînerîyê ya travmatologîyayê û ortopêdîyayê mêtodên nû nava praktîkayê de hatne bi kar anîn, gava dema dayîkbûyînê lingê zarokan di sêvikê de ji gîh derdikeve û dibê ling bê rastkirin û cebirandinê. Herwaha, mêtodên dinêye pêşverû jî di wî warî de hatne makkirinê, gava ling û milên zarokaye şikestî dikine qalb û bi dezgeyan qed dikin, ku li cîh nehejin. Usan jî mêtodên lezgînîne dinê yên qenckirina zeda hestûyên lingên zaran derketine holê» ( 2009, 34, rûpêl 18).
Piştî wê yekê, gava Gêorgîyê Mihoyî li zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê û ortopêdîyayê têza xweye doktarîyê ya dereca dûemîne bilind diqedîne, ew dibe profêsorê zankoya Yêrêvanêye doxtirîyê û wî kiviş dikin wek travmatologê Ermenîstana Sovîyêtê yê sereke. Dû wê yekra, gava li Ermenîstanê li rex nexweşxana Yêrêvanêye №1 klînîka cihê ya ortopêdîya û travmatologîya zarokan tê damezirandinê Gêorgîyê Mihoyî dibe doxtirê wê klînîkayê sereke û serokê wêyî zanîstîyê.
Sala 1988-an piştî erdheja li Ermenîstanê Gêorgîyê Mihoyî rola mezin lîst ji bo parastina jîyana bi sedan zarokan. Wê demê ewî tevî doxtirê Sovîyêtê yê zarayî naskirî Lêonîd Roşal desteke zarokan, ku gelekî bethal bûn, bona qenckirinê ji Ermenîstamê birne Amêrîkayê.
Emekê Gêorgîyê Mihoyî di weraê perwerde û amadekirina kadroyên travmatologîya zarokan de pirre. Gelek travmatologên Ermenîstanêye pêş şagirtê wîne.
Sala 1998-an Gêorgîyê Mihoyî hate hilbijartinê wek endamê eyînsî yê Akadêmîya Ermenîstanêye doxtirzanîyê.
Gêorgîyê Mihoyî xudanê gelek gotarên zanîstîyê ye, ku li kovarên Sovîyêta berê çap bûne. Ji bo minak, sala 1974-an li kovara «Ortopêdîya, travmatologîya» li ser bingeha têza doktorîyê gotara wî ya bi navê «Qenckirina zeda xarbûn-tewandina hestûyên enîşkê, ku piştî şikestina pîlê piştê li bal zarokan peyda dibe» çap bûye (1974, №1, rûpêlêb 1-7). Sala 1990-î gotereke wîye hewaskar dîsa li ser vê mijarê li kovara «Deng û behsên xîrûrgîyayê» derket (1990, №2, rûpêlên 81-84). Sala 1994-an dîsa li kovara «Ortopêdîya, travmatologîya» gotara wî ya «Qeckirina bi komplêks ya serxwedahtinê piştî sikestina enîşkê li bal zarokan» ronayî dît (1994, №4, rûpêlên 26-30).
Gotarên Gêorgîyê Mihoyî herdem li berevokên zanîstîyê yên zankoya Yêrêvanêye doxtirîyê çap dibûn. Ji bo minak, gotara «Karanîna sîlîkonan di warê travmatologîya û ortopêdîya zarokan de» (1989, berevoka zanîstîyê ya zankoya Yêrêvanêye doxtirîyê ya bi navê «Çend pirsên travmatologîyayê», rûpêlên 60-66); «Karanîna sîlîkonên qeydkirinê li dema bi lezgînî hestûcebirandinê û qenckirina zeda heztûyan» (1989, berevoka zanîstîyê ya zankoya Yêrêvanêye doxtiryê ya bi navê «Çend pirsên travmatologîyayê», rûpêlên 87-90).
Sala 2001-ê li berevoka berhemên zanîstîyê ya bi navê «Pirsên ferz yên travmatologîyayê û ortopêdîyayê» gotara wîye «Bi lezgînî genckirina lingên zarokan, ku li dema dayîkbûyînê di kefê-gûzekê de xar bûne» (Nîjnî Novgorod, 2001, beşa 1-ê, rûpêlên 328-329).
Xebatên Gêorgîyê Mihoyî, di wê jimarê de yên 40 sal berê çapbûyî, di nava berhemên zanîstîyê de yên li ser travmatologîya zarokan heya niha bi berfireyî têne xebatê. Gêorgîyê Mihoyî xudanê dîharkirina gelek demûdezgên hestcebrandinê û patêntên cihê-cihê ye.
Di dawîya salên 1990-î Gêorgîyê Xudo Mihoyî giran nexweş ket û sala 2001-ê koçberî Amêrîkayê bû.
Li ser şuret, xebathizî û kar û barên Gêorgîyê Mihoyî li Ermenîstanê wek legend heya niha jî gilî dikin. Gelek caran ew bi sûtkan li ser darên pîya dixebitî.
Ew mirovekî zarşîrîn, qisevanekî bêqûsûr bû, bi hewas laqirdî û henek dikir.
Sê ewledên Gêorgîyê Xudo hene, ku vê gavê li Amêrîkayê dijîn û kar dikin. Dota wî ya mezin–Maya li şîrketeke mezin wek analîtîka bazirganîyê kar dike, dota wîye dine–Anê, ku di dema xwe de bi qîmetên baş zankoya Yêrêvanêye doxtirîyê temam kirîye, li Amêrîkayê pêşekê wê bi fermî pêjirandine û vê gavê ew li bajarê San Dîyêgoyê li navendeke dîaygnostîkayê karmendîya xwe ya doxtirîyê berdewam dike. Lê lawê wî–Artûr diploma bakalavrî ya zanîstîyê dest anîye û di wî warî de dixebite. Kevenîya Gêorgîyê Mihoyî–Lûsya Cemal, ku bêtirî 23 salan dersdara zimanê rûsî bû li Yêrêvanê, niha nevîyên xwe bi rûhê netewî ve perwerde û mezin dike.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,713 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | kurdist.ru
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 5
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی لەدایکبوون: 14-10-1940
ڕۆژی کۆچی دوایی: 13-05-2013 (73 ساڵ)
ئاستی خوێندن: پڕۆفیسۆر
جۆری خوێندن: پزیشکی
جۆری کەس: پزیشک
جۆری کەس: (ئەکادیمی)
زمان - شێوەزار: ئینگلیزی
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
زمان - شێوەزار: ڕووسی
زمان - شێوەزار: ئەرمەنی
شوێنی نیشتەنی: هەندەران
لەژیاندا ماوە؟: نەخێر
نەتەوە: کورد
هۆکاری گیان لەدەستدان: مەرگی سروشتی و نەخۆشی
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): جۆرجیا
وڵات - هەرێم (کۆچی دوایی): ئەمریکا، ویلایەتە یەکگرتووەکان
ڕەگەزی کەس: نێر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 16-02-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 16-02-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕۆژگار کەرکووکی )ەوە لە: 11-08-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,713 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.563 چرکە!