Navê pirtûkê: Roj Bi Roj Şerê Kendavê Û Kurd
Navê nivîskar: 1.Amed Tîgrîs, 2.Cemal Batun, 3.Xorto
Cihê çapkirina pirtûkê: SWEDEN
Navê çapxaneyê: APEC
Sala çapê: 1992
Wek ku xwendevanên Berbangê pê dizanin, em hersê nivîskarên vê pirtûkê di redaksîyona Berbangê de kar dikin. Ji xwe, me ji hinek nivîsarên vê pirtûkê jî, di çend hejmarên Berbangê de weşandi bûn. Di vê mijarê de,
xebatên me hersê hevalan jî cuda cuda hebûn. Heval Xorto di destpêka şerê Kendavê (Xalîcê) de roj bi roj not girtibû. Hevaî Cemal Batun li ser şerê Kendavê û pirsa Kurdan gelek nivîsar nivîsan dibû û bi gelek berpirsiyarên tevgerên Kurd re hevpeyvîn çêkiribûn. Heval Amed Tîgrîs jî, ji roja destpêka şerê Kurd û îraqê bi navê Roj bi roj nivîsarên peryodîk nivîsan dibû û beşek jê di Berbangê de weşan dibû. Me hersê hevalan biryar da, ku xebatên xwe bikin yek û bi wan re, ew dokumentên ku li ser vê pirsê hene û derketine berhev bikin û di yek çavkaniyeke de çap bikin. Ji ber vê yekê me bûyeran li gor dîrokê bi rêz kir û dokumentan jî li navê bi cih kir. Ji derê gotaran me nexwest her bûyereke bi dûr û dirêj şirove (komentar, yorum) bikin. Me vê mafê fîkirandin û şirovê ji xwendevanên xwe yên hêja re hişt.[1]
خوێندنەوە / داونلۆدکردنی پەرتووکی: Roj Bi Roj Şerê Kendavê Û Kurd
ژمارەی داونلۆد:
309 جار
داوا لە نووسەر، وەرگێڕ و دەزگای پەخشەکان دەکەین ئەگەر پێیان باش نییە ئەم پەرتووکە لێرەوە داونلۆدبکرێت! ئەوا پێمانی ڕابگەیەنن.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,489 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!