کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,032
وێنە
  124,093
پەرتووک PDF
  22,094
فایلی پەیوەندیدار
  125,881
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,119
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
989
وێنە و پێناس 
9,464
کارە هونەرییەکان 
1,674
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,961
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,052
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,155
شەهیدان 
11,917
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,724
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
908
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   تێکڕا 
274,096
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Hesenê Hecîsilêman
پۆل: ژیاننامە
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بە ڕێنووسێکی پوخت لە ماشێنی گەڕانەکەماندا بگەڕێ، بەدڵنیاییەوە ئەنجامێکی باش بەدەست دەهێنیت!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hesenê Hecîsilêman
Hesenê Hecîsilêman
Hesenê Hecîsilêman
Navê Hesenê Hecîsilêman (Hesenê Eylazê Mihê Hecîsilêman) eyana di nava dîroka wêjeya kurdê Sovetstana berêda (Hevalbendêya Yekîtiya Komarên Serbixwe) usa jî ji sînorê wê der çawa helbestvan, niviskar, ronakbir, rojnemevan, wergervan dersdar û pêşewtîye çanda kurdîye herî naskirî. Ew zûva xwendevana ra nase û di nava wêjeya kurda da ciyê xweyî layîq girtiye. Hesenê Hecisilêman usa jî tê hesabê berdewemvanê wêjeya kurdîye kevnare klassîke.
Bav û bapîre H. Hecîsilêman ji eşîra birukane, ji êla qerkane. Bapîrê wîya Salih Beg, Hecî Elî, Hecî Silêman, Mihe Hecî Silêman serokêd êla qerka bûne. Ronakbir, zimanzan, helbestvan xebatkarê Dewleta Sovêtêye mexlûqetîyê Wezîrê Nadirî kurapê bavê Hesenê Hecîsilêmane.
Sala 1926-a pey şerê Şêx Seyîd tevî çar hezar malbetê kurd malbeta bapîrê wî ji zulm û zordestîya Roma Reş derbazî welatê Sovêtê (Şewre) bûye. Bapîrê wî li herêma Wanê (Kurdistana Bakûr) çawa serokê eşîra qerka bi navê Memed Begê nav û deng bûye.
Hesenê Hecîsilêman (Hesenê Eylazê Mihê Hecîsilêman) sala 1951-ê, 26-ê mijdarê Ermenistanê, nehîya Vêdîyê (Araratê), gundê Taytanê (Vanaşênê) malbeteke rêjberda ji dîya xwe bûye. Emir, jîyana wî pir dijwarî û sexîrtî hatîye derbazkirinê. Ew dema peyî şere Hemûdinîyayêyî Duemîn bû, dewleta Sovête dest bi dacekirina welet dikir. Gelê Sovêtê bi kel û bîn dixebitî ku şaristanîya welat bilindke, dema şerda kaf û kûnkirina bajar û gunda ji nûhva avake.
Dema şerê Hemûdinyayêyî Duemîda gelê kemnetew nedibirine şerda. Bavê wî Eylazê Mihê çawa ku gelê kemnetew ne birine şerda, ew li gunde xweda ma. Wî orgîya peyî şerda bi welatparezî, ji boy altindarîya welatê xweyî Sorête kar dikir. Ji boy xebata baş Î.V. Stalîn ew bi mêdalyona ‘’Ji boy karê baş’’ rewa kir. Eylazê Mihê nava êlêda dihate naskirinê çawa dengbêjekî baş. Ewî zargotşna cimaetê-folklora kurdaye dewlemend bawerbikî bi temamî zanibû. Sed heyf, Hesen bavê xweyî hizkirî ter nedît, xezna dilê wî venekir. Sala 1956-a bavê wî dikevê teşkela tirapîkiyê jîyana xwe dest dide. Hesênê piçûk du bira û du xuşkava sewî dimînin. Dayka wîye 30 salî ji boy zarokêd xwe Aminê, Huseyn, Asîyaye û Evdilrehman mezîn bike, him melbetêda karê mêra, him jî yê jîna dike. Pênc salîya xweda wî huba bavê hundakir. Alava dilê bavê bi destê dayîka wî Fatma Mehmed digêje Hesen. Fatma jineke gelekî aqil û zanebû. Nava gundda cîrokbêja here eyan digate naskirinê. Wê ne ku tenê zarok mezin dikir, lê usa jî bi telîm, terbîya wanra mijûl dibû, îlahî huba ewladê xwe berbi zargotina cimaeta me zêde dike, xût ew bû menî, wekî Hesen xwe berbi wêjeyê, poêzîyayê girt. Bire Hesenî mezin Huseyn birê xwe Hesen û Evdirehman danê xwendine. Xalê wî Elîye Sofî (Elîye Mehmed) alîkarî dida xuşka xwe ku zarokêd xwe mezinke.
Helbestvan behsa serhatîya emr û jîyana xweda aha dinîvse: ‘’Bavê min Eylazê Mihê Hecîsilêman sala 1956-a kete teşqela tirapîkîye ez, xûsik û birayê xweva sewî man. Dayka min Fatma jineke gelekî jê hatî û aqil bû. 30 salîya xweda neçu mêr, em xweyîkirin. Kolxozêda şev û roj dixebtî ku me bide firê, mezinke. Min 11 salîya xweda destbi xebatê kir: li deştên gunda, gîha diçinî, ka berav dikir, erd vedida, baxê ber derê bavê xwe bêçar dikir, pez diçêrand. Alîki ji kitêb ji destê min nediketin, min ew pir hez dikirin şev û ro ew dixwendin’’.
Helbestvanê hêja li gundê Taytanê û Demirçîye mezin bûye. Zarotîya wî di nava gul û sosin, mêrg û çîmanê zozanêd Egrîcê û Qizilzîyaretê derbaz bûye. H. Hecîsileman sala 1971-ê dibistana navîne ser nave Î. Nesîmîye gundê Şîrazlûyê, nehîya Araratê xilaz dike. Pey xilazkirina dibistanê, heman salê li bajarê Yêrêvanê ew qebûlî zankoya ser navê X. Abovyane Ermenîstaneye Dewletêye Pedagogîyê, para zimîn û edebîyatê dibe. Sala 1975-a wêya bi serfiniyazî xilaz dike. Heman salê dibistana gunde Şîrazlûyêda dibe dersdarê ziman û edebîyata kurdî û azirbêcanî. Di dibistanê da komêd kurdîye reqasê û şanoyê çêdike.
1988-ê salê wexta şer û pevçûna navbera ermenî û azirbêcana ji bona Qerebaxa Çîya kurd jî mecbûr kirin ku, ji cî-warê xwe ji Ermenistanê kocberbin. Kurdê bê sûce, bê gune perce-perce dibin. Pareke wan diçin Ûrisêtê, yê dinê jî diçine Azerbacanê, Qazaxistanê û Asîya Navin.
Tevî bi 15 000 kurdê musulman Hesen jî ji Ermenistanê bar dike, tê komara Qazaxistanê, herêma Alma-Atayê, nehîya Îlîyê, gundê Aşîbûlaxê.
Helbestvanê wexta hate Qazaxistanê ji boy wî pir dijwar bû. Ew ji dost û bira, qewm û lêzima, heval, hogira qetîyabû. Gundê ku lê mezin bûbu jê dûr ketibû, wexta gund û heval hogirê wî diketine bîra wî, ew seva wek merê birîndar kelek-kelek weldigerîya xewa wî nedihat. Nezanebûna zimanê qazaxî ser wî pir tesîr dikir, wî gilîda xwe ku wedekî kinda zimanê qazaxî hînbe. Ew wedekî kinda zimanê qazaxî hînbû. Dest pekir dîrok û wejeya qazaxa hînbe. Paşwextîyê wî helbest û serhatîye, helbestvan û nivîskarê qazaxa Abay Kunanbayev, Janbûl Jabayev, Îlyas Jansûgurov, Sakên Sêyfûlîn Mukagalî Makatayev terçûmeyî zimane kurdî kir.
Hesenê Hecîsilêman ji wan rewşenbirê kurdaye, kîjan ku hê salên weşandina kovar û rojnamê kurdiye ewlîn da li bajarê Alma-Atê tevî Nadir Nadirov, Knyazê Îbrahîm, Eskerê Boyîk, Salhê Seyadî, Rostemê Biroyî, Mihmede Misto karê xweyî layîqî kiriye, di nava teşkilkirin û weşana wanda.
Sala 1995-a li bajarê Alma-Ate bi serokvanîya serokkomarê Qazaxistanê N.A. Nazarbayev Yekîtîya Gelê Qazaxistanê hate saz kirinê. Rex YGQ-ê ji boy her neteweke dibistanê yekşemê têne teşkîlkirine. Usa jî bona kurda dibistana yekşemê tê vekirinê. H. Hecîsilêman wê dibistanêda ji sala 2001-a hetanî naha dixebite dersdarê zima û wêjeya kurdi.
H. Hecîsilêman hê salêd xwendinêda dest bi efrandinên bedewetîye dike. Helbest, serhatî, kurteçîrok, romanok, miqalêd nifşen cuda-cuda dinvîse. Kîjan wextêda kovar û rojnamêd kurdî û ûrisîda hatibûne neşirkirinê. Ew rojname û kovarana evanane: ‘’Rya teze’’ (Yêrêvan), ‘’Welat’’, ‘’Êsmêr’’ (Stanbûl), ‘’Axinya Welat’’, ‘’Golos kurdov’’ (Moskva), ‘’Kurdskîyê vestî’’ (Krasnodar), ‘’Kurdistan’’, ‘’Jîyana kurd’’, ‘’Karavan’’, ‘’Ognî Alataû’’, ‘’Azîya daûisi’’, ‘’Korîzont’’, ‘’Kovçek’’, ‘’Naçnyom s ponidêlnîka’’ (Alma-Ata), ‘’Dengê kurd’’ (Bakû), ‘’Prostor’’, ‘’Nûbar’’, ‘’Jêr jîhan’’ (Alma-Ata) û yêd maîn. Efrandinêd wî şikil û serecema xweva gelekî hewaskar û orîjînalin, şedetîya wê yeke didin, wekî goveka efrandinêd helbestvan pircûre û dewlemende. Fikir û sûjêt nava efrandinê wîda tu wext nayêne wekilandînê, fikrêd noetîkyêye nûhva helbesta diefrîne û divîse.
Sala 1995-a berevoka helbestvanê yekê ‘’Dilê min’’, berevoka duda sala 1996-a ‘’Hesreta welat’’ tê neşirkirinê. Ev berevokana helbestvanra nava gelda nav û deng, hurmet û sîyanet qazanc dikin. Sala 2009-a berevoka wîya oçepka bi navê ‘’Rîya emir’’ tê çap kirine, dû wêra sala 2012-a berevoka wîya helbestaye bi navê ‘’Axina dil’’ ronahî divîne.
‘’Axîna dil’’ berevoka Hesenê Hecîsilêmanê çaremîne. Di vê berevokê da hîmlî helbestên wiye lîrîkî û welatparêzî cî-war bûne, kîjan ku bi kel û bîn, bi alav û şewata gur va hatine sêwrandinê. Fikir û mitalê wî gelekî kûrin û baş têne fehm kirinê. Efrandinê wî şikil û serecama xwe va gelekî balkêş û orgînalin, şedetiya wê yekê didin, wekî goveka efrandinêd helbestvanê hêja pircûre û dewlemendin. Fikir û sûjêt nava efrandinê wî da tu wext nayêne wekilandinê , fikrên poêtîkiyêye nûhva helbesta disêwrîne û dinivse.
Meydan û hidûte ditinê wî daha mezin û dewlemend dibin. Berevoka ji alîyên xwendevan û edebîyatzanêd kurd û ûrisada bilind hatine qîmetkirinê, rûpêlêd kovar û rojnamada qîmetê xweye layîd stendine.
H. Hecisilêman pey van berevokara hate naskirinê, çawa ku, helbestvanekî pir merîfet. Goveka efrandinê Hesenê Hecîsilêman fire û rengawazin. Mijarêd efrandinê wî cuda-cudane: lîrîka, welatparêzî, hub û hezkirin, tore û telîm, bedewatiya nexş û nîgarê tebîyetê, dostî û biratiya gelane.
Em berevoka helbestê wîye pêncemîn ‘’ Welat gazî min dike’’ raberî xandevana dikin. Berevokêda helbestê wîye orjînal bi dil û can, kel û şewateke gurva bi zimanê kurdîyî paqijva hatine nivîsarê. Kîjanada fikir û mitalê helbestan gelekî kûr, pircûre bi fîlosofî têne efrandine. Welatparêzî, hub û hezkirin, pesnê tebîete, pirsêd filosofî-dîdaktîkîyê, dostî û biratîya gela sereçema efrandinêd helbestvanê hîmlîne.
Helbestvan bêhed û bêhesav welate xwe hez dike, derd û kulê Kurdistanê her gav dilê xweda disewurîne. Bindesîya gel û welêt gelekî wî ber xwe dixe. Aha helbesta wîye ‘’Hesreta welat’’ em dixûnin:
Welatê min Kurdistan,
Li ser teye mij-dûman,
Birindare dilê min
Ava te boy min derman.
Welatê min Kurdistan,
Zûva maye bindestan,
Xwezil ew roj bihata
Aza bûya Kurdistan.
Helbestvan bi optîmîstî nezîkî azabûna gel û welate xwe dibe. Ew zane, wekî azabûna kurd û Kurdistanê ne dûre, rêdaye te. Ala rengînê wê ser axa wê bimilmile, bona wê yekê jî helbestvan helbesta xweya ‘’Rya min’’ da aha dinvîse:
Azabuna me ne dûre,
Mera ewa îşiq-nûre.
Bawer dikim, wê bivînim,
Xema dilê xwe derînim.
Kurdistan welatê cîyane, tebyîeta wê bedew û rengawaze. Hewa wê temîz û xwaşe, çawa bêji meryara dermane. Baharê deşt û zozan, cîya û banîyê wê hezar yek rengîva, bi gul û sosinava tene xemilandinê. Kurdistan him jî kana avêye, xule-xula cem kanîyê wê nava kevir-kucikada diherikin, jorda têne xarê. Qey bêjî klama divêjin. Bedewîya cîya, cem û kanîyê Kurdistanê helbestvan helbesta xweye ‘’Cyaêd me’’ daha dide kivşê:
Gişk mêrg û çîmanin,
Kulilkêd reng-rihanin,
Serêd wan mij-dûmanin,
We bîrnakim cîyaêd me…
Avên wana zelalin,
Bilbilin gale-galin,
Mîna kecên delalin,
We bîrnakim, cîyaêd me…
Mijarên efrandine H.Hecîsilêman dewlemend û pir nivşin. Wî hez û qewata xwe pir nivşên wêjeya kurdîda ceribandîye di nava wanda bi serbilindayî derketîye.
Mijarên helbestvan yek jî mijara dayîkeye. Dayîk di nava mijarê wida di asta here bilindaye. Wexta helbestvan dayîk divêje welat dikeve bîra wîda, wexta welat givêje dayîk dikeve bîra wîda. Welat jî, dayîk jî ji boy wî pir baekêşin. Dayîk di malbetêda karkire, telîm-terbîyedare, zarok xayîkirîye û bi gilîkîva ew stûna malbetêye. Helbestvan behsa dayîke di helbesta xweye ‘’Wexta dayê divêjim’’ van benda dinîvse:
Wexta dayê dibêjim, pêş we xwe ditewînim,
Bona min pir ezîze, wek zîyaret dihevînim.
Ew şîrê wê daye min, mîna ava zelale,
Keda weye kişandî, eze bikim helale.
Wexta gayê dibêjim, welat teye bîra min,
Nava gelê dinê da ewe rewş û xemla min
Min ra xayî, xwedane, nav û dengê, namûse,
Mal û dewlet, zer-zewar, îşiq, ronî, çirûse!
Mijarên helbestvan rengawazin yek ji wan mijara, bedewetîyêye, ya keca zerîya, dota kurde. Ew bedewîya keça kurda di helbestvan xweyî ‘’Bejna te bilinde…’’ aha disewrîne:
Bejna te bilinde, mîna çîyaye Araratê,
Gulîye te dirêjin, mîna çeme Firatê.
Birî-bijangê te, mîna tîr û kevanane,
Rev û beja te, mîna reva xezalane.
Dev û lêvê te, şirînın wek şekirê Nevatê,
Tu nûr û şemalê didî, li ser Sîpan, Xelatê.
Sûretê te, sorin mîna sêvê Meletêyê,
Bedewin ew wek, beybûn, alala Amedîyê.
Gelek efrandinêd wî hê nehatine neşirkirinê. Ew hîmlî helbest, serhatî, povêst, roman, dirama û oçerkin kîjanê zûtirkê wê bêne çapkirinê.
Hesenê Hecîsilêman ji sala 1994-a endeme rojnemevanê Qazaxistanêye, ji sala 2005-a endemê PEN-a Kurde navnetewîye, ji sala 2012-a endeme nivîskarê Qazaxistanêye. Sala 2014-a ji boy dostî û biratîya gelan û ji boy xebata baş li navçêya Îlîye, herema Alma-Atê navê ‘’Navçêya herêma Îlîyêye hurmet’’ va tê rewakirine. Serokkomarê Dewleta Sovêtêye Sosîalîst M.S. Gorbaçov sala 1985-a dest bi seyaseta daçekirina Dewletê Sovêtê kir. Wî her komareke Sovêtêda mecal sazkirin ku ji boy her gelekî kêmnetewra navenda çandî vekin. Sala 1990-î serokê Fêderasîyona Yektîya Kurdên Sovête Mehmedê Silo Babeyev, Nadir Nadirov, Knyazê Îbrahîm, Elîye Evdilrehman û Wekîl Mistefayev ji dewleta Sovêtê (Şewrê) îznê werdigtrin ku li komarên Sovêtê yekêda kovarek û rojnemeke kurdî weşan bike. Dema nava rev û bezêda roşenbîrê kurdê Ermenîstanê her yekî berê xwe dabû welatekîda, kurt gilî bela-bela bûnûn. Di nava komarên Sovêtêda piranîya roşenbîra beravî komara Qazaxistanê bûbûn. Ji boy wê yekê jî Fêderasîyona Yekîtîya Kurdê Sovêtê ‘’Yekbûn’’ ê qirar qebûl kir ku rojneme û kovar li Qazaxistanê bê weşandinê.
H. Hecîsilêman ji sala 1991-e dibe rojnemevanê rojnama ‘’Kurdistan’’ û ji sala 1992-a dibe rojnemevanê kovara ‘’Nûbar’’, ji sala 1998-a hetanî vê gavê redaktore rojnama ‘’Kurdistan’’, (‘’Jîyana kurd’’) e. Nav gelda ew usa jî tê naskirinê çawa rojnemegerekê baş.
H. Hecîsilêman helbestvanê hêja sala 1993-a tevî Mecîdê Silêman li gundê Aşîbûlakê komen folklorêye reqasê û şanoyê çêdike, ji boy têrenekirina aktyora, ew xwe jî di koma şanoyêda aktyorîyê dike. Hecîsilêman di nava kurdê Qazaxistanêda û Asîya Navînda tê hesabê çawa ku ronakbir, pêşewtîye çanda kurdîye eynîsî. Ji sala 1990-î di nava kurdê Qazaxistanêda gund bi gund, bajar bi bajar digere bi diravê xweva halet û eşyayê kevnar berav dikir ji boy pêşengehên kurdî. Wî bi dehan peşengehê kurdî nîşanî gelê Qazaxistanê û Asîya Navîn kirine. Ji alîyed dewleta Qazaxistanê bi diyarîye bi qîmet û rewanamava hatîye rewakirin. We usa jî ji wan roşenbîra yeke ku teşkildarê parçika kurdîye mûzêya dewleta Qazaxistanêye navendîye.
H. Hecîsilêman ji bona dostî û biratîya gelan û xebata baş ji alîyêd hukumata Qazaxistanê bi 35 rewanema, medala ‘’10 salîya Yekîtîya Gelê Qazaxistanê’’, ‘’Elimandina ulumê Nadirov’’, medala zêrîne ‘’Birlik’’ ya Yekîtîya Gelê Qazaxistanê ye civakî û medala çivakîye dostanîya qazaxa-kurda ‘’Hevî’’ va hatîye rewakirinê.
H. Hecîsilêman gelek çaran Qazaxistanê, li walatên Sovêta Berê û Kurdistanê beşdarî gelek çalekî, şayî, sêmînar û konfiransêd navnetewî bûye. Yek ji wana sala 1998-a li bajarê Moskvaye konfiransa bi navê ‘’Çand û hunera kudên Sovêta Bere’’ ye herwah ya duemîn sala 2010-a li bajarê Silemanîye konfiransa helbestvan û niviskarê kurdaya hemûdinyayê bi navê ‘’Gelewej’’ e, ya sêemîn sala 2012-a li bajarê Erbîlê konfiransa bi navê ‘’Lawanê’’ û ya çaremîn sala 2013-a ya konfiransa li bajarê Bîşkêkêye bi nav ‘’Çand û hunera kurdê Qirgizistanê’’ û yêd mayîn.
Sala 2011-ê behsa emir, jîyana H.Hecîsilêman di kitêba ‘’Merîye Qazaxistanêye nav û deng’’ hatîye nivisarê. Sala 2013-a li bajarê Moskvayê kitêba antologîya nivîskarê Qazaxistanê ‘’Helbestên karîbanen qurnan hatîn’’ ji sê çilda hate neşirkirinê. Di kitêbêda behremên 70 helbestvan û nivîskara ronahî dîtîye. Di we kitêbêda behsa emr, jîyana û helbestê H.Hecîsilêman hatîye weşandinê.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,329 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] تۆماری تایبەت بۆ کوردیپێدیا | کوردیی ناوەڕاست | ئامادەکردنی کوردیپێدیا - راپەڕ عوسمان عوزێری
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 4
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی لەدایکبوون: 26-10-1951
ڕۆژی کۆچی دوایی: 22-08-2015 (64 ساڵ)
ئاستی خوێندن: زانکۆ (بەکالۆریۆس)
جۆری خوێندن: ئەدەبی کوردی
جۆری کەس: ڕۆژنامەنووس
جۆری کەس: شانۆکار
جۆری کەس: ئەدیب
زمان - شێوەزار: کرمانجیی ناوەڕاست
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
شار و شارۆچکەکان (لەدایکبوون): یەریڤان
شوێنی نیشتەنی: هەندەران
لەژیاندا ماوە؟: نەخێر
نەتەوە: کورد
هۆکاری گیان لەدەستدان: مەرگی سروشتی و نەخۆشی
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): کازاخستان
ڕەگەزی کەس: نێر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 07-01-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 07-01-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 24-08-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,329 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.111 KB 07-01-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.468 چرکە!