Roja bûyîna Îsa Mesîh di cîhana Mesîhîyê [Xiristîyanîyê - Filetîyê] da rojeke pîroz e. Bi vê armancê 25ê Kanûna Pêşîn [December] wekî roja bûyîna Îsa Mesîh tête pîroz kirin. Rojên pîroz yên dînî, di hemû dînan da bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên giring bi coş û şahî û seremonîyên mezin li nav xwe û perêsgehên xwe de pîroz dikin.
Li Kurdistanê nufûseke boş [qelebalix] ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatîyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNKê da jî hevwelatîyên Îsawî têne temsîl kirin.
Çejna Noelê nîzingê 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.
Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî da Noela Mesîhîyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhîyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşîya mirovahîyê li her derê cîhanê.
Konseya Rêvebir ya KNKê
#24-12-2018#
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 3,743 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!