Cilawûz (an Cilawiz an jî Gelawêj?) (bi tirkî: Susuz) yek ji navçeyên bajarê #Qersê# ye. 27 km dûrî Qersê ye û li ser riya Qers - Erdêxanê dikeve. Di sala 1959'an de bûye navçe. 27 gund girêdayî Cilawûzê ne. Gundên navçeyê bi rêkûpêk ji elektrîkê sûdwernagire. Bi zivistanan pirranî elektrîk nîne û riyên gundan girtîne. Li navenda navçeyê pirsgirêka av û qanalîzasyonê heye û gel jê biazar e. Piştî dagirkirina Komara Tirkiyê hemî filehên ku ji ber Terteleya Filehan filitî bûn tên qirkirin û terekeme û azerî tînin bicihkirin. Niştecihên herêmê bi kurmancî, terekemeyî û azerî diaxivin.
Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara navendê 3.797 û bi giştî 14.487 e. Herêm koçberiyeke mezin dide. Aborî li ser xwedîkirina sewalan û çandiniyê ye. Herwekî 1.427 kewarên mozhingivê hene
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 3,940 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!