...Sebrî Botanî an jî Sebriyê Ehmedê Temir helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Botanî di sala 1925’an de li gundê Lodê yê navçeya Dihê hatiye dinyayê.
Ew ji hoza Jêliyan bû. Wî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta ziman, edebiyat û çanda kurdî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de li ser mijarên cihê dinivîsand û yek ji çalaktirîn kesayetiyên kurd bû. Ew di salmeziniya xwe de sirgûn bû û di heta dawiya jiyana xwe li Norwêcê jiya.
Sebrî Botanî di 25’ê cotmeha 1998’an de li Osloyê, serbajarê Norwêcê, çû ber dilovaniya Xwedê.
BERHEM:
Şîn û Şadî, Dîwan 1
Dilistan, Dîwan 2
Dengê Metîn û Cûdî, Dîwan 3
Dibêjin, Çîrok û Çîvanok
Herweha nêzîkî deh kitêbên Botanî yên neweşandî jî hene.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 6,737 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!