کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  587,225
وێنە
  124,604
پەرتووک PDF
  22,129
فایلی پەیوەندیدار
  126,865
ڤیدیۆ
  2,194
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,224
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,482
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە، ماڵپەڕ و دەزگا میدیاییەکان و ...) 
1,070
وێنە و پێناس 
9,466
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,030
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,820
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,193
شوێنەوار و کۆنینە 
786
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,065
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,714
کورتەباس 
22,266
شەهیدان 
12,078
کۆمەڵکوژی 
11,392
بەڵگەنامەکان 
8,744
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,639
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
910
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   تێکڕا 
275,377
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Sala 2023 Ê Sala Melayê Cizîrî Ye
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، مێژووی ڕۆژ بە ڕۆژی کوردستان و کورد دەنووسێتەوە..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sala 2023 Ê Sala Melayê Cizîrî Ye
Sala 2023 Ê Sala Melayê Cizîrî Ye
$Sala 2023’Ê Sala Melayê Cizîrî Ye$
Di Jan 8, 2023
HRRK’ê ragihand ku sala 2023’an sala Cizîrî ye û xwest xelk destekê bide banga wan da ku Melayê Cizîrî ji nav destên dijminên ziman û dîroka Kurdan rizgar bikin û ji dinyayê re bibêjin, Melayê Cizîrî ne bi tenê sofî, oldar û bawermendekî Îslamî ye, lê ew helbestvanekî pirr mezin ê helbesta klasîk a Kurdî ye.
Komîteya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyekê sala 2023’an weke sala Melayê Cizîrî bi nav dike û radigihîne ku ev yek ji bo warê rewşenbîriya Kurd û Kurdistanî cihê şanaziyê ye.
Di vê salê de, dê HRRK wê hewl bide ku pirraniya xebat û çalakiyên xwe der barê helbestvanî, jînenîgarî, rol û bandor, felsefe û raman, dîwan û şiroveyên dîwanê, bawermendî û sofîtiya Melayê Cizîrî li dar bixe, û bi alîkariya panel û semîner û konferansan, HRRK wê bi hewldanên xwe yên berfereh bike ku helbestvaniya Melayê Cizîrî ya bê hempa zeft bike û Melayê Cizîrî weke şahê helbesta Kurdî ya klasîk biçesipîne.
Her wisa bi vê helkeftê, HRRK dê “Xelata Melayê Cizîrî ya helbestê” jî damezirîne û salê carekê dê xelatê diyarî helbestvanekî Kurd ê behremend û dahêner bike.
$Cizîrî ji nav destên dijminên ziman rizgar bikin$
HRRK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Em bi vê daxuyaniyê dengê xwe digihînin sazî û dezgehên ragihandinê, yekîtî û hevgirtinên nivîskar û rewşenbîran, komele û weqfên ziman û çand û hunerê Kurdî, peymangeh, înstîtû, zanîngeh û zankoyên Kurdistanê hemûyan, tevahiya xemxwur û dilêşên helbest, ziman û wêjeya Kurdî (çi li hundir û çi li derve) da ku destekê bidin banga me da em Melayê Cizîrî ji nav destên dijminên ziman û dîroka Kurdan rizgar bikin û ji dinyayê re bibêjin, Meleyê Cizîrî ne bi tenê Sofî û oldar û bawermendekî Îslamî ye, lê ew helbestvanekî pirr mezin e ji nava helbestvanên Kurdan ên klasîk.”
$Konferanseke nevneteweyî ji bo Cizîrî$
HRRK’ê da zanîn ku ew bi vê daxuyaniyê dengê xwe digihînin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku, di sala 2023’yan de hewldanên xwe yên berdewam û dilsojane bikin da ku konferanseke navneteweyî bi navê Melayê Cizîrî li dar bixin û Kurdolog, pispor û lêkolîneran li bin sîwana Melayê Cizîrî li hev bicivînin.
$Mela bi helbest û raman e$
Di dîroka Kurdan de ji kesên girîngtirîn yek jî Melayê Cizîrî ye. Mela him bi helbestên xwe him jî bi raman û baweriya xwe di dilê Kurdan de xwedî cihekî taybet e. Navê wî yê rastîn Şêx Ehmed e. Di helbestên xwe de bi pirranî du nasnav bi kar anîne, Mela û Nîşanî. Li Cizîrê hatiye dinyayê. Di warê jidayikbûna wî de dîrokeke misoger nîne. Hinek çavkanî sala 1567’an, hinek ya 1570’yî, hinek jî ya 1589’an jidayikbûna wî nîşan didin. Lêkoler van dîrokan jî ji hesabê ebcetê derdixin. Lê mirov dikare sala 1570´yî wek sala jidayîkbûna Mela bihesibîne. Di sala 1640´î de dîsa li Cizîrê çûye ber dilovaniya xwedê û gora wî niha li (Medresa Sor) e.
$Te bi Şîrazî çi hacet?$
Mela li cem bavê xwe Mela Mihemed dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye. Dûre ji bo dewamkirina xwendina xwe çûye Amedê, gundê Setrabasê. Wekî din jî li Hekarî, Amediyê, Iraq û Misrê jî xwendiye. Piştî xwendina xwe diçe Heskîfê. Li wir li ba Mîrê Heskîfê Melîk Kamil dimîne, lê dilê wî dikeve keça Melîk Kamilî, Selmayê. Ji ber vê eşq û evîna xwe, di sih saliya xwe de dest bi helbestan dike û ne tenê di nava Kurdan de li cîhanê dibe helbestvanekî bijare. Bi rastî jî Mela di helbestvaniya xwe de ji Mewlana û Şîrazî û Goethe ne kêmtir e. Heta vê yekê ew bi xwe jî di helbesta xwe ya li jêr de wiha diyar dike:
(Ger lu’lu yê mensûr ji nezmê dixwazî
Wer şi’rê melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet.)
$Evîn’ li hêmanên bingehîn zêde dike$
Felsefeya Mela: Feylesofê Yewnan Thales, weke hêmana bingehîn rahiştiye avê, Anaximenes wek hewayê rahiştiyê, Herakleitos weke agir pê daketiye, Empedokles çar hêmanan tîne ba hev û weke av, ax, agir û hewayê radihêje wan. Lê Melayê Cizîrî li van hêmanan yeke din jî zêde dike û dibêje “evîn” jî yek ji hêmanên bingehîn e. Gava ev çar hêman mirovan berdin jî, evîn mirovan bernade û her û her bi wan re dimîne.
$Weke şebçiraxekî her pêxistiye$
Lê paşê ev eşq û evîn ji hev qetiyan û li giyanber û negiyanberan belav bûn. Ev eşq û evîn ket axa welatan, lewma mirov ji welatên xwe hez dikin, ket rûyê jinan, lewma mirov ji wan hez dikin, ket dêr û kenîşteyan, lewma mirov diçin dêr û kenîşteyan. Li gorî Seydayê Cizîrî, di nava olan de cudatî tineye, hemû yek in. Lewra hemû ji rihekê tên û dîsa diçin derekê. Ew der jî hizûra Xwedê ye. Mirov dikare bêjê Mela him bi helbestvaniya xwe, him jî bi bîr û ramanên xwe, digel ew qas salên bihurî hê jî wekî şebçiraxekê di dilê Kurdistanê de pêxistî ye. Şewqa welatperwerî û dildariya wî hê jî rêya Kurdan ronî dike. -Ozgurpolitika
[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,247 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | ronahi.net
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 27
زمانی بابەت: Kurmancî
پۆلێنی ناوەڕۆک: پۆلێننەکراو
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
وەرگێڕدراو لە زمانی: کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( کاکۆ پیران )ەوە لە: 09-01-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 09-01-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 09-01-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,247 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.176 KB 09-01-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.375 چرکە!