Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,982
Wêne
  123,443
Pirtûk PDF
  22,047
Faylên peywendîdar
  124,888
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,831
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,299
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,649
عربي - Arabic 
43,528
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,431
فارسی - Farsi 
15,543
English - English 
8,500
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,022
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,570
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,481
Enfalkirî 
4,733
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,227
PDF 
34,615
MP4 
3,812
IMG 
232,587
∑   Hemû bi hev re 
272,241
Lêgerîna naverokê
Mehabad Qeredaxî û sê demsalên jiyanê - Beşa Duyem
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mehabad Qeredaxî û sê demsalên jiyanê
Mehabad Qeredaxî û sê demsalên jiyanê
#Mehabad# Qeredaxî û sê demsalên jiyanê - Beşa Duyem
Leyla Salhî

Nivîser bi çêkirina rewşek efsûnî kesayetiyek behs kiriye ku, nûnera jinan e. Jineke ku wê bi şûr ji derbasbûyî veqetandiye û li ronahiyê di dema niha ya gerstêrkek din de tevdigere.
Kurdshop – Pirtûka “Azadkirina Dîrokê” jî weke berê bi awayek tijî û zelal behs kiriye û arîşeyên jina Kurd lêkolîn kiriye û lêkolînek baş e ku 18 salan beriya niha hatiye çapkirin.
Roman helbesta bi navê “Evîn ava jiyanê”ye jî her li ser vê hêla hizirkirinê hatiye darêjtin. Wirda tenê îşaret bi pêşgotina vê dikim û gotinên zêdetir bo demek din radigrim.
Ev pirtûka bi awayeke nefireh destpê dike:
Cih: Oranûs
Dem: Hemû demî hizir li te dikim
Name: Hejmara Hezar û Yek
Bi navê mezin û dilovan ê te
Rizamend can! Tevî kûrtirîn maçan
Ya di destpêka namêyê de ye, ku vebêj di destpêka behskirinekê de ye, xwandevan li ser navê nivîsa vê pêka gazîkirinê digehîjê. Ev destpêk û pêşgotina vê namêyê, beşa yekem an bi nerîna romana helbestekê ye ku hundir de ye, rewşa destpêk û kesayetiyên mebest, di vê hûrgiliyên behskirina di vê nameyê de dide naskirin.
Vegotin her di destpêkê de, li rêyeke dijwar ku encama vê bûye penaberbûn bo gerdûna Oranûsê. Ew dinivîse ku ew li wir li dibistana Hetawê mijûlî mamostatiyê ye. Paşê ew bi zimaneke helbestî behsa cih dike: “Li ser wê gerstêrkê zimanê ronahiyê fermî ye – ez û notên canê min jî ronî dibin û ziman digrim.’’
Ew danasîna mekan ji bo danberheva bi cihê ku jin lê vebêjiyê dikin e; Yanî Xezal, berê li wir dijiya. Cihê ku jê re erd tê gotin. Li ser vê yekê ji ber danîna kêlega hevdu ya du jîngehan, du gerstêrkan, du cure jiyan; Yanî jiyana erdê ya berê û jiyana Oranûsê ya îro rê li ber nîqaşeke nû vedike. Li her du cîhan ew di dibistaneke bi navê Hetawê de ye, lê danaberheva wan herduyan hêdî hêdî rewşa serdest a li ser her yek ji van bo xwandevanan zelal dike.
Dibistana Hetawê ya erdê bi zimanê vegotinê ve der dikeve: “Navê cihekê, dibistanek an enstîtuya ku dersxanên wê ronahî ji wan nade, tenê klîşeyek e, bê can û bê bingeh e. Ew avahiyek bigumane.
Dibistana Hetawê ya li wir, bingeha wê bi heriya evînê ava bûye, qaîdeyên wê bi zimanê ronahiyê hatine nivîsandin, li ser esas, qaîde û rêzimana evînê hatiye avakirin. Di jîngeha yekem de jiyan û laş û ev her tişta baş ku eşkere keşif dike di bin ronahiya cihê jiyanê de nebûye, belkû cihê tarî bûye û ev bi zivirîn bo nav hundirê xwe de û eynika derûnî û xwedayê di nav laşê xwe de, tiştên ciwan peyda dike û her di vê rê de jî, ku berdengê vê nameyê ye, ango rizamendiyê peyda dike. Ev zivirîna bo hundir e, cem vebêj nûnera evînê ye û dibe sedemê heskirinê. Heskirinek ku ji bîr çûna wê tine ye.
Nivîskar bi afirandina rewşek efsûnî ku kesayetiyekê behs dike ku nûnera jinan e. Jineke ku wê bi şûr ji derbehsiyê veqetandiye û li ronahiyê di dema niha ya gerstêrkek din de tevdigere..
Vebêjer, bi zimanê gerstêrka nû û bi pêkhateya Hetawê, dixwaze nameyeke netemam ku berê nivîsandiye û nîvçe maye biqedîne. Dinivîse û nav û nîşana gerstêrka sor a erdê dide û ji hatina wê ne bawer e.
Ji xeynî kesayetiya vebêjer xezal û rezamendî, dengê vebêjer, di heman nameya netemam de kesayetiyeke din jî dide naskirin. Ev jî sêvek e. Sêv li gerstêrka Vênusê ne. Ji wir peyamê bo vebêjer dişîne. Di peyamê de wiha kesayetiyan nîşan dideSpas bo lênihêrînên razî ku ewqas bi tam û bi heyecan di awirên nav çavên nerm û germ ên te de, hatim afirandin.
“Sêv” encama tevlîheviya awira vebêj û dengê wê ye. Encama evînê. Xerîbiya evînê ya duduyan dîrokî ye ku niha li ser Vênûsê dijî. Ew li zanîngeheke li Vênûs di para endezyariya gerdûnê de dixwîne. Sêv jî ya erdê bûye û bi awayek ecêb gihîştiye wir”.
Sêv, mamoste û xwendekarên wê dixwazin şiklê gerstêrka erdê biguherînin. Ew li ser vê baweriyê ne ku ger erd ne girover bûya, dê ev hemû lîstik pê nehatina kirin. Ev yek di vê beşê de vebêjer weke girêkekê dihêle û sedemê eşkere nake û datîne heya dema ku ger bi sêvê re rûştin ji devê wê ve vebêje.
Berdewamiya namê/vegotinê, temsîlkirina cih û dema rezamendiyê ye. Vebêjer behsa pirsgirêkên jiyana nû û mirovê hevçerx dike. Behs ji pirsgirêka zêdebûna hejmara rûniştiyên ser erdê dike. Ew pîşesaziya bê lixaw, bestênê dide li hember tîrên îtirazê. Ji navçûna jîngehê tîne ber behsê. Di vegotina wê de qala kompaniya, cîhana kapîtalîst, kêmbûna hestan û mekanîzekirina jiyanê dike. Jiyanek ku berhema vê mirovên nîv zindî û nîv mirî ne. Kompaniya çêkirina mirovan berdewam dike. “Organa sêkis a jin û zilam bûne ev makîneyên wê kompaniyayê û berhemên wê zarok in. Zarokên nîv mirî û nîv zindî. Bi taybet li wan kertên ku erd û evîn qedexe ye û maç li xaç dixe û ev rewşa han xibartir e û …hwd”.
Di vê beşê de vebêjer jiyana modern û diyardeyên wê yên xuya ji baranê dipirs e. Ev diyardeyên ku bandor li ser aliyê ruhî yên mirov kiriye û mirovek hêdî û pasîf berhem aniye.
Di heqîqetê de ev hemû kom bûye ser hev ku vebêjer wir jî, wate li ser erdê û bi pênûsê de hatiye û jêra nehatiye kuştin û niha li cih û demeke din de; Wate di hezareyeke din û gerdûneke din de, li pey hînbûna zimanê ronahî û rêzimana nû ya evînê ye, hewla temam kirina vê nameyê dide.
Di gerdûn û hezareya berê de nekariye nameyê bigihîjine destê heskiriya xwe, ji ber wisa xuya ye wir name nagihîjin. Armanca wê wirda bê zerf û paket û post, bê tirs û nebûna winda kirin û bi vekirî û bi alîkariya Kotrekê ango kevokekî ve bişîne. Kotrek ku xwîna vê spî ye, wek berfa daristanê. Xuya ye her yek ji wan nîşanan dibe bi awayek hûr li ser bê axavtin.
Ya ku di vê beşa behskirinê de tê xwandin, ev yeka ye ku behskirin bi şêwaza jiyaneke din e, bajarek armanc a din, dûr li pêwendiyên bavên cîhana modern, bûye xeyala vebêjer.
Lê, tevî vê yekê jî, efsûna xakê û hizra borî, erdê kêm endam jî dike. Zivirîn bo derbaziya dûr a vebêjer, di vê beşê de armanc ew e. Zivirîn û behskirina hevdem. Behskirina romantîkî ya serdema zarokatî û xewnên wê. Vebêjer bi rû kirina xewnên zarokatiyê, bo tevlîbûn bi cîhana ba, bo baskekê bo firîna ber bi bê sînûriyê lezê dike û demê dixe bi tevgerê. Fantaziya zarokaniyê, sînûr şikandine dahênan jî li hundir de heye. Di cîhanekê de ku berdewam sînûr û astengî diguherin, ji dayîk dibin û bejnê bilind dikin, wirda digel behskirinê, heta cem Xweda diçî.
Ew têkiliya xwe ya bi xwedê re vedibêje. Têkiliya xwe ya bi bêsînorî re û di encamê de bi behskirina rewşa dibistanê ku nîşaneke li damezraveyên serdema nû, behs li kuştina xewnên xwe dike. Ev beşa ku bi tevahî digel beşên din yekgirtî kiriye û tama taybet a xwe heye, hevdem rexneke micid û kurte jî li sîstema perwerdehiya xesandî ku xewn û xeyalên zarokan hundir de dibin bi perperokên destê reşe bayên demsala Payîzê. Ev şêwaza çav lêkirinê gelek weke çav lêkirina “Sohrab Sipêhrî”ye di pirtûka “Hodeya şîn” de ku terxankiriye bo rexnekirina sîstema perwerdehiya xerab a Îranê, lewma ji vê mijarê dûr nebim tenê çend hevokan jê behs dikim “li her tiştî nexweştir zengila dibisitanê bû. Ti carî Jûlît Adam bi qasî min ji vê dengê dojeha demê azar nedîtibû. Ev denga xelaya min ra dikir. Hesta min parçe dikir. Ez li heyecana xweşiyê bê par dikirim û min ew di tûrikê dibistanê de vedişart”.
Her di vê beşê de, vebêjer berbesta malbat û civakê ji xwe re behs dike. Wate bi tîrekê du nîşanan dipêke. Hem rewşa perwedehiyê û hem rewşa keçekê di fezaya dibistanê û malbat û rêya dibistanê de behs dike. “Pêkenîn qedexe bû. Ne ku her di dibistanê de, heta li rêya dibistanê de jî. Diya min digot keça min li rêyan de salar û giran be. Tu keçî. Pê nekenî û ... hwd”
Lê, xeyal û xewnên wê jî bi berdewamî di hundirê wê de pirsgirêkên wê cem wê zeqtir û zelaltir kirine. “Xweda tiştek din ji min ra digot: Digot pêkenîn wek firînê ye. Pêkenîn zimanê can e û … hwd” diya min di navbera Xweda û wan de hilbijêrim. Di destpêkê de vebêjer bijardeya yekem wek çarenivîsa xwe dest nîşan dike. Bijardeyek ku nîşana wê berrû (maske) û xwe veşartin e. Hem xwe veşartina formalîte û hem dizîna hest û gotinên dil û derûn in.
Dawî rawestgeha wê pêşgotin û behskirina vebêjer, di destpêka romana helbesta “Evîn ava jiyanê”ye bi behskirina yaxîbûna jinê ye, ku vebêja wê nameyê dawî dibe. Jinek yaxî ji yasa û zagon û bi maskeyan.
“Di encamê de min ya dilê xwe kir. Rojekê li ber çavên hemûyan min xwe tazî kir. Ev kincên ku bavê min ji min ra kirîbûn û diya min li min kiribûn, min derxistin û avêtin. Maskeya xwe girt û li erdê xist û hûr û hûr kir û … hwd. Ji vê demê şûnda ez îhsas dikim ku xwedayê hundir, ji min raziye. Piştî vê hilbijartinê êdî şad dibûm û pê dikeniyam û dema ku xemgîn dibûm digiriyam”.
Piştî wê nameyê beşa yekem a roman helbestê destpê dike. Nivîsînek ku li sê salên hevdîtin û sê rawestgehên hevdîtinekê pêk hatiye.
Çavkanî:
Qeredaxî, Mehabad (2003) Dîroka Azadî, Lêkolîn li ser Pirsgirêkên Jinan, Silêmanî Serdem
Qeredaxî, Mehabad (2005) Salek li dojehê, Hewlêr: Aras
Qeredaxî, Mehabad (2004) Evîn ava jiyanê ye, Stockholm
Spêhrî, Sohrab (2011) Otaqa Abî, Tehran: Sirûş
Resûl, Şukriye (2016) Romannivîsê hemû tiştî dizane, Behs News
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 478 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/- 13-04-2024
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 30-04-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 13-04-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-04-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-04-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 478 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.126 KB 13-04-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.297 çirke!