کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,389
وێنە
  124,206
پەرتووک PDF
  22,105
فایلی پەیوەندیدار
  126,121
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,126
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,006
وێنە و پێناس 
9,467
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,997
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,182
شوێنەوار و کۆنینە 
780
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,055
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,159
شەهیدان 
11,970
کۆمەڵکوژی 
11,388
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,630
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,638
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
909
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   تێکڕا 
274,453
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Kurdên Azirbêcanê- Beşa (2)
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
مێگا-داتای کوردیپێدیا، یارمەتیدەرێکی باشە بۆ بڕیارە کۆمەڵایەتی، سیاسی و نەتەوەییەکان.. داتا بڕیاردەرە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kurdên Azirbêcanê- Beşa (2)
Kurdên Azirbêcanê- Beşa (2)
Kurdên Azirbêcanê- Beşa (2)
Amadekar û werger: #Têmûrê Xelîl#
Di salên Perestroykayê (Daçêkirinê) û, xwesma, di salên piştî wê da pirsa derheqa hal û demên kurdên li Komara Sovyetî ya Sosîyalîst (KSS) Azirbêcanê ji alîyê dîrokzana, êtnografa, rojnamevana û mexlûqetzana da, him li Yekîtîya Sovyet, him jî li welatên din bû têma minaqeşekirinê. Hewaskarîya ewqasî mezin hindava bext û qedera kurdên Azirbêcanê da bi çi va girêdayî bû? Kurdên Sovêtîyê, ku li vî welatî ji miletên kêmjimar bûn û perçekî miletê kurdî pirmîlyonê bûn, di kontêksta himberîhevkirina rewşa wan bi rewşa giran ya birayên wan li Kurdistanê, bala pêşekzana dikişand. Lê di goveka (çarçova) wê hewaskarîyê da pirseke giring jî hate holê: ferq û cudatîyên mezin di navbera kurdên Azirbêcanê û kurdên Sovêtîyê yên mayîn da (ji bo nimûne, Ermenîstanê û Gurcistanê). Û tiştê herî ecêbmayînê jî ew e, ku gilî derheqa wargê êtno-sîyasî yê yekgirtî - welatê Sovêtîyê da ne. Li Azirbêcanê di nav demeke kurt da sîyaseta bi destî zorê asîmîlekirina gelê kurd hate pêkanînê, ku ji kurdên Sovêtîyê yên here pirjimar bûn. Ew yek çawa qewimî, çi faktorên guhêrandina strûktûra dêmografîyê li herêma ku kurd li wir ser hev dijîyan û çi firsendên sîyasî hatine bikaranînê bona pêkanîna wê armancê?
Bingeha bona bi obyêktîvî ronahîkirina ewê pirsê dikarin îzbatîyên dîrokî û malûmatîyên statîstîkîyê yên fermî bin. Em ser da zêde bikin, ku bona ronahîkirina van pirsa him fikrên komên Azirbêcanê yên fermî û piştovanên wan derheqa bi rezadilî asîmîlebûna kurda û him testîqkirinên çend xwedînivîsên (avtor) kurd derheqa Qeza Kurdistanê ya otonom û hela Komara Kurda ya otonom di teşkîla Azirbêcanê da, ku çend weşana da derketine, fikrên pûç û bê bingeh in.
Bona zelalkirina dêmê vê pirsa ku em li ser disekinin, em berê xwe bidne çend îzbatî û malûmatîyên azirîyan. Anegorî hesabkirina binecîya ya sala 1921ê tenê li gundên KSS Azirbêcanê da jimara kurda 32.780 merî bûn. (Binhêre: Şirovekirina karkirina Komîsarîyata Sovêtîyê ya Gel ya KPSSF (Komarên Pişkavkazê yên Sovyetîye Sosîyalîstîye Fêdêratîv), Tîflîs, s. 1923, rûpel 16). Di sala 1926a jimara kurda li Azirbêcanê weke 41 hezara bû (1,8% binecîyên komarê). (Binhêre: K. M. Mamêdov, Jimara binecîyên KSS Azirbêcanê di nav 60 salan da, Bekû, s. 1982, rûpel 55). Giring e bidne kivşkirinê, ku kurdên KSS Ermenîstanê û KSS Gurcistanê (xwesma êzdî) di sedsalên 19a û 20î ji dest zordestîya Tirkîyê mihacirî wira bûne, lê kurdên Azirbêcanê ji demên buhurî da li ser axa kal û bava dijîtin. Xuya ye gilî derheqa sedsalên 10 û 11an, dema hukumdarîya mîrîtîya kurda ya Şeddadîya da ne, ku temamîya wê herêmê bin bandûra wê da bû. Gerekê bê gotinê, ku hetanî nîveka sedsala 20î kurdên Azirbêcanê di jîyana komarê ya mexlûqetîyê-sîyasî da xwedîyê çend mafên miletîyê bûn.
Di meha tîrmehê sala 1923a li Azirbêcanê di eynî demê da Devera Otonom ya Qerebaxê û Herêma Kurdistanê hatine teşkîlkirinê. Bin destê me da îzbatî tunene derheqa statuya Herêma Kurdistanê da wek yekîtîyeke miletî-dewletî ya otonom. Lê dîsa jî ew yek giringîya pirsa qedera kurdên Azirbêcanê danaxîne. Gelekî giring e bidne ber hesêb, ku ew herêma ku dihate binavkirinê wek Herêma Kurdistanê, cîyê bi kompakt jîyana kurda bû, ku di navê wê da jî xuya dibe û, ya duda, di salên dîwana Sovêtîyê yên pêşin da sîyaseta dewletê ya derbarê hesabkirin jimara miletên Yekîtîya Sovêtîyê yên kêmjimar û pêşdabirina kûltûra wan, li ser kurdên Azirbêcanê jî derbaz dibû. Tiştekî balkêş e, ku V. Î. Lênîn bi xwe guh daye ser rewşa binecîyên kurd ya xirab li wê herêmê. Ewî di têlêgrama xwe ya ser navê serokê Şêwra Komîsarîyata Gelî ya Azirbêcanê N. Narîmanov nivîsîye: ...gorîkirina 40 mîlyon pere ji bo birçîyên Povoljîyayê û Kurdistanê - îzbatîya wê yekê ya here baş e, ku em hazirin bin ala Înternasîyonala Sor da bimeşin. Serokê Şêwra Komîsarîyata Gelî ya Komarên Rûsîyayê yên Sovêtîêye Sosîyalîstîye Fêdêratîv Lênîn. (V. Î. Lênîn, Berevoka efrandina, çapa 3a, cild 4, rûpel 100).
Lê vira pirseke nazik hebû, ku taybetîya rewşa kurdên kêmjimar dianî ber çava. Kurdên Sovêtîyê, ku beşeke gelê kurdî perçekirî bûn, hema bêje hertim tesîra rewşa sîyasî ya herêma ku kurd lê diman (Kurdistanê) ser xwe texmîn dikirin. Em bîr bînin, ku ew dema em li ser disekinin da, pirsa kurda li Tirkîyê gelek berk bû. Tiştekî eyan e, ku di destpêka salên 20î kemalîsta li Tirkîyê gelekî aktîv bi serokatîya kurda ra diketine nava pêwendîya bona xwe ji şertên Peymana Sevrê xilaz bikin, ya ku riya serxwebûna kurda vedikir. Pêşî kemalîsta derheqa wekehevtîya sîyasî ya kurda û tirka da elam kirin, hela behsa otonomîya bona kurda jî kirin. Lê piştî Peymana Lozanê (sala 1923a), ku şertên Peymana Sevrê binax kir, kemalîsta di sîyaseta xwe ya derheqa pirsa kurda da berê xwe guhastin û li soz û qirarên xwe xwedî derneketin. Nerazîbûna kurda bi wê sîyasetê ra warguhêzî serhildanê bû, ku sala 1925a bi serokatîya Şêx Sehîd destpê bû. Kemalîsta ku serhildana kurda di nava xwînê da mewicandin, elam kirin, ku Tirkîyê da ne kurd hene, ne jî pirsa kurda heye. Evê yekê tesîr li ser rewşa kurdên Azirbêcanê kir. Du faktora alî wê yekê kirin: ya pêşin, hukumata Sovêtîyê di nav pêwendîyên baş da bû bi kemalîsta ra û zanibû ku ew mafên ku Sovyetê daye kurda, ne bi dilê wan e û ne dixwest xatirê wan keve, ji ber ku kurdên birayên wan li Tirkîyê ji hemû mafa hatine mehrûmkirinê. Ya duda: Tirkîye nû ketibû heyra bext û qedera Azirbêcanê da, ku bi êtnîkî ji xwîn-qinêtekê bûn. Em wê jî bêjin, ku ewê yekê di hucetên axê yên di navbera Azirbêcanê û Ermenîstanê da rola xwe lîst û wî alî da azirî karê ketin.
Fikrên jorgotî wê pirsê ji me ra zelal dike, ku çima serokên Azirbêcanê bi rû va xwe li riya prînsîpên întêrnasîyonalîzmê girtibûn, lê di rastîyê da di pirsa kurda da sîyaseta bi dilê Tirkîyê bi kar dianîn. Dîwana Azirbêcanê du pirsdanîn danîbûn pêşîya xwe bona di pirsa kurda da biserkeve: a) seba xatirê Tirkîyê xwe ji otonomîya kurda xilas bike û navê Kurdistan ji holê rake, ku li Tirkîyê hatîye qedexekirin; b) careke mayîn vegere li ser sîyaseta xwe ya hindava kurdên kêmjimar da, usa, ku bere-bere wana bihelîne û asîmîle bike. Bona pêkanîna ewê pirsdanînê, faktora îslamê jî dihate bikaranînê, û di şertên kûltûra sîyasî ya nimiz û xwefemdarîya miletîyê ya nekamilbûyî da, dîn ser miletîyê ra bû. (Em bikine bîra we, ku kemalîsta li Lozanê bi saya serê yekîtîya dînî ya tirka û kurda kurda ji nav lîsta miletên Tirkîyê yên kêmjimar derxistin). Temamîya wan pirsa, ku qedera gelê kurd li Azirbêcanê va girêdayî bû, tam diketine nava wî qalibî.
Serokatîya komara Azirbêcanê sala 1930î navê Herêma Kurdistanê guhart û kir Navça Kurdistanê. Lê hema di wê salê da ew navça miletîyê jî ji holê rakirin û bi wê yekê va bingehê sîyaseta asîmîlekirina kurda, pêpeskirina (binpêkirin) mafên wan yên miletîyê hate danînê.
Eserên ewê sîyasetê bi awakî ferih (zelal) di malûmatîyên statîstîkîyê yên derheqa kurdên Azirbêcanê da xuya dibin. Li Azirbêcanê jimara azirîya her zêde dibû, lê ya kurda kêm dibû. Ji bo nimûnê, sala 1926a jimara kurda 41 hezar bû, ku dikire 1,8 % hemû binecîyên komarê, sala 1939a jimara kurda serhevdu bû 6 hezar (0,2%), sala 1959a - 1,5 hezar, sala 1970î - 5,5 hezar (0,1%), Piştî hesabkirina binecîya ya sala 1979a hate elamkirinê, ku li Azirbêcanê kurd tunene. Bona himberîhevkirinê em bidne kivşê, ku jimara kurda li komarên cînarên Azirbêcanê - Ermenîstanê û Gurcistanê ji nîveka salên 20î, ku me derheqa wê da li jorê got, 3,5-4 cara zêde bûye. Ev malûmatîyên statîstîkîyê yên fermî îzbatîyên here berbiçav in. Em wê jî bêjin, ku piranîya kurdên Azirbêcanê li gunda diman û gelek zaro dianîn. Eger em hesabeke sade bikin, em dikarin bêjin, ku niha li Azirbêcanê dikaribû 350-400 hezarî nekêmtir kurd hebûna.
Pirsa derheqa mafên kurda yên miletîyê da li vira bi cûrê xwe hel kirin: kurd tunene, tê wê manê, ku derheqa mafên wan da nikare tu xeberdan hebe. Xudanê evê gotarê ji çend azirîyên bi qulixa bilind û zanyara şirovekirinên ecêb bihîstîye derheqa betavebûna kurda li wê komerê da. Ewana, bi gotina wan, bi daxaza dilê xwe asîmîle bûne. (Em bêjin, ku di hinek şerta da asîmîlebûna wî awahî diqewime. Lê çi ku derheqa asîmîlebûna rezadil da ne, ew têrmîneke berxwederxistî ye û bona wê ye, ku ewê yekê efû bikin, çi ku anîne serê kurda).
Bona kurda şertekî pêşketina di nav qulixa xwe da ew bû, ku bêje ez azirî me. Bûbû qanûn, ku bona karekî baş bidne te, an jî bona sitendina navê doktorîyê û yên mayîn, kurd gelek cara mecbûr bûn di nasnameyên xwe da ber navê miletî xwe azirî binivîsin. Ev sîyaseta hindava kurda da ya miletçîyên azirî tenê bi van îzbatîya va kuta nabe. Ew sîyaset ya pirplan bû. Em çend îzbatî û nimûneyên mayîn bînin:
Di nîveka salên 60î beşa kurdzanîyê ya Înstîtuta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya KSS Azirbêcanê hate dadanê, ew jî wê demê, gava problêmên lêgerîn û lêkolînan pir bûn. Di wan deman da destpêkirî hemû zanyarên kurd yên bi nav û deng, sîyasetmedar û şoreşger, Mêrxasên Yekîtîya Sovêtîyê û Mêrxasên xebata sosîyalîstîyê kirin azirî. Em dikarin gelek nimûneyên feşkirina dîroka kurda ya berê bînin. Nimûneyeke balkêş - Çîngîz Îldirim e. Ew şoreşgerê kurd yê bi nav û deng di dokûmêntên xwe yên partîyayê da û di nameyên ku ji serokên dewleta Sovêtîyê S. Kîrov û S. Orconîkîdzê ra şandine, gelek cara bi sebebên cihê-cihê li kurdîtîya xwe xwedî derketîye. Lê dîsa jî azirî wî azirî dihesibînin. (Binhêre: Polonskî L., Çîngîz Îldirim, Bekû, s. 1986, rûpel 233, 240, 247, 273 û yên mayîn).
Şair û xunedarê kurd yê bi nav û deng di sedsala 17a da, ronahîdarê îdeya kurda ya miletîyê Ahmedê Xanî, ku efrandinên xwe bi kurdî nivîsîne û tu xetek bi tirkî ne nivîsîye, azirîkî bi paşnavê Huseynov wî nav kirîye wek şairê kurda-tirka. (Binhêre: A. A. Huseynov, Jîyan û mêrxasî, Moskva, s. 1987).
Di pirtûka akadêmîk Z. Bûnîyatov ya bi sernavê Hukumdarên jin yên rohilata musulmanîyê da malbetên kurda yên Şikakî, Rûzakî (Rojkî) û yên mayîn, ku malbetên bi nav û deng in û şika tu pêşekzana tuneye ku ew kurd in, ser azirîya hatine hesibandinê. Tiştekî balkêş e, ku dîrokzan-tirkzanên azirî bi hemû pirsên dîrok û aborîya Tirkîya nû û kevin va mijûl dibin, xênji pirsekê - pirsa kurda. Hewaskar e bidne kivşkirinê, ku di çend kovarên welatên dereke da (yên kurdî û înglîsî) yekşivêtîya (minanîhevbûn, hevşibandin) rewşa kurdên Azirbêcanê û Tirkîyê tê ber çava, ji ber ku kûrsa sîyasî yek e.
Dawîyê em dixwezin guhdarîya xwendevana daynine ser ecêbeke giran, ku pirsa me va girêdayî ye. Herêma Kurdistanê (dû ra bû navçe) ji holê hate rakirinê, lê rojnama ku organa wê bû -Sovêtskîy Kûrdîstan (Kurdistana Sovêtîyê), heta dawîya salên 50î jî derdiket.
[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,244 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://xelat.org/ 25-12-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 12
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 22-10-2023 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: مێژوو
پۆلێنی ناوەڕۆک: دۆزی کورد
جۆری دۆکومێنت: وەرگێڕدراو
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
فۆڵدەرەکان: کوردانی تاراوگە
وڵات - هەرێم: کوردستانی (سوور)
وڵات - هەرێم: ئازەربایجان
وەرگێڕدراو لە زمانی: ڕووسی
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 25-12-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 26-12-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕۆژگار کەرکووکی )ەوە لە: 03-07-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,244 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.375 چرکە!