کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  582,225
وێنە
  123,333
پەرتووک PDF
  22,032
فایلی پەیوەندیدار
  124,486
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,699
شوێنەکان 
17,016
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,520
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
879
وێنە و پێناس 
9,457
کارە هونەرییەکان 
1,399
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,919
نەخشەکان 
233
ناوی کوردی 
2,816
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,185
شوێنەوار و کۆنینە 
728
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,024
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,577
کورتەباس 
22,087
شەهیدان 
11,881
کۆمەڵکوژی 
11,361
بەڵگەنامەکان 
8,710
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
240
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,058
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,635
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
885
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
6
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   تێکڕا 
271,560
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
DI SEDSELA NUZDEH DE WERGERÊN KURMANCÎ
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
مێگا-داتای کوردیپێدیا، یارمەتیدەرێکی باشە بۆ بڕیارە کۆمەڵایەتی، سیاسی و نەتەوەییەکان.. داتا بڕیاردەرە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kevîntîrîn Wergera Kurdî
Kevîntîrîn Wergera Kurdî
DI SEDSELA NUZDEH DE WERGERÊN KURMANCÎ

1-Încîla Kurdî(1856)
Kevntirîn wergera kurdî nîşana wê yekê ye, lewre, yekem kitêba bo kurdî hatî wergêran, Încîlek e, Încîla Matthew ku sala 1856ê bi elifbêya ermenî li Stembolê hatiye belavkirin.[ Dehqan (2009) sala çapkirina wê Încîlê wek 1965 dide, lê li ser nusxeya eslî ya kitêbê wek 1957 hatiye.] Mîsyonerên mesîhî yên ermenî ev kitêba ku di heman demê de yekemîn kitêba kurdî ya çapkirî ye, ji zimanê yûnanî wergêrane.
=KTML_Bold=Kevîntîrîn Wergera Kurdî=KTML_End=
Herwiha, sala 1891ê, dîsa Încîl û mezmurên wê, bi wergêrana çend keşeyên ermenî hatine belavkirin[Ji bo nirxandineke Încîla bi elifbêya ermenî ya bi kurdî, bnr. B. W. Stead, ‘Kurdistan for Christ’, The Moslem
World, 10,3 (1920), rp. 247. Herwiha bnr. K. J. Thomas, [Translations of the Bible into] Kurdish;Encyclopaedia Iranica IV (1990), rp. 214.]
Malmîsanij (2006:18) diyar dike ku di navbera 1856 û 1923yê de sercem 7 wergerên Încîlê bi kurdî hatibûne çapkirin, hemû jî ji layê Ermenî û mîsyonerên rojavayî ve. Ev Încîl ji aliyê saziyên mîsyonerên mesîhî ve bi hevkariya digel Kurdan dihatine wergêran û çapkirin, û armanc jê ew bû ew ermeniyên ku di nav Kurdan de bere bere bi zimanê kurdî emel dikirin îstifadê jê bibînin û ji ser dînê xwe neçin; herwiha, vegerandina Kurdên musulman bo ser dînê xrîstiyaniyê jî armanca wan wergeran bû (1).
Ev beşa Încîlê ji aliyê vaîzekî Ermenî Stepan ve li bajarê Xanî ya Tirkiyê [li Diyarbekir] bo Kurmancî tê wergerandin û ji aliyê British and Foreign Bible Society ve tê çapkirin. Ev pirtûk di heman demê de yekem nimuneya pirtûka kurdî ya çapbûyî ye û 112 rûpel e. ”Ev werger ne ji bona Kurdan bû, ji bona Ermeniyên [li wê herêmê, Kurdîstanê] bû ku bi kurdî diaxaftin û jixwe ji aliyê Ermeniyan ve hatiye wergerandin û weşandin. Sala paşîn yanê di sala 1857an de vê carê herçar beşên încîlê jî tên çap kirin. Ev Încîla jî wekî ya beriya xwe dîsa ji aliyê Stepan ve tê wergerandin yan jî bi gotineke din Stepan her sê beşên mayî jî li ser temam dike û vê carê bi awayekî tekûztir çap dike; 398 rûpel e, destpêka wê tune ye û hema rasterast dikeve nav mijarê. Li gorî agahiyên Ferhad Pîrbal dide, rûpelên pirtûkê hatine nimrokirin. Herwiha Pîrbal taybetiyeke din ya vê wergerê diyar dike ku ev Încîla ji bo dîroka wergera zimannasiyî ya danberhevî (comparative linguistic translation) girîng e. Di heman demê de di qadên termînolojî, sentaks, û morfolojiyê de jî xebateke girîng e(2).
Osmanlı döneminde Ermeniler ve batılı misyonerler incil’in Kürtçe birkaç çevirisini yayımladılar. 1856-1911 döneminde İstanbul’da en az beş Kürtçe incil ve bir kürtçe alfabe kitabı Ermeni hafleriyle yayımlandı. 1922 ve 1923′ te ise incil’in iki kürtçe çevirisi Arap harfleriyle yayımlandı(3).
(3)
=KTML_Bold==KTML_Bold==KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End==KTML_End==KTML_End=
1-Werger û wergêran di kurmanciyê de: paşxane û hindek pirsên îroyî
Ergin Öpengin
2-Teza Lîsansa Bilind WERGER WEK KIRINEKE ÇANDÎ
-Li Ser Riyên Ji Wergernasiyê Ber Bi Kurdolojiyê Ve- Ziyattin YILDIRIMÇAKAR
3-Malmisanij, kürtçe kitap yayımcılıgının dünü ve bugünü
2-Wergera şerefname(1858-1859)
Destnivîsekî Şerefnameyê
Dîsa yek ji wergerên pêşî yên kurdî ji destê Mela Mehmûdê Bayezîdî, di salên 1858-59an de hat. Wî pişkek ji kitêba Şerefnameya Sherefxanê Bedlîsî, bi serenavê “Tevarîxî qedîmî Kurdistan” ji farsiyê wergêra kurmanciyê. Ev berhem yekemîn wergera kurdî ye ku gihiştîye destê me. Hinkes ji bo vî wergerê ” Mele Mehmûdê Bazidî” dixin babê wergera kurdî .
Pêşgotina Wergera Bayezîdî ji Şerefnameyê re
Hemdê bê hed û pesnê bê ´eded ji boy Xwedê yê bê heval. Û selat û selamêd bê hijmar li zatê resûlê muxtar.
=KTML_Bold=Emma be’d:=KTML_End=
Paşî sena û selewatan, me’lûm bibitin li nik zewatêd xoy irfanan, ko kaffeê tewayif û milelêd borî her yekî cuda cuda tewarîx û menşûr heseb û neseb heyîn, îlla ku tayifeyêd Kurdan heta tarîxa hezarê hicretê ewan tewayifêd Ekradiye bi xoser tewarîx tunebûne. Belkû be’zen ehwalêd wan di nêv tewarîxêd mayî da mezkûr bûn. Îcarê di tarîxa hezarê danî ji hakim û xanêd Bedlîsê qedîm e, mîr Şeref nav zatekî qewî kamil û fazil peyda bûyî. Îcarê ewî mîr Şerefî bi zimanê Farisî Şerefname nav kitêbek der heq-i mulûk û umera û cumleê tewayifê mewcûde ê biladê Rûm û Serhedan û mulkê Îraniye tesnîf kiriye û ew kitab Şerefname, qewî nadir bi dest dikeve, belkû di cumleê Kurdistanê da du ya sê nusxe peyda dibin û hezar qurûşî zêde qîmet dike. Lakin ew Şerefname bi zimanê Farisî
ye. Icarê bi istida û xwaheş û himmeta Misyo Jabayî ji zimanê Farisî eynen eynen bi zimanê Kurmancî hatiye tercemekirîn, Xwedê teala itmamê rast bîne û husn û tewfiqê ihsan bike, amin. Tarîxa tercemeyê di sala hicretê waqi` bûye 127514. (Adat û Rusûmetnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bazidî, Lêkolîn :Jan Dost, Per 213)
14. Ev tarîx li gor salnameya koçî ye, ew beramberî 1859ê zayînî ye.
Mela Mehmûdê Bayezîdî di dema karkirina xwe ya here adan de – salên 1858-1859an bi pêşniyara Aleksander Jabayî dest pê dike “Şerefname”ya Şerefxanê Bîdlîsî ji Farisî werdigerîne Kurdî, zaravê Kurmancî. Ew werger di hêla zanyariyê de gelekbaldar e. Ya pêşîn, ji ber ku ew hetanî niha dîroka bi zimanê Kurdî ya here bi qîmet e. Ya duyê, ew bi destê Mela Mehmûdê Bayezîdî hatiye nivîsandin û di Pirtûkxaneya Destnivîsaran ya Rûsyayê de tê parastin. Kurdzanên Petersbûrgê ew yek dane ber çavan, ku xwesma di van dehsaliyên paşîn de li bal Kurdan, xwesma ronakbîran, daxwaza bi zimanê dayika xwe dîroka gelê xwe bixînin rû daye, dane berçavan û sala 1986ê destnivîsar bi coreyê faksîmîlê çap kirin û kirine milkê Kurmancîaxêv. Di hêlekê de jî ew firsendek e, ku bi mîrata zanyarê Kurdan yê sedsala XIXê re nas bin.(Adat û Rusûmetnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bazidî, Lêkolîn :Jan Dost, Per 205)
Birrek Ji Pêşgotina Qanatê Kurdo û C. J. Mûsaêliyan
Xebata dîroknasê Kurd Şerefxanê Bedlîsî “Şerefname” tiştê here kevn e li ser Kurda hatiye naskirin. Dîroka Kurd a Kurdistanê bi wê didete şîrovekirin û naskirin û ne tenê Kurdan, belkî dîroka milletêt rojhilatê jî. Ew pertûk bi Farisi hatibû nivîsîn di dawiya çerxê 17'ê. Ev pertûke hatiye wergêran bo Tirkî û firensî û Erebî û Rûsî û çend parçêt pirtûkê bi ezmanê
elmanî jî hatîne tercemekirin. Di sala 1972ê bị zarê soranî Şerefname derketiye.[Hejarê Mukriyanî] Bi harîkariya xebata M. B. Rodenkoyê di bîbliyotêka bi navê M. E. Saltîkova Şêdrîna, hemî destnivîsêt Kurdî berhev kirîne û tê da ev destnivîsa Şerefnamê bi zarê kirmancî têda heye. Aşkera ye, ku kesê bûye palder bo wergêrana vê pirtûkê A. D. Jaba bûye. Sala 1848ê heta 1866ê Jaba xebata konsulosa Rûsyê li Erzeromê dikir, bi fermana Akadîmiyê sovyêtî A. B. Dorna.
Jaba di wî demî da ezmanê Kurdî hîn dibû, folklor û lîteratûr û metiryal li ser Kurdan berhev dikirin, demê ku Jaba hatiye Erzeromê, niyasîn digel rewşenvanêt Kurda peyda kir, ji wana Mela Mehmûdê Bayezîdî. Û bi daxwaza Jaba, Mela Mehmüd ey berkare ji Farisî kire Kurdî, (zarê Kurmancî).
Xebata Mela Mehmûd tiştekê zanistî û balkêş û giring e, ya êkê giringiya wê ew e ku bi ezmanê Kurdî ye û ya duwê ew e ku bị destê wî hatiye nivîsîn û ev kare ji klasîka Kurdiye.(Adat û Rusûmetnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bazidî, Lêkolîn :Jan Dost, Per 246)
…wergera ji Farisî bo Kurdî ku Mela Mehmûd ji cîldê yekê yê şerefnameyê re amede kir…(Adat û Rusûmetnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bazidî, Lêkolîn :Jan Dost, Per 216)
…Jaba dibêjit ku Mela Mehmûd êkem kes e di Erzeromê da rewşenbîriya farisî wergerandiye Kurdî û Tirkî.(Adat û Rusûmetnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bazidî, Lêkolîn :Jan Dost, Per 248)
…Ji ezmanê farisî pişka ekê ji şerefname, ji farisî kirîye Kurdî ku ev dîroka kevnara Kurda ye. Tiştê toreyî û kulturî ji ezmanê Tirkî wergeraya Kurdî.(Adat û Rusûmetnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bazidî, Lêkolîn :Jan Dost, Per 249) Not: Jan dost dibeje ev berhemê ji Tirkî bo Kurdî hatî wergerandin destê me de nînin.
Gelo Bayezîdî, Îskendernameya Nîzamî jî wergerandibû?
Karên ku A. Jaba û M. Bayezîdî bi hev re kirine, ne hindik in. Yek ji wan ev berhema di destê we de ye ku navê wê yê resen Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ye. Her weha rola Bayezîdî di ferhenga Frensî/kurdî de ya ku A. Jaba û F. Justi amade kiribûn û li Petersbûrgê çap kiribûn, roleke bingehîn e. Ev yek bi mukurhatina A. Jaba bi xwe ye. Bi kurtî em dikarin
bibêjin ku her nivîsareke Bayezîdî, Jaba li pey wê di pişt perdeyan de rawestiyaye. Bi eynî terzî jî, em dikarin bibêjin ku gelek nivîsarên Jaba, Mela Mehmûdê Bayezîdî bi keda xwe li pey wan e. Akademiya Zanistê ya Petersbûrgê her carê nivîs derbarê zimanê Kurdî, derbarê Kurdan û êlên wan û wêjeya ji Jabayê ku li Erzeromê qonsolosê Rûsyayê bû dixwestin û Jaba jî nivîs li pê nivîsê bi alîkariya mezin ya Bayezîdî ji akademiyê re dişandin.
Di kitêba Peter Lerch (Forschungen über die Kurden) de, hin metelok û biwêjên ji zimanê Tirkî wergerandî hene, bi tevayî bîst û pênc metelok in. Her weha heft malikên wergerandî ji destana Îskendername, ya helbestvanê Îranî yê mezin Nîzamî Gencewî (1141-1205), di nav rûpelên pirtûka P.Lerch de û bi tîpên Erebî (li gor rênivîs û elifêbeya latînî jî nivîsandî ye) û wergera Almanî jî hene. Diyar e ku wergerandina wan malikan ne bi helbestî bûye, belê wergerandineke pexşanî ye û tîpane
ye, yanî ne edebî ye, hema bibêje wergerek bi lez e, lê bi Kurdiyeke paqij ku Lerch bi xwe jî dibêje Kurdiya wergerê gelekî sade û delal e! Li jêr ez wan heft malikên wergerandî bi cih dikim:
Xeberzanîna Îskender ji ajotina Ûris û xerabkirina Berde’ê û birina Nûşabe bi êsîrî
Ji bo dunyageran ra di dunyayê ajotîn xoş tê seferê di nav seferê kirin
di her bajêrekî dîtin zînet û xeml
di her qonaxekî hêsayî kirin
ji tiştê dizî xeber hilanîn
ji nedîtiyan pay hilanîn
lakin bibînî paşiya şuxulî
di bajêrê xo da ye mirov xundkar
xeyrî mayin di bajêrê xo da, digel mûnan
çêtir e ji xundkariya bajêrê merivan
di bajêrê merivan eger çi dibe qenc e
dil nabe ji evîna malî vala
Iskender digel wî mirazî ku hebû
Hemî weqtî meyla wî li ser bajêrê xo xuyabû.
Eger em bala xwe bidin zimanê wergerê, bi rastî jî zimanekî, li gor wê demê ango berî sed û pêncî salî, gelekî sade û rewan e. Lê gava em bi teksta orîjînal ya Farisî re didin ber hev, hineki qelsiyê di wergerê de dibînin. Xuya dike ku wergêr lezandiye û li ser teksta xwe ya wergerandî zêde nexebitiye. Ka îcar em binêrin bê P. Lerch li ser vê wergerê çi dibêje:
=KTML_Bold=Tekstên Kurdî ji Erzeromê=KTML_End=
Di serî de, ji deftera Jaba ya ku di çileya sala par de ji akademiyê re şandiye. Ew destxeteke ji 118 rûpelan e. Aliyê çepê her deqa orîjînal û wergera bi destê Xoce ye. Li aliyê rastê jî, A. Jaba “Lerch dinivîsîne Shaba! “hewl daye ku teksta Kurdî bi tîpên alfabeya latînî, transkrîpte bike “venivîsîne”. ji rûpel 1-46, sê parçe ji Îskendernameya Nizamî ne, parçeyê yekem 7, yê duyem 70 û yê sêyem jî 10 malik in. Ji rûpel 47-118 wergera 244 biwêj û metelokên Tirkî ne ku ji kitêba Jaubert: Grammire turque (1-107, 109-245) hatine wergirtin.
Di vê paragrafê de, P. Lerch nabêje gelo ew xoceyê ku ew destxet nivîsiye kî ye? Lê gava em li nivîseke P. Lerch bi xwe ku di nav de beşek ji nameya A. Jaba ya ku ji Erzeromê di 10-22ê Îlona sala 1857an de ji akademiyê re şandibû vegerin, em dibînin ku A. Jaba li ser Mela Mehmûdễ Bayezîdî dibêje xoceyê min ango mamosteyê min.
Dema ew (yanî Bayezîdî) li Erzeromê bû, yekemîn kes bû ku deqên bi zimanê Farisî redekte dikirin û werdigerandin ser zimanê Tirkî. Dema şerê về dawiyê yê li dijî Rûsyayê li dar ket, birayê wî hatibû kuştin. Ewî birayî alîkariya kurê Mehmûd efendî di karûbarên bazirganiyê de dikir. Mehmûd efendiyê reben, nema karîbû debara xwe bike, (…) wî planên
xwe quherîn û ji sala 1856an de bû xoceyê (mamosteyê) min ê taybet derbarê zimanê Kurdî de.
Li vir em digihên wê encamê ku xoce her yek e, yanî M. Bayezîdî ye û wî beşek ji Îskendernameya Nîzamî jî wergerandiye Kurdî, herweha 244 metelokên Tirkî jî! ev yek bi serê xwe babetek balkêş e ji bo lêkolîneke berfireh û pêwistî bi gera li wan tekstên wergerandî yên heta niha, bi kêmanî ji bo me windayî ne, heye. (Adat û Rusûmetnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bazidî, Lêkolîn :Jan Dost, Per 21)
=KTML_Bold=HIN AGAHIYE DIN DI DERBARÊ DÎROKA WERGERÊ=KTML_End=
Eger em bixwazin ji dîroka wergera kurdî re destpêkekê diyar bikin, em dikarin biçine heta sedsala nehemîn ku zanayê keldanî Îbnî Wehşiyye, li goristana xirîstiyanan a li Bexdadê, sih kitêbên bi alfabeya Masî Sûratî dîtiye û ji van du hebên bi kurdî wergirtiye û yek ji wan wergerandiye erebî.
Bi taybetî piştî ku mîsyonerên xirîstiyaniyê bal û dêhna xwe didine Kurdistanê, bi destê wan di wergera kurdî de qadeke nû û balkêş vedibe.
Wekî mînak Maurizio Garzoni, di berhema xwe ya bi navê Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda de du duayên xirîstiyaniyê werdigerîne kurdî.
Dîsa di sedsalên nozdehemîn û bîstemîn de li Stembol, Londra, New York û Julfa gelek wergerên încîlê yên bi kurdî têne weşandin.
Ji bo wergera bi destê kurdekî mînaka me wergera Şerefnameyê ya Mela Mehmûdê Bazidî ye ku di sala 1275/1858an de temam kiriye.
Ev wergerên ku me qal kirin ne mînakên wergera wêjeyî bûn. Mînaka wergera wêjeyî di sedsala hijdehemîn de derdikeve pêşberî me ku
Ehmed Faîq, Mem û Zina Ehmedê Xanî wergerandibû tirkiya osmanî.
DI ÇAPEMENIYA KURDÎ YA DEWRA OSMANÎ DE WERGERA WÊJEYÎ
MESUD SERFIRAZ
Çavkanî
1.Aytaç, Gürsel, Karşılaştırmalı Edebiyat Bilimi, İstanbul, Say Yayınları, ç. 2, 2009, r. 41-42.
2.Yıldırım, Kadri, “Kürtlerin İslam Öncesi Alfabe Serüveni”, Kürt Tarihi, h. 5 (sibat-adar 2013), r. 28.
3.Garzoni. Maurizio, Grammatica E Vocabolario Della Lingua Kurda, Roma 1787. r. 283-284.
4.Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, wer. Mela Mehmûdê Bazîdî, amd, Seid Dêreşî, Dihok, Dezgeha Spîrêz, 2007, 621 r. Xuya ye Mela Mehmûd pariyek jî îskendernameya Nizamî û hê gelek tiştên dî jî wergerandine kurdî. Bnr. Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, amd. Jan Dost Stenbul, Weşanên Nûbihar, 2010, r. 16-19.
5.Adak, Abdurrahman, “Di serdema Osmaniyan de li pey rêça Ehmedê Xanî: Sê Mem û Zînên bi Tirkî”, Nûbihar, j.120 (havîn 2012), r. 16. Ji bo tîpguhêziya latinî ya wergera Ehmed Faîq bnr. Ahmet Faîk, Mem O Zîn, amd. Sırri Dadaşbilge, Istanbul,
[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 3,237 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://wer-ger.com/- 24-04-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 46
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 01-04-2020 (5 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: مێژوو
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 24-04-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 27-04-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 27-04-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 3,237 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.15 KB 24-04-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.063 چرکە!